Kurmancî biguhêre

Cînav biguhêre

hingo

  1. hûn, tu (bi taybetî bo rêzgirtinê)
    Hingo çend salî ye?
  2. we, te (bi taybetî bo rêzgirtinê)
    Gelo ev çante yê hingo ye?
    Min jî divê li gel hingo bêm.

Herwiha biguhêre

Bikaranîn biguhêre

"Hingo" li hin deveran wek forma rêzgirtinê/ihtiramê bo kesê duyem yê yekjimar jî tê bikaranîn anku mirov ne tenê ji çend kesan re lê ji kesekî bi tenê re jî dibêje: "Navê hingo çi ye? Hingo xelkê kîj[an] bajarî ye?" wek ku farisî de jî "şuma" û di zazakî de "şima" ne tenê bi maneya "tu" lê herwiha bi wateya "hûn" jî li kar e. Bi heman awayî "siz" ya tirkî û "vous" ya fransî jî. Jixwe di îngilîzî de "thou" (tu) bi temamî winda bûye û "you" (hûn) cihê wê jî girtiye.

Herwiha divê ew jî neyê jibîrkirin ku eger "hingo" ne bi maneya "hûn" lê bi wateya "tu" were bikaranîn, hingê lêker ne pirrjimar lê yekjimar e lê dîsa jî ne qertafa kesê duyem yê yekjimar lê qertafa kesê sêyem yê yekjimar digire, nimûne: "Hingo dike[t]", ne "*hingo dikî" yan "hingo "dikin".

"Hingo" di devokên tixûbî yên kurmancî û soranî de tê bikaranîn. Loma ji bilî kurmanciya Amêdiyê, Zêbarê, Barzan... ew herwiha di hin devokên soraniya mukriyanî de jî (Şino, Banê, Mihabad) de jî li kar e.

Etîmolojî biguhêre

Têkildarî peyva hûn

Werger biguhêre