Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bêhn bêhn
Îzafe bêhna bêhnên
Çemandî bêhnê bêhnan
Nîşandera çemandî bêhnê wan bêhnan
Bangkirin bêhnê bêhnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bêhnek bêhnin
Îzafe bêhneke bêhnine
Çemandî bêhnekê bêhninan
 
Jinikek qesta bêhna gulê dike.

bêhn

  1. Tişta/ê ku mirov bi poz anku difinêdihese.
  2. Hewayê mirov di dev û difina xwe re tîne û dibe.
    Hevmane: nefes, hilm, henase
    • Dem derbas dibû. Ji dûr ve dengê hewtehewta kûçikên gund dihat. Û xalê Cemîl hêdî hêdî ber bi dawiya çîroka xwe ve dihat. Bîstek din wek her tiştî ev çîrok jî bi dawî bibû. Xalê Cemîl gava bêhneke kûr kişand û got; 'Ev çîroka me çû deştê, dê û bavên guhdaran jî cih bihiştî' ev dihat wateya ku ev çîrok jî xelas û bi dawî bûye. — (Mem Farqînî, Ristemê Zal kî ye? [arşîv], xwebun.org07.09.2020)
  3. Demek kurt anku kin.
    Hevmane: bîsk, kêlî
    • Şêx Ubeydullah rojeke ji rojên zor û zehmet, li civateke mezin wiha dibêje: 'Bêhêvî nebin, xwe bernedin, hevdu bigirin. Ji bîr nekin ku wexta reştariya şevê bêhnek beriya berbangê ye'. — (Abdurahman Sever, Berhemên ruhê xwebûnê-4: Şêx Ubeydullahê Nehrî [arşîv], xwebun.org18.11.2020)
  4. bêhnvedan, îstirahet
    • Bîsteke li hêvîya dostê xwe ma ku bêhna wî were ber wî, û dûvre pirsiyara ku ji bo wê hatibû bi dev kir — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 19, ISBN 978-605-2246-80-1)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-îranî *beud-² (bêhn kirin), hevreha avestayî bus- (bêhn kirin), pehlewî boy-, parsî buy-, farisî û zazakî boye, soranî bon, osetî bud. Herwiha bûstan ji heman rehî ye.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.