Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî gundî gundî gundî
Îzafe gundiya gundiyê gundiyên
Çemandî gundiyê gundî gundiyan
Nîşandera çemandî gundiyê gundî wan gundiyan
Bangkirin gundiyê gundiyo gundiyino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî gundiyek gundiyek gundiyin
Îzafe gundiyeke gundiyekî gundiyine
Çemandî gundiyekê gundiyekî gundiyinan

gundî mê û nêr

  1. kesên li gundan dijîn:
    Piraniya gundiyan nexwendewar in.
  2. rûniştvanên gundekî:
    Gundî li hev kom bûn.
  3. kesên ku ne ji mêj ve ji gundekî bar kirine bajarekî:
    Gundî li bajaran bêzar dibin.
  4. kesên ji zihniyeta xwe ve nezan:
    Hemû gavan û gundî ne!

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji gund + 

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formeke navdêrê biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Çemandî gundî gundan

gundî nêr

  1. Rewşa çemandî ya yekjimar a binavkirî ya gund:
    vî gundî, wî gundî
    li gundî, ji gundî