Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

hêlan (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -hêl-
RP.
Niha
ez dihêlim
tu dihêlî
ew dihêle
em, hûn, ew dihêlin
Fermanî Yekjimar bihêle
Pirjimar bihêlin
Rehê dema borî: -hêla-
RP.
Boriya
sade
min hêla
te hêla
wê/wî hêla
me, we, wan hêla
Formên din:  Tewandin:hêlan

hêlan lêkera xwerû, gerguhêz

  1. hiştin, hêştin, hîştin, hêladin
  2. Berdan, dest jê berdan, dev jê berdan.
    Min karê xwe nehêlaye.
  3. Çûn û li gel xwe nebirin.
    Wî zarrokên xwe li Kurdistanê hêlan û hat Elmanyayê.
  4. cuda bûn, jê veqetîn, li gel neman.
    Çend sal in ku wî jina xwe hêlaye?
  5. Destûr dan, dan, izin dan, pejirandin, qebûl kirin.
    Polîs nahêlin em newrozê pîroz bikin.
  6. Amûrek bi benik li hewa girêdayiye û zarok tê de xwe doş dikin.
    Ji hêlanê ket û serê xwe şikand.

Hevmane biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî: *selg- ("hêlan, hiştin, rê dan"), proto-îranî: *herz- ("hêlan, hiştin, rê dan"), avestayî: herşte-/harezāna-- ("hêlan, hiştin, rê dan"), farisiya kevn: aveherd- ("rê dan"), partî: hyrz- ("rê dan"), pehlewî: hyl- ("rê dan"), farisî: hiştan/hil- ("rê dan"), belûçî: hişt/hill- ("rê dan") … alfabeya arî, kîrîbatî: aşten/āl- ("rê dan"), kurmancî: hiştin/hêl- ("hiştin, rê dan"), soranî: hiştin/hêll- ("hiştin, rê dan"), hewramî: aştey/āz- ("rê dan"), (zazakî: verdayene/verda-) ("hiştin, rê dan"), sanskrîtî: sarj ("hêlan, hiştin, rê dan "), hîtîtî: salk, îngilîzî: sulky

Çavkanî: Cheung p.133

Werger biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêlan hêlan
Îzafe hêlana hêlanên
Çemandî hêlanê hêlanan
Nîşandera çemandî hêlanê wan hêlanan
Bangkirin hêlanê hêlanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêlanek hêlanin
Îzafe hêlaneke hêlanine
Çemandî hêlanekê hêlaninan

hêlan

  1. olan, vedeng, dengvedan, dengê ji derekê tê û li derek din dubare dibe
    A bi wî awayî, 1ê Çile ya 1931ê li bajarê Yêrêvanê, Têxnîkoma Mamostetiyê ya Kurdî a Pişkavkazê bi şayanetî vebû. Gerekê bê gotinê ewê wisa jî hêlaneke gur da edebiyat û medeniyeta kurdî ya Pişkavkazê, mehkembûna heleqetiyên hemû kurdên Tifaqa Sovyêtê.

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

hêlan

  1. hêlekan, colank

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre