Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê

Portal > Standardkirin > Rêzik

Ev yek ji rûpelên Rêbaznameya Wîkîferhenga kurmancî ye. Tê de rêzik, rênîş an pratîkên hevpar tên danasîn û ravekirin.
Têgih: PÎVEK - RÊNIVÎS - NORM - RÛPELSAZÎ - STANDARDKIRIN - JÊGIRTIN - DENGDAN - JÊBIRIN

Di derbarê standardikirina peyvan de rêzikên ku hene li jêr hatine raberkirin.

  1. Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû (2018) çavkaniya bingehîn e. Çapa nûtirîn a vê kitêbê tê bikaranîn. Wîkîferheng bi temamî xwe girê nade vê kitêbê û di hin peyvan de awayên standard ji vê kitêbê cuda karibin bên nîşandan.
  2. Divê her bikarhêner li gorî rastbîniya xwe peyvê tomar bike û zengînkirinê bike.
  3. Divê li ser bikaranîna peyvê bên sekinîn ku kîjan bêhtir tê bikaranîn. Derbarê awayê peyvekê de çiqas zêde çavkaniyên kitêb an ferhengên rastnivîsînê, ferheng û kovarên zimannasiyê hebin, ew awa wek awayê standard tên pejirandin.
  4. Berî ku dengdanek ji bo peydakirina awayê standard a peyvekê bê lidarxistin, divê hêrî kêm 2 hefte, hêrî zêde mehek li hêviya gotûbêjê were sekinandin. Di van du hefteyan de ku kesek li ser peyvê dest bi nîqaşê nekir, awayê standard a Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû tê pejirandin.
  5. Piştî ku pêvajoya dengdanê dest pê kir, wê Rêzikên dengdanê bên sepandin.