Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî heval heval heval
Îzafe hevala hevalê hevalên
Çemandî hevalê hevalî hevalan
Nîşandera çemandî hevalê hevalî wan hevalan
Bangkirin hevalê hevalo hevalino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî hevalek hevalek hevalin
Îzafe hevaleke hevalekî hevaline
Çemandî hevalekê hevalekî hevalinan
 
Du heval.

heval mê û nêr

  1. Kesên hev dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin.
  2. Yar, keç û kurên ji hev hez dikin lê ne jin û mêrê hev in.
  3. Peyvek şirîn e bo her kesa/ê jê re tê axiftin.
    Heval, navê te çi ye?
  4. Peyvek şirîn e bo her kesa/ê behs jê tê kirin.
    Hevalek bû, min nas nedikir.
  5. Kesên ji heman partiya yan baweriya siyasî (bi taybetî çepgir).
  6. Peyvek ji bo pizdan, plasenta tê bikaranîn.

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Xwarin bi yeqîn dewa û me'cûn
    Rabûne ve çûne nik hevalan
    Çendek ji meharim û rewalan
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din biguhêre

Hevmane biguhêre

Dijmane biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji hev + yar lê "r" bûye "l" û "y" ketiye, ji zimanên îranî, bide ber pazendî hemeyar: hem-, hev- + eyar, yar Û pehlewî hemahl an hemal: hem-, hev- + ahl / al (yar). Ne ji "hev" + "al" (alî). Herwiha hevreha peyva "alîkar". Binere herwiha hevrê. Di îranîkiya navîn de wek "alîkar, yawer" hatiye bikaranîn, paşê hatiye wateya wê a îro.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.