Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bajar bajar
Îzafe bajarê bajarên
Çemandî bajarî, bajêr bajaran
Nîşandera çemandî bajarî wan bajaran
Bangkirin bajaro bajarino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bajarek bajarin
Îzafe bajarekî bajarine
Çemandî bajarekî bajarinan
 
Bajarek

bajar nêr, r-ya req

  1. Cihê ku gelek avahî û kuçe lê hene û gelek xelk lê dijîn û dixebitin.
    Hevmane: şar, şehr, sûk, medîne
    Amed bajarekî kevnar e.
    Dihok wek turîstîktirîn bajarê Başûrê Kurdistanê tê hesibandin.
    • Barîna berfê şênayiyek bû. Kuçe û kolanên bajêr ji zarokan tijî dibûn. — (Mehmed UzunTu1984)
  2. navenda bajarî, cihê firoşgehan
    Hevmane: sûk, bazar
    Ez li taxekê dijîm lê li bajarî kar dikim.
  3. cih kirîn û firotinê, cihê firoşgehan
    Ez ê biçim bajarî / bajêr.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Têkilî biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha farisî بازار(bazar), pehlewî 𐭥𐭠𐭰𐭠𐭫(wazar), hexamenişî 𐎺𐏃𐎠𐎨𐎼𐎴 (vehā-čā̆rana-) ji proto-îranî *wahā-čā̆rana- (bazarkirin, firotin, danûstandin, hatinûçûn) ji proto-hindûewropî *wes- (firotin, nirx, biha, qîmet) + *kʷel- (livandin, çerixandin, wergerandin). Hevreha biha ya kurmancî, vaya ya zazakî, vasná- ("biha, nirx") ya sanskrîtî, gin ("biha, nirx") ya ermenî, vēndere (firotin) ya latînî > vendre ya fransî. Peyva bajar kurmancî û ya bazar jî farisî ye lê kurdî peyva bazar bo mebestek hinekî ji ya bajar cuda ji farisî deyn kiriye. Hêjayî gotinê ye ku ji bilî kurmancî, di zaravayên din yên kurdî de gotina bajar kêm tê bikaranîn. Ji bo cihê kirîn û firotinê bi giştî bazar ya ji farisî û bi merema jîngehên mezin jî gotina şar (di soranî de) yan jî şaristan (di zazakî de) li kar e.

Ev peyv bi maneya "bazar, sûk, çarsû" ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî: ermenî բազար (bazar) û վաճառ (vačaṙ), gurcî ვაჭარი (vač̣ari), erebî بازار‎(bazar), osmanî بازار‎(bazar) û پازار‎(pazar), tirkî pazar, azerî bazar / базар, ûrdûyî بازار‎(bazar), hindî बाज़ार (bazar), bengalî বাজার (bajar), nepalî बजार (bajar), endonezyayî pasar, çînî 巴扎 (bāzhā) û 巴刹 (pa-sat), rusî база́р (bazár), yûnanî παζάρι (pazári), mecarî/hungarî vásár, sirbokroatî ва́шар / vašar, fransî/îtalî/spanî bazar, îngilîzî bazaar, almanî Basar, danmarkî/norwecî/swêdî basar, fînlandî basaari...

Bi zaravayên din biguhêre

Anagram biguhêre

Werger biguhêre