Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêk hêk
Îzafe hêka hêkên
Çemandî hêkê hêkan
Nîşandera çemandî hêkê wan hêkan
Bangkirin hêkê hêkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêkek hêkin
Îzafe hêkeke hêkine
Çemandî hêkekê hêkinan
 
Çar hêk di hêlînekê de.
 
Hêkek peqandî.
 
Avaniya hêkê:
1. qelpê hêkê
2. perdeya derve ya hêkê
3. perdeya hindirîn ya hêkê
4. û 13. girêkên spîka hêkê
5. spîka herikbar
6. spîka tîr
7. perdeya zerika hêkê
8. pêşzerik
9. xwînpare (cenîn, embriyon, goştpere)
10. zerika tarî
11. zerika geş
12. qelpê zerikê
14. hewageh
15. kutîkula

hêk , k-ya nerm

  1. (zoolojî) berhema ku qalikaspî û dirûvê wê hinekî gilovir e ji paşiya firindeyan derdikeve
    (qelpekî req bi ser ve heye lê di nav de nerm û avî ye.
    Bi kurkkirinê çûçelk jê çêdibin.
    Herwiha mirov xwarinan jê çêdikin.)
    Mirîşka me hêkek kiriye.
    Mirîşk li ser hêkan kurt bûye.
    Çûçelk ji hêkê derketiye.
  2. (xwarin) Xwarina ku ji wan berheman hatiye çêkirin.
    hêka biraştî, hêkeke kelandî
    Hêkan biqelîne!
    Taşta min hêk û nan bû.
  3. (biyolojî) ovûm, hucreya serekî ya jinan û heywanên

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Gotinên pêşiyan biguhêre

biguhêre

Têkilî biguhêre

Qafiye biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Herwiha hêg, hevreha din ya kurmancî hêlik (gun, ritil), hevreha soranî هێڵکه‌‎ / hêłke, hewramî hêłe, zazakî hak, belûçî ہیک‎ (hêyk), ہیگ‎‎ (hêyg), peştûyî هګۍ(هګۍ) (hegêy), pehlewî 𐫟𐫀𐫏𐫃‎ (xʾyg, /xāyeg/), farisiya berê خاگ‎‎ (xag) û خایه‎‎ (xaye), farisiya niha خایه‎‎ (xayê: berê bi maneya "hêk", niha bi wateya "hêlik, gun"), tacikî хоя (xoya), avestayî eye- û 𐬀𐬉𐬨‎ (eêm), danmarkî æg, îngilîzî/îzlendî/norwecî egg, swêdî ägg, almanî Ei, holendî ei, yûnaniya kevn ᾠόν (ōión), yûnaniya niha αβγό (avgó), latînî ōvum, îtalî uovo, portugalî ovo, spanî huevo, hueva, ovo, fransî œuf... hemû ji proto-hindûewropî *h₂ōwyóm (hêk) ji *h₂éwis (teyr, firinde, balinde).

Peyva îranî ketiye tirkî û hinek zimanên din jî yên tirkîkî: azerî xaya / خایا‎‎, osmanî خایا‎‎ (xaya, haya), tirkî haya (gun, hêlik)...

Çavkanî: Çabolov r. 434-435, Chyet r. 249, Horn r. 103, Lubotsky, Novák r. 183, Watkins r. 6, Etymonline

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.