Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hirç hirç
Îzafe hirça hirçên
Çemandî hirçê hirçan
Nîşandera çemandî hirçê wan hirçan
Bangkirin hirçê hirçino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hirçek hirçin
Îzafe hirçeke hirçine
Çemandî hirçekê hirçinan
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hirç hirç
Îzafe hirçê hirçên
Çemandî hirçî hirçan
Nîşandera çemandî hirçî wan hirçan
Bangkirin hirço hirçino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hirçek hirçin
Îzafe hirçekî hirçine
Çemandî hirçekî hirçinan
 
hirçek
 
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser hirç heye.

hirç bi gelemperî mê

  1. (guhandar) Heywanek kûvî ya mezin û têr-pûrt ya guhandar e.
  2. Hirçok, pêlîstoka ji dirûvê hirçan.
  3. (mecazî) Mirova/ê tirsnak (bi taybetî kesa/ê ku porê/pirça wî/wê qijavij e û riyên xwe netiraşîne).
    • Ez xweş mirov im
      Ne hirç û hov im
      Lê çi b'kim bê şer
      Dijmin naçî der
       — (Cegerxwîn)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Hin cûnên hirçan biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî ورچ(wirç), kurdiya başûrî hirç / hirs, lekî xirs, hewramî heşe, zazakî heş, belûçî ہرس‎ (ہرس‎) (hirs), mazenderanî ارش (erş) û اش (eş), farisî خرس‎‎ (xers), pehlewî xirs, osetî арс (ars), avestayî 𐬀𐬭𐬴𐬀‎ (arṣ̌a), sanskrîtî ऋक्ष (ṛ́kṣa), ermenî արջ (arǰ), albanî ari, lîtwanî irštvà (kunca hirçê), bretonî arzh, latînî ursus, romanî urs, îtalî orso, fransî ours, spanî oso, yûnanî άρκτος (árktos), hîtîtî 𒄯𒁖𒂵𒀸 (ḫartaggaš)... hemû ji proto-hindûewropî *h₂ŕ̥tḱos ("hirç").

Hêjayî gotinê ye ku ev peyv di zimanên germenî de (wek almanî, îngilîzî, holendî û swêdî) û di zimanên slavî (wek rusî, polonî û sirbî) de nemaye. Di zimanên germenî de li cihê wan peyveke ji navê rengê qehweyî hatiye çêkirin, bo nimûne îngilîzî bear, almanî Bär û swêdî björn. Zimanên slavî peyveke bi maneya "hingivxwer" li wê kiriye, bo nimûne rusî медве́дь (medvédʹ), polonî niedźwiedź û sirbî мѐдвед (mèdved). Sebebê nemana vê peyvê di şaxên germenî û slavî yê zimanên hindûewropî de ihtimalen tabû be: ji ber sehm an tirsa vê heywanê, navê wê yê rastîn lê nehatiye kirin û bi bernavekî behsa wê hatiye kirin heta ku taliyê navê wê yê eslî bi temamî ji zimanên germenî û slavî winda bûye.

Çavkanî: Horn p.105, Watkins p.6, MacKenzie P.117, Etymonline

biguhêre

Navê zanistî biguhêre

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre