Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bûstan bûstan
Îzafe bûstanê bûstanên
Çemandî bûstanî bûstanan
Nîşandera çemandî bûstanî wan bûstanan
Bangkirin bûstano bûstanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bûstanek bûstanin
Îzafe bûstanekî bûstanine
Çemandî bûstanekî bûstaninan
 
Mamik çûçikan ji nav bûstanan vedirevînin daku berhemên bûstanan nexwin.

bûstan nêr

  1. Zeviya ku sebze lê hatine çandin.
    Pirr bûstan li gundê me hene.

Hevmane biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî بێستان(bêstan), kurdiya başûrî bûsan, farisî بوستان(bûstan), pehlewî bōyestān, partî bōδestān, soxdî βōδistān, ji zimanên îranî, têkilî bêhn (bi soranî بۆن(bon) / bon, bi farisî بو‎ /bû/) + -stan (maneya bingehîn "gulistan" yan "baxçe" bû). بستان(bustan) ya erebî, bostan ya tirkî û azerî, بوستان(bûstan) ya osmanî, ܒܘܣܬܢܐ (bûstana) ya aramî, בסתן (bûstan) ya îbrî, բուրաստան (burastan) ya ermeniya kevn, բոստան (bostan) ya ermeniya nû, ბოსტანი (bostani) ya gurcî û башта́н (baştán) ya rûsî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Bi rêya osmanî ketiye gelek zimanên rojhilata Ewropayê jî: yûnaniya bîzansî μποστάνι (mpostáni), yûnaniya nû μποστάνι (bostáni), teterî bostan, bostan ya albanî û бостан (bostan) ya sirbî... Di zimanên rojhilata Ewropayê de bi piranî maneya "zebeş" wergirtiye ku yek ji berhemên bûstanan e...

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.