Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

cîwar bûn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: cîwar -b-
RP.
Niha
ez cîwar dibim
tu cîwar dibî
ew cîwar dibe
em, hûn, ew cîwar dibin
Fermanî Yekjimar cîwar bibe
Pirjimar cîwar bibin
Rehê dema borî: cîwar --
RP.
Boriya
sade
ez cîwar bûm
tu cîwar bûyî
ew cîwar bû
em, hûn, ew cîwar bûn
Formên din:  Tewandin:cîwar bûn

cîwar bûn lêkera hevedudanî, negerguhêz

  1. Li cihekî bi cih bûn.
    • Mixabin, dema serhildana Dêrsimê têk diçe, ew neçar dimîne, berê xwe dide binxetê, ji wir diçe Urdinê, û sala 1940î, li tataxa «Miheta Bexdad», bajarê Helebê cîwar dibe, kar û xebata rewşenbîrî û ramyarî didomîne. — (Newroz49 Saliya Koçkirina xebatkarê Kurd ê navdar Dr. Nûrî Dêrsimî [arşîv], hj. 15320222022-09-06, r. 2)
    • Dema Koşka Uzun Hasan di 1469an da neqlê Tebrîzê ya paytext dibe, ew jî li wir cîwar dibe. — (Siddik Bozarslan, Îdrîs-î Bidlîsî (1452-1520) [arşîv], netewe.com2022-09-14)
    • Piştî mirina bavê xwe bi dîya xwe Henrîette Hornîk ve diçe li Vîyanayê cîwar dibe. — (Zerdüşt Öztürk, Balerîna Kurd Leyla Bedirxan [arşîv], bernamegeh.org2021-09-25)

Etîmolojî biguhêre

Ji cîwar + bûn. "Bi"ya di serî de ji bo sivikkirina telafûzê ketîye, eslen wekî "bicihûwar bûn".

Werger biguhêre