Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bêr bêr
Îzafe bêra bêrên
Çemandî bêrê bêran
Nîşandera çemandî bêrê wan bêran
Bangkirin bêrê bêrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bêrek bêrin
Îzafe bêreke bêrine
Çemandî bêrekê bêrinan
 
Du bêr (mane 1)

bêr

  1. darê devek madenî bi serikê wî ve ku mirov pê bi destan zeviyan dikole.
    Hevmane: merr
    • {{jêder|ku|jêgirtin=(...) bi bêr û mer û tevir û paçan cenazê kurmîbûyî ji kûlê derdixistin (...)|Perwîz CihanîBilîcanNefel2002ISBN 91-89687-12-4
    • Bêr û mer her du jî dişibin hev lê cudahiyek piçûk di navberê de heye. ji bo pêlêkirinê û bo zirarê negihe ling û pêlavan di aliyên jor ê merê hatiye tewandin. — (Jiyan Alpîranî li Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê, 1/2012)
    • Li bal me kolan e. Dema te got kolandin, tê maneya yekî mecbûr bikî bikole. Min da kolandin, ango min bi xwe ne kola, lê yekî din kola. Bêr jî bal me her tenê ji dar e, pê berfê berev dikin. — (Hamlet Muradov [Têmûrê Xelîl] di heman komê de, 1/2012)
    • Em jî bi bêrê (bi Tirkî kurek) berhev dikin, belav dikin, didin ser hev an jî ba dikin. Bi merê jî em erdê, axê dikolin, mer dikin, ji hev dixin ku hewa û rewa bigire. Alava poztûjik mer e û ya pozpahn jî bêr e. — (Abdurrahman Önen di heman komê de, 1/2012)
  2. Darê mirov pê qayîk û belemeyan diajo.

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-îranî *bedre-, ji proto-hindûewropî *bʰedʰ- (kolandin, kolan), hevreha avestayî veder, farisiya kevn veser, pehlewî bîr, belûçî berd, farisî بیل(bîl) û بال‎, soranî بێڵ(bêll, bêl) û بێرک(bêrik). Peyva ermenî beh ji zimanekî îranî hatiye deynkirin.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Navdêr 2 biguhêre

 
Bêr anku dotina bizin û mihan.

bêr

  1. dotina mih û bizinan
    (bi taybetî dema li çêregehê ne, ne li malê)
  2. hewşa li dervî gund ya bi kevir yan bi kerpîçan lêkirî ku pez ji bo dotinê dihê xistin hundurê wê ku peyva bêrîvan qurma xwe ji vê distîne
    bêrîvan pez li bêrê didoşin

Ji wêjeyê biguhêre

  • Ji vê hewşa beyarê ya bi keviran hatiye çêkirin ku pez ji bo dotinê dixinê re hûn çi dibêjin. Li Derdora Stewrê jê re "Bêr" dihê gotin.

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formeke navdêrê biguhêre

bêr nêr (forma pirjimar baran)

  1. forma çemandî ji peyva bar

Herwiha biguhêre

Bikaranîn biguhêre