Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî arezû arezû
Îzafe arezûya arezûyên
Çemandî arezû arezûyan
Nîşandera çemandî arezû wan arezûyan
Bangkirin arezû arezûyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî arezûyek arezûyin
Îzafe arezûyeke arezûyine
Çemandî arezûyekê arezûyinan

arezû

  1. hewes, meyl, bij, dilbijî, mereq, balkêşî, baldarî, daxwaz, xwestek, xwezî, hêvî, hez, hezkirin, viyan, işteh, miciz, mijaj,
    mad, mehd, bijîn, dilçûnê, rexbet, temenî, iştiyak, iqbal, umêd, xwestin, dilxwazî, enteres, balkêşbûn, îşteh, mirûz, awat
    • Mem jî ji xeyal-i rûyê dildar
      Ye'nî ko ji arezûyê dîdar
      Bû dînekê dilpezîrê sewda
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji zimanên îranî, hevreha din ya kurmancî bij/ bijîn / bijandin, soranî ئاره‌زوو(arezû), farisî آرزو‎, pehlewî arjok/averjok, parsî awerjok, pazendî arzû, sogdî abrexş-, avestayî birij... Herwiha bide ber sûmerî 𒀀𒊏𒍪 (a-ra-zu /arazu/: lava, dua, daxwaz, rica).

Werger biguhêre