Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

hil kirin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: hil -k-
RP.
Niha
ez hil dikim
tu hil dikî
ew hil dike
em, hûn, ew hil dikin
Fermanî Yekjimar hil bike
Pirjimar hil bikin
Rehê dema borî: hil -kir-
RP.
Boriya
sade
min hil kir
te hil kir
wê/wî hil kir
me, we, wan hil kir
Formên din:  Tewandin:hil kirin

hil kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz

  1. (agir yan ronahî) geş kirin, pê xistin, vêxistin, berdanê
    Dihî me agirekê gelek xweş hil kirbû.
    • Demîrtaş axaftina wiha berdewam kir: "Hûn amade ne em dê qezenc bikin. Li hemberî me ne bendavên Faşîst Kenan Evren û ne jî yên AKP'ê xwe nagirin. Agirê we hil kir dê Rojhilata Navîn ronî bike. Dê barbariya DAIŞ'ê û AKP'ê bi agirê Newrozê tune bibe." — (Demîrtaş: Barbariya DAIŞ û AKP'ê dê bi ronahiya Newrozê tune bibin [arşîv], ozgurhabergazetesi.com24.03.2015)
    • Jiyan Kameran ji Rûdawê re dibêje: “Ez gelek ji moman hez dikin, ne ku tenê jê hez bikim, lê ji tirsa tenêtiya xwe, hez dikim her çar aliyên min ronahî be, lewma moman hil dikim.” — (Rengîn Şero, Keça Helebçeyî ya qurbaniya kîmyabaranê bi navê 'Jiyan' nasname wergirt [arşîv], rudaw.net2019)
    • biçûk bûm, gava min li dûrî waran bi pêxistina findekê hil kir agirê te û gundiyên warê gurê boz gotin min, “xoce tu yekî romantîk î”… — (Dilawer Zeraq, biçûk bûm... [arşîv], diyarname.com2019)
    • Gelek welatiyan li kolanan agirê Newrozê pê xist û gelek welatiyan jî li şaneşînên xwe agirê Newrozê hil kir. — (Li Bakur coşa cejna Newrozê [arşîv], e-rojname.com2020)
    • Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê serbarê zexta rejîmê li ser xelkê Kurdistanê bona vê ku merasima newrozê bi rê ve nebin, lê xelkê bi bêguhdana bi çavsoriyên rejîmê, agirê newrozê hil kirin, û merasim bi rê ve birin. — (Bavê şehîd Qadir Kerîmî agirê newroza Gellwanî hil kir [arşîv], kurdistanmedia.com2018)

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji hil + kirin.

Werger biguhêre