Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  •  IPA(kilîd): /ɛjˈwɑːn/
  • Jihevqetandin: ey·wan

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî eywan eywan
Îzafe eywana eywanên
Çemandî eywanê eywanan
Nîşandera çemandî eywanê wan eywanan
Bangkirin eywanê eywanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî eywanek eywanin
Îzafe eywaneke eywanine
Çemandî eywanekê eywaninan

eywan

  1. koşk, dîwan, seray, qesr, palas, koç,
    avahiyên mezin û şikodar (wek yên paşayan)
    Gelek caran em li eywana paşayî kom dibûyin.
  2. bersifk, salon, korîdor

Ji wêjeyê biguhêre

  • Ez çûm eywaneke mezin, bi find û lembeycn ji zîv û zêr ku ji wan bêhna emberê radibû, ronî dibû. Li nîva eywanê hespek sekinî bû(...)
  • Eywana duyemîn ji ya ewil dewlemendtir bû, bi kevirên elmas, yaqût, yaqûtê saîmanî tije bû.
  • Li eywanan, li bexçe, an rûnijtî an li piyan nobedar û pêjkar û xulam hebûn(...)
  • Eywanên din jî hemî bi hêjayên erd û deryayê yên wek mucewher, topaz, fîrûze, sumbil, kevirên yemenî, kevirên birqok yên giranbuha ji hemî rengan, guldank ji mîneralên kesk, gerdenî, bazin, kember û hemî cûre cewahîrên xemlê ku li gencineya şah û mîran hene, tije bûn. — (Çîroka Hezar û Şevekê, werger: Serdar Roşan, Weşanên Nûdem)

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Lew du kewkeb çûne vê ra istiwayê rast û çep
    Bête eywanê ji xelwê horiya qudsî-sirişt
    Sed hezaran hor-i qudsî tên liqayê rast û çep
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî هەیوان(heywan), farisî ایوان(eywan), pehlewî aywen, ji zimanên îranî. أيوان(eywan) ya erebî û eyvan ya tirkî û iwan ya hin zimanên ewropî ji zimanên îranî hatine wergirtin.

biguhêre

Werger biguhêre