Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

 
cangên rengîn wek kerese bo cilên jinan

cang nêr

  1. qumaş, caw, çît, fason, kemxe, kisûr, pirtî, pate, paçe, xak,
    kereseyê cilan,
    tiştê cilik jê tên çêkirin
  2. tekstîl[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

Binere herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji zimanên îranî, hevreha din ya kurmancî caw, herwiha hevreha جامه(camê, gumlek, kiras) ya farisî, come ya lûrî, şewî ya kelhûrî. جامه(camê) ya farisî di eslê xwe de maneyeke berfirehtir heye, wek di peyva /پاجامه/ پايجامه (paycamê/paycamê: pîjame, derpê, cilê lingan/piyan) ku ji farisî bi rêya hindî ketiye îngilîzî (pyjamas) û li dinyayê belav bûye. Di rastiyê de divê "cag" bûya lê "n" jî lê zêde bûye. Jixwe ew zêdebûna "n" jî li peyvan diyardeyeke berbelav e: tac > tanc, çok > çong, firset > fersend, tifek > tifeng...

Veguherîna dengê m/v/w/b/g di navbera kurdî û farisî de diyardeyeke naskirî û berbelav e. Lê herwiha "ç/ş/c" jî carinan vediguherin, wek kurmancî "çûn", zazakî "şiyene", farisî "şûden". Rast e ku maneya "çûn" û "şûden" ji hev cuda ye lê rehê wan eynî ye.

Heta "cil" jî dikare hevreha "caw, camê, come, şewî" be. Eger wisa be, bingehê peyvê divê demekê *yaml bûbe. Di peyva "caw, camê, come, şewî" de "m"hatibe parastin û "l" ketibe û di "cil" de jî "m" winda bûbe û "l" hatibe parastin.

Belkî ji proto-hindûewropî *ḱam- (cil, caw, cang) ku ihtimal e herwiha serekaniya peyva qemîs e (bi rêya erebî ji latînî) û peyva îngilîzî hame e.

biguhêre

Werger biguhêre