Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bira bira
Îzafe bira birayên
Çemandî bira birayan
Nîşandera çemandî bira wan birayan
Bangkirin birayo birayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî birayek birayin
Îzafe birayekî birayine
Çemandî birayekî birayinan
 
Du birayên cêwî.

bira nêr

  1. (malbat) Kurê dêbabên kesekê/î, lawê deybabên kesekê/î.
    Ew birayê min e.Dêbavên min û wî yek in.
    Bira bira ye, bazar cuda ye
    • Şahriyarî bi tirs ji Şahzemanî re got: "Ax bira, tu ewil vî karî bike." Lê birayê wî bersîv da: "Na, tu birayê mezin î, divê ez her di riya te de bim." — (Çîroka Hezar û Şevekê, werger: Serdar Roşan, Weşanên Nûdem)
  2. Kurê ji dayika yan ji babê kesekê/î.
  3. (wek gotineke şîrîn ya gazîkirinê) Heval, dost, kek.
  4. (dîn) Hemû kur û mêrên ji eynî dînî yan mezhebê.

Ji wêjeya klasîk biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Nêzîk biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji ji proto-hindûewropî *bʰréh₂tēr.

Hevreha soranî/kelhûrî/lekî/hewramî/zazakî bira, mazenderanî برار(birar), hexamenişî 𐎲𐎼𐎠𐎫𐎠 (brātā), pertî û pehlewî 𐭡𐭥𐭠𐭣𐭥(brad, brader), avestayî 𐬠𐬭𐬁𐬙𐬀𐬭‎ (brater), belûçî برات‎(berat), farisî برادر(birader, berader), tacikî бародар (barodar), sanskrîtî भ्रातृ (bhrātṛ) (bhrā́tṛ), hindî भ्राता (bhrātā) û भ्रातृ (bhrātŕ), ûrdûyî بھراتا‎(bhrātā‎) (bhrātā) û بھراتر(bhrātr) (bhrātŕ), rusî/belarusî/ukraynî/bulgarî/makedonî брат (brat), sirbî бра̏т (brȁt), polonî/slovakî brat, çekî bratr, latviyayî brātarītis, lîtwanî broterėlis/brólis/brotis, yûnaniya kevn φρᾱ́τηρ (phrā́tēr) (phrā́tēr), îngilîzî brother, almanî Bruder, holendî broeder/broer, danmarkî/norwecî/swêdî broder/bror, latînî frāter, îtalî frate/fratello, fransî frère, ermenî եղբայր (ełbayr) (ełbayr)...

Çavkanî:
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 45.
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em, r. 12
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary, Kommissionaer: Munksgaard (København), 1966
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <Etymonline> by Douglas Harper.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959, r. 163

biguhêre

  • bira: kesê ji heman dê û bavî û zayend nêr
  • birak: forma peyva “bira” ya biçûkî; mînak: ew birakê min e
  • biracan: ı- peyva ji bo xweşgotina bira, ıı- peyva ji bo bang/gazî kirina kesekî
  • birader: kesê wek bira; kesê ji der hatiye û wek bira nêzik e
  • birê: forma tewandî ya “bira”; mînak: ew birê min e (=ew birayê min e)
  • birako: ji bo denglêkirina kesekî
  • birakuj: kesê birayê xwe dikuje
  • birakujî: kiryara birakuştinê
  • birakuştî: kesê ku birayê wî hatiye kuştin
  • biramak: kesê ji heman dayikê lê ne ji heman bavî
  • biramarî: birayê ji zewaca dê yan jî bavê pêkhatî
  • biramarîtî: biratiya ji zewaca dê yan jî bavê pêkhatî
  • birang: forma biçûkkirî/şîrînkirî ya peyva “bira”; “ew birangê min e”
  • biraşîr: kesê ku dema zarotiya xwe de ji diya kesekî şîr mêtî ye
  • biratî: 1) hevpişka di dê û bavî de, 2) rewşa wek bira
  • biraxwê: xizmên mêr û ji dûr ve
  • birayetî: dostaniya wek bira
  • biraza: zarokên birayê kesekî
  • birazava: kesê di daweta wî de alîkariya zavayî dike
  • birazê: keça bira
  • birazî: kurê/lawê bira
  • destebirak: hevalê wek bira nêzîk
  • jinbira: jina birayê kesekî

Bi zaravayên din biguhêre

  • Soranî: bira
  • Kurdiya başûrî: bira
    Şêxbizinî: bira, birang
  • Lekî: bira
  • Hewramî: bira
  • Zazakî: bira, birar

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2 biguhêre

bira

  1. (bira, bi rastî, rasteqîn) Binêrin: birra û berra

Hoker biguhêre

bira

  1. (Sirûc, Anatolia/Axsere, Wêranşar, Bismil, Riha, Deşta Mêrdînê, Îdir, Agirî, Wan/Bazîdaxa, Qers/Qaxizman, Mûş, Semsûr/Kolik, Farqîn, Sêwreg, Meletî, Çewlik/Gêxî, Êlih) Guhartoyeke bila (dibe ku; divê ku).

Formeke navdêrê biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Îzafe bira birên

bira

  1. Rewşa îzafeyî ya yekjimar a binavkirî ya bir (birr).

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

bira nêr

  1. (malbat) bira,
    (kurê ji eynî dêbaban)

Soranî biguhêre

Navdêr biguhêre

bira

  1. (malbat) bira,
    (kurê ji eynî dêbaban)

Jurçenî biguhêre

Navdêr biguhêre

bira

  1. (erdnîgarî) çem, ro, robar

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên çem hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Tirkî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

bira

  1. bîre, bîra, avceh