Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî agir agir
Îzafe agirê agirên
Çemandî agirî agiran
Nîşandera çemandî agirî wan agiran
Bangkirin agiro agirino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî agirek agirin
Îzafe agirekî agirine
Çemandî agirekî agirinan
 
agir

agir nêr

  1. germahî û ronahiya ku peyda dibe dema tiştek dişewite anku disuje:
    Agir tiştek talûke ye.
  2. kuçk yan argûn yan tebax:
    Çayekê dane ser agirî.
  3. şewat, bûyera şewitîna anku sotina tiştekî:
    Tevaya mala wan di agirî de şewitî.
  4. berdana fîşekan yan topan
  5. coş, coşdarî, enerjî:
    agirê dilê min
  6. ta, tagerm

Ji wêjeya klasîk biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Têkilî biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

ji proto-hindûewropî *h₁eh₂ter- (agir). Hevreha soranî ئاگر(agir), hewramî ayir, awir, ar, êr, zazakî adir, farisî آذر(azer) / آدر(ader) û آتش‎ (ateş), tacikî озар (ozar), pertî 𐭀𐭕𐭓𐭅‎ (adur), pehlewî 𐭠𐭲𐭥𐭥𐭩‎ (atur), hexamenişî 𐎠𐎫𐎼 (ātar-), 𐎠𐎫𐎼(ātr-), medî 𐎠𐎫𐎼 (*ātr-), 𐎠𐎰𐎼 (*āθr-), avestayî 𐬁𐬙𐬀𐬭𐬱(aterş), lurî teş, osetî арт (art), peştûyî اور‎(اvr‎) (or), sanskrîtî अथर्वन् (athervan), ermenî այրեմ (ayrem, sotin), sirbî ва̏тра (vatra: agir), çekî vatra, albanî vatër, îrlendî áith, weylsî odyn, umbriyayî atru, latînî āter (reş, tarî). Herwiha bidin ber sanskrîtî अगिर (agira: roj; agir).

Ev peyv ji zimanên îranî bi berfirehî ketiye zimanên tirkîkî û cihê peyva ot (agir) ya tirkiya kevn girtiye yan jî li gel wê tê bikaranîn: osmanî آتش‎‎ (âteş) û آذر‎‎ (âzer), tirkî ateş ("od" ya tirkiya xwemalî hema-hema êdî qet nayê bikaranîn), azerî atəş (li gel od ya esil-tirkîkî), ozbekî otash (li gel oʻt ya xwemalî), kirgîzî аташ (ataş - li gel от /ot/ ya xwemalî).

Ji bilî zimanên tirkîkî, heman peyv herwiha ketiye ermenî (աթաշ /atʿaş/) û gelek zimanên Hindistan û Pakistanê jî: ûrdûyî آتش‎(ātś‎) (atiş), hindî आतिश (atiş)...

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Fransî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

agir

  1. kirin
  2. xebitîn, xebat kirin
  3. tesîr lê kirin