Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

berbest

  1. rêgezek yan biryarek yan fermanek giştî ya dewletê
    (bi taybetî ya ji alî perlemanekê ve hatiye dan)
  2. hemî biryarên giştî yên dewletê yên ku divê ti kes li dijî biryaran dernekeve

Hevmane biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Têbînî biguhêre

Kurdan "qanûn" ji erebî wergirtiye lê ereban bi xwe jî ew ji yûnanî "κανών" (kanón) deyn kiriye. Yûnanan ew ji peyva "κάννα" (kanna: rûl, çîx, qamîş) çêkiriye. Lê wan jî peyva "κάννα" îcar ji akadî "𒄀 (qanû) deyn kiriye. Jixwe akadî jî ew ji sûmerî 𒄀𒈾 (gi.na) deyn kiriye... û dîroka peyvê belkî hê jî dûrtir diçe.

Herçi "yasa" ye, ew bi rêya tirkî "yasa" ji mongolî "yasag" e. Heman peyv serekaniya "yasak" (qedexe, mennû') ya tirkî ye (> kurdî "yasax"). Lê herwiha dayika peyva kurdî "asa" (norm, rêbaz, rêgez) e > asayî (normal) > asayîş (ewlehî, emniyet). Hin nimûneyên din jî yên kurdî ku ji tirkî hatine deynkirin û tê de herfa "y" ji destpêkê ketiye ev in: "ol" (ji "yol=rê"), aprax / îprex (ji tirkî yaprak "belg, belçim"), "erpîze" (ji "yelpaze), û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji "yavaş" ya tirkî). Hin ji van peyvan ne ji tirkiya niha ya standard lê belkî ji ziman û devokên din yên tirkîkî hatibin deynkirin.

"Zagon" ji "закон" (zakon) ya rusî ye û ihtimal e ku bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî.

Herçi peyva "distûr" e, ew li Iraqê ne tenê di kurdî lê herwiha di erebî de jî bi maneya "qanûna bingehîn" (ing: constitution, tirkî: anayasa) tê bikaranîn. Lê ereban ew ji farisî yan kurdî deyn kiriye.

Lê di kurdî de "destûr" bi giştî bi maneya "izin, ruxset, îcazet, rêdan" tê bikaranîn.

Peyva "qanûn" bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ku hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin.

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

berbest

  1. barîkad, asteng

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre