Wîkîferheng:Dîwan/arşîv 2020

arşîv 2019 ← Arşîva 2020an ya Dîwana Wîkîferhengê 2021

Sala we ya nû 2020 pîroz be!  --Ghybu (gotûbêj) 02:46, 1 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Sala te jî pîroz be brocan    -- Şêr (gotûbêj) 06:42, 1 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ya we hemiyan bi xêr û xweşî be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:48, 1 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bersiv ji bo rojnameyên kurdî biguhêre

Hevalên hêja merheba; Wek hûn dizanin, li ser medyaya civakî hesabên me hene ku em danasîna wîkîferhengê dikin. Li wir niha rojnamevanên medyaya kurdî bi me re ketin têkiliyê û dixwazin hevpeyvînê bikin. Ji me hate xwestin ku li ser Whatsappê bikevin têkiliyê lê me got ew derfeta me nîne lê eger yek ji we bixwaze em dikarin têkiliya we deynin. Ji bilî vê hinek pirs ji me kirin ku em bibersivînin. Ji kerema xwe re hûn dikarin bersiv û şiroveyên xwe li ser van pirsan binivîsin ?

Merheba hevalno, rojnameyvan Bilal Gundem, peywendî bi min re jî çêkiribû û min ev bersivên li jêr jê re şandibûn. : --Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

pirsên rojnamevan;

  • Niha teqrîben 800 hezar peyv hene, hedefa we milyonek peyvên Kurdî ye. Ji kengî we û bi çend kesan hûn li ser Wîkîferhengê dixebitin?
Jixwe mîlyonek peyv armanc û hedefeka sembolîk e. Bo balkişandina ser Wîkîferhengê, xwebaweriya Kurdan bixwe ya li ser zimanê xwe. Meriv dikare bêje tiştê ku WîkÎferhengê ji destpêkê ve pêk aniye ev tişta ye: Tu kêmasiya Kurdî ji zimanên din tune. Ew di platform û dinyayeka(dinyaya ferazî, dinyaya sanal de) azadtir de dikare eynî mÎna zimanên din ên serdest cihê xwe, li rêzên pêş, bigire. Gava Kurdî ji zext û sînoran xelas bibe, ew ê ji zîncîr û bendên li dor tê gerandin jî xelas bibe. Hedefa mîlyonek û di rêzên pêş de cihê xwe girtin, ê vê xwebaweriyê bide Kurdan bixwe. Wekî din, ji çendaniyê zêdetir çawanî hedef û armanca pêştir e. Em dixwazin Wîkîferhengê bo her zimanî bikin çavkaniya yekem. Em dixwazin naveroka peyvan, biwêjan, gotinan baştir û çêtir bikin. Loma kesên pispor, kesên ku di her zimanî de dikarin tiştekî li wîkîferhengê zêde bikin bikarin bi me re bibin alîkar. --Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
  • Piştî "Yek Milyon peyvên Kurdî" hedefa Wîkîferheng çi ye?
Ji armanca yek mîlyon peyvan şûnde, armanca me, wek min li jor goti, baştir kirina naveroka ferhengê ye. Hin ziman di wîkîferhengê de bi gelek peyvan hene, hin ziman hîn tenê bi çend peyvan hene. Wek mînak, van rojan bi alîkariya Husein Muhammed em peyvên Fînlandî di Wîkîferhengê de zêde dikin. Di demeka nêzik de WîkÎferhengê bo ferhenga Fînî-Kurdî jî ê bibe yek ji çavkaniyên serektir. WîkÎferheng bo etîmolojî, bo mînakdayîna literatûrî, wêjeyî jî çavkaniyeke gelek dewlemend e. Ji vî alî ve jî em wîkÎferhengê dewlemendtir dikin. Meriv ya rast bibêje, karên ku hewce bi alîkariya gelek kesan, kesên zana û pisporan heye, karê bi salan hîn jî li pêş me ye. --Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

  • Ji xeynî lêbarkirin û lêzedekirina peyvan di nêzîhevbûna zarava û şêwezarên Kurdî de Wîkîferheng dibe pirrek. Ji bo ew pir hê aktîftir û qewîtir bibe mirov dikare çi bike?
Bo nêzikkirina zareve û şêwazerên Kurdî, Wîkîferheng jixwe kêm zêde tiştinan pêk tîne. Wek mînak me gelek peyvên Erebî-Kurdî him bi elfabeya Erebî-Kurdî, him bi elfebaya Latînî Kurdî şÎrove kirine. Kesên ku dixwazin elfebayên Kurdî û Erebî bide beramberî hev dikarin Wîkîferhengê ji xwe re bikin alîkar. Di Wîkîferhengê de şîrove û wergerên di nav zareveyên Kurdî de jî, hin caran bi etîmolojiya wan ve, tên kirin, bi vî hawî meriv dikare ji xwe re bike alÎkar.--Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
  • Karê hûn dikin xuyaye bi hewl û hewesa çend kesan bi rêve diçe, û karûbar li ser pişta wan e. Gelo zimanên ku di nav vê platformê de aktîf in, ew jî bi vî rengî bi saya çend camêr û canikan hene an sazî û dezgeh li pişt wan in?
Karê ku tê kirin, bi hewldan û cehidandina çend kesan tê kirin. Kesên ku bi hawiyekî aktîf tê de kar dikin, bi giştî li derdora 10 kesan maye. Lê berhem û karê ku beramberî vê pêk hatiye tiştekî bêhempa ye. Meriv dikare bibêje WîkÎferheng, Wîkîpediya bi giştî bi vî hawî tên bi rê ve birin. Wek mînak yên Îngîlîzî, Almanî û ên din bi giştî xwebexşane, bi tevkariya kesên dixwazin tê bi rê ve birin. Lê di vî warî de dezavantaja Kurdî kêmasiya kesên ku bikarin bibin alÎkar e. Wek tê zanîn xwendin û nivîsandin di nav Kurdî de bo şert û mercên tên zanîn kêm e. Loma li gor zimanên din Kurdî di rewşeke bi dezavantaj de ye. Wekî din, dabeşbûna zareveyî û sÎnorî û alfebeyî jî dîsa derdikeve beramberî me. Lê dîsa jî kî bixwaze bibe alîkar dikare bi hawiyekî bo vê projeyê bibe alÎkar--Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Felicisx, Bibliophile, Hêjaxanim, Pispor, IbrahimKocher Duhok, Gomada, û Ghybu: , @Ferhengvan, IbrahimKocher Duhok, û Ferhad Kurdi:

--Mohajeer (gotûbêj) 10:46, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Wiki Loves Folklore biguhêre

 

Hello Folks,

Wiki Loves Love is back again in 2020 iteration as Wiki Loves Folklore from 1 February, 2020 - 29 February, 2020. Join us to celebrate the local cultural heritage of your region with the theme of folklore in the international photography contest at Wikimedia Commons. Images, videos and audios representing different forms of folk cultures and new forms of heritage that haven’t otherwise been documented so far are welcome submissions in Wiki Loves Folklore. Learn more about the contest at Meta-Wiki and Commons.

Kind regards,
Wiki Loves Folklore International Team
— Tulsi Bhagat (contribs | talk)
sent using MediaWiki message delivery (gotûbêj) 06:14, 18 kanûna paşîn 2020 (UTC)
[bersiv bide]

Teknîkî: Şablonên "rastnivîs" û "guharto" biguhêre

@Ghybu, Şêr, û MikaelF: Dema mînak li bin "guherto"yan zêde dikim, heta niha wekî li têkel û firokeyê tê dîtin, şablona "{ {rastnivîs|X}}" bi kar anîm. Di şablonê de ev hevok derdikeve: Ji bo guhartoya rastnivîsî binêre X. Ji ber vê jî min bêdilî xebitand. Wekî min di gotûbêja zilam de nivîsand, ev rasterast girêdayî "beralîkirin"ên Wîkîferhengê ye ku ew jî pirsgirêkên rastnivîsiyê derdixe holê: Ji ber kîjan referansê guhertoyek wekî bingeh tê hilbijartin û yên din ber bi wê têne beralîkirin? Lê bîska din pêrgî şablona "{ {guharto|X}}"yê hatim ku li behîfê bi kar anîm ku bi vê şablonê ev hevok derdikeve: Guhartoyeke X. Dema ez van her du şablon li ber hevûdin dadînim, ya çêtir a duda xuya dike û subjektîfî kêmtir dike (heta saziyeke fermî tune be, bawer im tu carî em ê nikaribin sedî sed bibin objektîf). Niha ya meraq dikim, ji aliyê hebûnê ve armancên van her du şablonan çi ne, bi kîjan aliyê ve jev vediqetin? (Heke cudatiyeke berbiçav tune be, dilê min heye, êdî şablona dudan bi kar bînim û heta ji dest tê, yên din jî bînim ser vê.) --Jiju (gotûbêj) 11:28, 21 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ji bo gotûbêjeke têkildarî vê pirsgirekê jkx li vê derê binerin.--Jiju (gotûbêj) 11:46, 21 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Rêbaznameya fermî ya Wîkîferhengê biguhêre

Dem baş ji we hemûyan re. Min xwast îro behsa rêbaznasiya wîkîferhengê bikim. Qasî ez dizanim vêga rêbaznameyên me yên fermî tune ne. Bo nimûne wek ya inglîzî: Policies and guidelines. An wek ya tirkî: Vikisözlük resmî politikaları. Ez vê wek kêmasiyeke cidî dibînim. Di bin banê van rêbaznameyên wîkîferhengên dinê de gelek agahî û rêzikên girîng tên diyarkirin. Yek ji yên herî girîng jî krîterên lêzêdekirinê ne. Gelek caran hevalên nû tevlî me dibin herî pêşî pirsa vê dikin. Wê demê bi piranî em an li gor xwe bersiv didin, an jî berê wan didin rêbaznameyên wîkiyên dinê, nexasim ya inglîzî. Lê herdû awa jî çareyên awarte ne. Divê em vê girê standardekê bikin. Em jî ji xwe re rûpeleke fermî ya rêzik û rêbaznameyan ava bikin. Helbet li gor rewş û şertên xwe binirxînin û rêzikan wiha deynin. Bo mînak tê de krîterên lêzêdekirinê, şêwaza gotaran, rênivîsa standard, şertên beralîkirinan û wd. gelek tiştên hewceyî diyarkirinê ne tomar bikin. Dê ev bi raya min prestîja wîkîferhenga me jî bilind bike. Hûn çi difikirin? Silav û serkeftin. @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Balyozxane, Gulsumake, û Hêjaxanim:Pispor (gotûbêj) 17:48, 22 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bi rastî jî divê rêbaznameyeke hebe da ku ji bo destpêkê agahiyeke/fikreke hevpar bide bikarhênerên nû. Her wiha, em dibînin ku ji aliyê îstatîstîkê ve Wîkîferheng roj bi roj cihê xwe bilindtir dike. Wîkiyek hewqas mezin û bêrêbazname, li hev nakin. Wekî her tiştî em wekî mînak Wîkiya îngilîzî bigirin dê baş bibe lê bo "destpêkê" ya tirkî jî dikare alî me bike. --Jiju (gotûbêj) 18:38, 22 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez jî li gel we hevbîr im ku rêbaznameyeke me divê hebe. Kî dixwaze dest bi amadekirinê bike? Li ser rastnivîsînê ji xwe min berê ev hazir kiribû [1]. Lê beşên din jî divê bên nivîsîn. Herwiha ev beşa rastnivîsînê jî hewceyî dengdanê ye. Eger hinek kêmasî tê de hebin, kerem bikin min agadar bikin, ez ê rast bikim. --Ferhengvan (gotûbêj) 20:47, 22 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Pêşnîyazeke baş e ku dikare rê li ber sergêjîyên bikarhênerên nû bigire, ji bo wan (me jî) bibe alîkar da ku em/ew li gorî rê û rêbazên qebûlbar tevbigerin. Ez bi xwe piştgiriyê didim vê fikrê. --Bibliophile (gotûbêj) 15:58, 23 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi qenaeta min jî fikreke rast e ku em rê û rêbazan diyar bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:23, 23 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Li gor min jî divê rêbaznameya me ya fermî bibe. Lê kî yê qerar bide û binivîse? --Balyozxane (gotûbêj) 21:03, 25 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Balyozxane, Gulsumake, û Hêjaxanim: Hevalên hêja ji bo wîkîferhengeke profesyonel ev karê rêbazname gelek girîng e û divê em biryarekê bidin, kak @Ghybu: gelo ji bo fermîbûna vê rêbaznameyê rê û nîşan çi ye ? Mohajeer (gotûbêj) 18:40, 13 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Xebera te ye. Em ê çawa bikin?--Balyozxane (gotûbêj) 19:07, 13 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
bnr. Wîkîferheng:Rêbazname û Gotûbêja Wîkîferhengê:Rêbazname--Balyozxane (gotûbêj) 19:39, 13 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Beşa "Ji" biguhêre

Silav, ez ê bi botê navê beşa "Ji" bigerînim ji ber ku beşa "Ji" rind nayê fêm kirin. "Etîmolojî" çito ye? An jî navekî din: pêşniyaz? Erê? Na? Nêrînên we?@Şêr, Ferhengvan, Pispor, Bibliophile, Jiju, û Ferhad Kurdi:--Ghybu (gotûbêj) 22:21, 3 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Ghybu: Etîmolojî baş e, piraniya wiktiyên din jî wê peyvê bi kar tînin. --Ferhengvan (gotûbêj) 22:27, 3 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan: OK! Beşa "Jê" (Derived terms bi îngilîzî) jî bigerîninê?--Ghybu (gotûbêj) 23:46, 3 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
Etîmolojî an jî tenê "Reh(nasî)" bi min ji navê "Ji"yê çêtir e. Lê bi min pirsgirêkek mezin di navê "Jê"yê de tune ye. Lê heke bo fambartir bibe, dibe ku em li ser navên wekî "Jê pêkhatî/dariştî/çêkirî/wd" bifikirin. Silav û rêz. --Jiju (gotûbêj) 09:15, 4 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ghybu. Helbet etîmolojî jî dibe, lê "Rehnasî" be bi min çêtir e. Bo nimûne wîkîferhenga farisî (wîkîvaje) "ریشه‌شناسی"(rîşeşînasî) ango rasterast bi kurdî "rehnasî" bi kar tîne. Ne şaş bim "wîkamûs"a erebî "الأصل والاشتقاق" ango "esil û dariştin" bi kar tîne. Herwiha ya tirkî jî "köken" ango "reh" e. Gotina min ew e; têgiha "etîmolojî"yê û cûreyên wê di piraniya wîkîferhengan de wek serdest bixwiyê jî, alternatîf jî hene, lewre bi ya min em jî "rehnasî"yê bi kar bînin tê baş be. @Ferhengvan, Jiju, Bikarhêner, û Balyozxane:Pispor (gotûbêj) 14:01, 4 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi min "Jê" baş tê fehmkirin ka mebest çi iye. Li cihê "Etîmolojî" bi min "Rehnasî" ne baş e ji ber ku "reh" di heman demê de tê wateyê rehê lêkeran jî anku ew forma ku mirov pêşgir û paşgiran pê ve dike, bn.: kirin > kir > -k- > di-k-im, na-k-e, bi-k-in...Ev peyama bêîmze ya Ferhengvan (gotûbêjbeşdarî) e. 15:15, 4 sibat 2020‎
Silav Ferhengvan Mamoste dema min peyva rehnasî pêşniyaz kir, pirtûka te ya Rehnas hat bîra min ku wekî pirtûka pîroz a zimanê kurdî bi kar tînim:)) û niha te gotiye peyva "rehnasî" li etîmolojiyê nayê. Hişê min piçekî tevlihev bû. Gelo ji ber sedemên qanihtir, tu êdî bi rexneyî nêzî bikaranîna vê peyvê dibî? --Jiju (gotûbêj) 12:06, 6 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hêja @Jiju: "Rehnasî" ne zêde xirab e. Lê di kurdî de mirov gelek caran behsa "rehên lêkeran" (verb stems) dike. Loma bi mebesta tevlihevkirinê, ez dixwazim ku em peyva "etîmolojî" li cihê wê bi kar bînin gava ku em behsa etîmolojiyê dikin. --Ferhengvan (gotûbêj) 13:53, 6 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]

Lîsteyên peyvên kurdî ku alîkarî dixwazin biguhêre

--Ghybu (gotûbêj) 23:45, 9 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav :), niha min dest bi lêzêdekirina cureyên lêkeran kiriye. --Şêr (gotûbêj) 22:06, 10 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas :)--Ghybu (gotûbêj) 22:07, 10 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ji bo te jî cano :) --Şêr (gotûbêj) 22:12, 10 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]

Zaravayên kurdî biguhêre

@Xwedêda, Balyozxane, Pispor, Jiju, Bikarhêner, Ghybu, û Ferhengvan: Hevalên hêja ji bo tomarkirina peyvên zaravayên din, sîstema me baş xuya nake, yanî divêt bi pîtên aramî em sîstema xwe bihêz bikin. Gelek peyvên soranî bi pîtên latinî hatine tonarkirin, divêt ew jî wek zimanek bihên tomar kirin her wiha peyvên kelhûrî dê werin tomar kirin, divê ji bo vê em amadehiyên xwe bikin. Me peyvên zazakî an kelhûrî wek pêvek li serrûpelê weşandine. [2] ev peyva kelhûrî min wiha tomar kir lê divê wek zimanek bê tomar kirin. Xizmeta ferhenga me divê bigehe hemû zaravayan an jî zimanên kurdan. Ji bo alîkariya teknîkî hewce ye, em çi bikin ? Mohajeer (gotûbêj) 14:51, 11 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Merheba @Mohajeer: @Xwedêda, Balyozxane, Pispor, Jiju, Bikarhêner, Ghybu, û Ferhengvan: Birayê ezîz, kekê Mohajeer min gotarê hinekî sererast kir, ji kerema xwe dikarî lê binêrî: ناو. Ger koda zimanê wek "sdh" têkevî rast dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:13, 19 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Kodên zimanan
ckb = soranî
diq = zazakî
hac = hewramî
kmr = kurmancî
lki = lekî
sdh = kurdiya başûrî (kirmaşanî/kelhûrî)
Ji bo zimanên din, bnr. Modul:ziman/dane
--Ghybu (gotûbêj) 23:00, 19 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Gelek baş çêbûye, spas Mohajeer (gotûbêj) 15:07, 20 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Awayên standard ên peyvan biguhêre

Merheba hevalê hêja. Xebatên te yên ji bo kurdî baş in. Lê gor qenaeta min ji aliyê standardan ve cihê ku tu lê yî piçekî dûrî standardan e. Ji ber ku di piraniya ferhengên Bakuriyan de - ku standarda kurmanciyê ji aliyê bakuriyan ve tê danîn - mîsalen peyva sûnd wek sond tê nivîsîn. Di ferhengan de jî wisa tê qeydkirin (Ji bo nimûneyan binêre Ferhenga Zana Farqînî, Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din, Ferhenga TDKyê ya Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî û gelek ferhengên din). Min tenê peyva "sûnd" wek mînak nîşan da, lê belê gelek peyvên din jî bi vî awayî ne.

Herwisa nizanim ku tu ji kîjan beşa Kurdistanê yî, û nizanim ku tu li ku mayî jî, lê belê divê diyar bikim ku bi rastî peyvên te piçek devokî ne. Ji xeynî vê te li cihekî jî wek sedem diyar kiribû ku ew peyv di klasîkan de jî wisa derbas dibe. Di vê meseleyê de jî dixwazim vê yekê bibêjim ku ziman herdem diguhere, bi derbasbûna wextê re hin peyvên nû tevlî zimanê me dibin, hin peyv jî manen diguherin, hin peyv jî bi temamî winda dibin, nayên bikaranîn. Lewra mirov nikare bibêje ku ji ber ku ev peyv di klasîkan de wisa derbas dibe divê bi vî awayî were nivîsîn. Herwiha "rastî"ya ziman girêdayî gelek krîteran e. Nimûneten peyva "unwan" ku peyveke kurdî yê riherebî ye ango ji zimanê erebî hatiye deyngirtin. Ger krîtera me ya "rastbûn"ê tenê bibe "awayê eslî / orijînal" divê wê demê em vê peyvê wek "unwan" bi kar bînin, lê di ferhengan de wek "inwan" hatiye qeydkirin. Ango dixwazim bibêjim ku divê em krîtera "rastbûn"a peyvan tenê girê nedin awayê eslî, ji ber gelek taybetiyên din ên zimanê hene ku yek ji wan jî "guherbari"ya wê ye. Herwisa zimannas hewla "zêde rastkirinê" wek hîperkrektî (Ji bo agahiyên derbarê hîperkorektiyê de binêre https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/) bi nav dikin ku ev yek car caran zirarê dide zimanê mirov. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:03, 24 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Bikarhêner: Spas ji bo vegotina te. Ez tê gihiştim. Lê, keko, bi ya min hûn gelek dûrî standardan e. "Rastnivîs" tête çi maneyê? - "Nivîsa rast". Ku hûn wiha dewam kin hûn ê zimanê me parçe kin. Jixwe ez dibêjim "sond", u nabêjim "sûnd", lê "sûnd" ji bo rastnivîsê çêtir e ji ber ku ew guherto hemî devokên me dikite yek. Kirmancên badînî jî bipiranî bi herfên erebî dinivîsin, loma ew ji herfên latînî dûr in, u ji ber vê yekê jî pir kes berê xwe nadine nivîsên wan ên bi herfên erebî.
Celadet Elî Bedirxan jî di pirtûkên xwe da "hûn" wek "hon" ji bo rastnivîsê pêşkêş kiriye. Lê niha em çi dibînîn? Em "hon" bi kar nayînîn; "hon" belkî bilêvkirina wî bû. Kirmancên rojhilatê dikarin "û" wek "wî" (ü) bixwînin, u "o" li hin deran wek "û". Peyva "kirm" u "kirmanc" jî bi devokê min "kurm" u "kurmanc" e, ji ber ku ev "i" li paş herfê "k"yê dibite "u". Di edebiyata klasîk da jî "kirmanc" bû. Em dibêjîn "kurd", lê em nabêjîn "kurmanc" (devokî); em dibêjîn "kirmanc".
Te wekî din jî got ku ez zêde rast (hîperkorekt) dinivîsim. Nexêr, min wek mînak guhertoyên peyva rîspîyê yên hîperkorekt jî pêşkêş kirine. Navê te jî hîperkorekt e, hevalê min. Ne "bikarhêner" e; "bikarîner" e.
U tiştekî din jî ev peyva "unwan" ku te ji bo nimûneyekê nivîsî nerast e, u bi erebî jî ne "unwan" e. Here kontrol bike. Di edebiyata klasîk da jî "inwan" bû. - Hakîmo (gotûbêj) 10:54, 25 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Keko esasên meseleya ku em li serê li hev nakin ev e ku zimanê me gihîştiye standardekê, belê standardeke ji yê miletên din kêmtir e û ne ji sedî sed e. Jixwe di miletên din de jî dereceya standardbûnê helbet ti carî nagihîje 100%-yê. Lê wek ji berheman jî diyar e kurmanciya Bakurê bi dereceyekê gihiştiye standardekê. Îca ger em Badînî bigirin dest, Badînî negihîştiye standardeke, jixwe nivîsîna bi tîpên latînî jî rind nizanin. Her yek bi serê xwe ye. Ger em bi navê "danfamkirina bi badîniyan" wek krîter esas bigirin wê kurmanciya bakur tevlîhev be, teqez wê berbad be. Yanî badînî îro ji bo nabin krîterekê. Ger em dewleteke ava bikin em wê gavê bifikirin ku wê çawa be, lê yekkirina zimanê kurdî (an zimanên kurdî) an zarava - devokên kurdî îro şaş e, wê tenê zerarê bide. Tiştê ku em dibêjin ne yekkirina ziman - zarava an devokên zimanê kurdî ye, ez dixwazin ku awayê standard yê zimanê nivîskî ya kurmanciyê bi kar bînin, qeyd bikin ser vê ferhengê (mexseda me ya ji bo kurmancî ev e, helbet peyvên bi soranî, zazakî û zaravayên jî em li ser vê ferhengê qeyd dikin û ji bo wan jî armanca me ew e ku em awayên wan ên standard bi kar bînin di gava qeydkirina wan a li ser vê wîkiyê). Herwiha dixwazim diyar bikim ku tu di heyatê xwe rojane de ger ji bo peyvekê çi bibêjî bêje, lê gava wan peyvan qeydê ser vir dikî ji kerama xwe balê bide ku awayê standard yê nivîsînê qeyd bikî vir. Helbet em di vir de awayên din ên peyvê jî diyar dikin û ji bo wan beralîkirinekê datînin. Ji xeynî vê dixwazim tiştekî din jî diyar bikim ku em li gor çavkaniyan diçin. - Helbet her "çavkanî" jî ne çavkanî ye. - Em hewl didin ku li ferhengan, li kitêbên rastnivîsînan binêrin û bi vî awayî peyvan qeydê ser ferhengê bikin. Ger me di hin peyvan de vê yekê nekiribe jî, divê van şaşiyên me jî hûn kontrol û sererast bikin. Her yek ji me li vir wezîfedar e ku li ferhengê miqate be. Lê wekî ku min got ger em hewl bidin ku badînî û kurmanciyê bi hev re standardîze bikin wê kurmancî jî badînî jî ji vê yekê zirarê bibîne. Ji bo çareserkirina meseleya soranî û badîniyê çendîn metodên din hene. Mîsalen dixwazim vê yekê jî bipirsim ka peyva "hêştir" ser kîjan ferhengê / ferhengan wek "hiştir" dibore? Ji kerema xwe li çend ferhengên mezin ên kurdî yên pêbawer û kitêbên rastnivîsînê binêre û peyvan dû re li gor wan qeyd bike. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:56, 25 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Em kirmancî parçe kîn? Temam, min nedizanî ku niyeta we ew bû. Em hingê ferhengekê ji bo badînan (kirmancên rojhilatê) ava kîn u yekê ji bo kirmancan (kirmancên navendî/rojavayî) ava kîn. Yan jî em kirmancên navendî u yên rojavayî jî veqetînîn. - Hakîmo (gotûbêj) 21:08, 25 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Em tiştekê parçe nakin, jixwe ji hev cuda ne. Awayê badînî û awayên din ên berbelav jî dikarî li vir zêde bikî, lê ne wek awayê standard. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:03, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Erê, cihê ne, lê ne ewqas. Jixwe ez kirmanciya Ehmedê Xanî u Melayê Cizîrî fehm dikim - ne ewqas cihê ye mîna ku tu dibêjî - wan jî bi kirmanciyeke sade u pak nivîsandine, yanî mirov jê fehm dikit. Kirmanciya xeberan, çawa bêjim, her ku ez li wan guhdar dikim, kenê min têt. Ez kirmancên Hekariyê u Botanê (xaseten mirovên ixtiyar) ji wan xweştir fehm dikim, ji ber ku zimanê wan sade ye. Devokê min jî ê rojavayî ye. Hakîmo (gotûbêj) 07:40, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Keko me dîsa li hev nekir. Ji kerema xwe li çend ferhengên mezin ên kurdî yên pêbawer û kitêbên rastnivîsînê binêre û peyvan dû re li gor wan qeyd bike. Û wek awayê standard bila yek peyv hebe, yên din jî bila werin beralîkirin. Qene bila ji bo peyveke ji yekî zêdetir peyv wek awayê standard neyên qeydkirin. Herwiha ger jixwe peyveke wek standard hatibe qeydkirin, û ku tu wê peyvê wek ne standard bibînî, ji kerema xwe ser gotûbêja peyvê nîqaşeke bide destpêkirin û dû re ger di dawiya encamê de yê ku tu diyar dikî wek standard were qebûlkirin (bi dengdaneke an bi diyarkirina fikran) wê gavê em awayê wekstandarddiyarrkirî biguherînin. Nexwe nabe ku em tev li gor nerînên xwe hereket bikin. Du krîterên esasî ên wîkiyan "biçavkanîbûn" û "bihevrebiryargirtin" e. Ev jî ji bo qenciya me û qenciya ferhengê ne. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:34, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Gotûbêjê bar dikim ser Dîwanê, ji ber ku meseleyeke giştî ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:43, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder: Hûn çi difikirin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:50, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Temam, lê ko ev bikarînerên han sif ji navendê u rojavayê bin, hingê qet çênabit. Hakîmo (gotûbêj) 09:14, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Xebera te ye, bira. Hakîmo ji "standarda zimên" fêm nake. Guherandinên wî jêbibe heke ne li gorî standarda zimên bin. Dibêje "kirmancî" ew çi ye yanî jkx.--Balyozxane (gotûbêj) 10:13, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: "kirmancî" yanî "kürtçe" ye. -- Hakîmo (gotûbêj) 10:20, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: 63 hejmaran kovara KURMANCÎ 1 hene, bira niha em dev ji wan berdin û bibêjin kirmancî? --Balyozxane (gotûbêj) 10:23, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Ez nabêjim "kirmancî" bibêje; ez dibêjim "kirmancî" kevntir u rasttir e, jixwe piraniya xelkê rojhilatê dibêjin "kirmancî" u di edebiyata klasîk da jî wisa ye. "kurd" heye u "kirmanc" heye. Ez jî dibêjim "kurmanc", lê ez wisa nanivîsim. Hakîmo (gotûbêj) 10:28, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo:

Hakîmo ji "standarda zimên" fêm nake.

--Balyozxane (gotûbêj) 10:31, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Em mîna mezinan bipeyvîn. Weng nabit, heval, eyb e. -- Hakîmo (gotûbêj) 10:34, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Eyb eyba te ye, bira. Tu çima xwe hertim dispêrî wêjeya klasîk û yên rojhilatiyan? Çima carekê jî nabêjî niha her kes wisa dinivîse? Çima nabêjî li bakûr 15m kurmanc hene li Dihok û rojhîlat belkî 4m jî tunne? Çima nabêjî êdî zanko û beşên kurdî hene hinkî ji wan sûd wergirim? Di wêjeya îngilîzî de Beowulf heye salên 900î hatiye nivîsîn, Shakespeare salên 1500î de jiyaye. Ti kes hene di wiktionary-ê de dibêjin em wek Shakespeare binivîsîn? Tu çima îmana me diçikînî? Tu jî jkxr hinkî ji me fêm bike. Ew evîna zimanê rêkûpak ji kû tê jkx dev ji wan gotinan berde û were em zimanekî standard bi kar bînin. Bes.--Balyozxane (gotûbêj) 10:43, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Di wêjeya îngilîzî de Beowulf heye salên 900î hatiye nivîsîn, Shakespeare salên 1500î de jiyaye. Ti kes hene di wiktionary-ê de dibêjin em wek Shakespeare binivîsîn?. Inglîzî gelek guheriye. Tu behsa "middle English" u "old English" dikî. Zimanê edebiyata me yî klasîk (ji xeyrî hin peyvên erebî u farisî) hîn bi kar têt. -- Hakîmo (gotûbêj) 10:50, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Hey çavê wî xwaro, eynî wisa. Inglîzî gelek guheriye. Her wiha nivîsîna kurmancî jî gelek guheriye. Demekê bi devoka hekarî gelek kes nivîsî û xelas. Niha bi awayê standard her kes hewl dide ku binivîse. Tu jî jkxr hinkî hewl bide.--Balyozxane (gotûbêj) 10:55, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane:Hey çavê wî xwaro, eynî wisa. Ez çi dibêjim tembûra min çi lêdixit. Birayê min, hinekî mîna mezinan bipeyive. Em ne zarok în qey. Hakîmo (gotûbêj) 11:01, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Min bibore lê roja ku tu ji zimanê standard fêm bikî ez ê jî mîna mezinan bi te re bipeyivim. Niha wekî ku tu zarok î em ji te re behsa zimanê standard dikin.--Balyozxane (gotûbêj) 11:06, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, Ghybu, Şêr, û Ferhengvan:
Axiftina Balyozxane li dijî min: Niha wekî ku tu zarok î em ji te re behsa zimanê standard dikin. Hakîmo (gotûbêj) 11:17, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo, Ghybu, Şêr, û Ferhengvan:
Vandalîzma Hakîmo li ser wîkîferhengê [[3]], 2, 3, 3
@Balyozxane: min ew 3 jê biribû. -- Hakîmo (gotûbêj) 11:35, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Merheba hevalên hêja; Hevalê @Hakîmo: ez di jiyana xwe ya rojane de bi badînî diaxivim, min ji dê û babê xwe wiha dîtiye. Lê ji bo standardîzebûna ziman hewce ye em xudan-devok fedakariyan ji bo zimanê xwe biken. Eger her kesê xudan-devokek bibêje, devokê min standarttir e, wê demê zimanê kurmancî namînît. Elbete peyvên di pirtûkên klasîk de diborin divên bên qeyd kirin û ez jî di wê fikrê de me ku ew peyv werin bikaranîn. Lê ez vê jî dibînim ku ziman tiştekê zindî ye, her diguherît. Devoka min Badînî nêzî Îranê ye û ez bawer dikem ji botanî,serhedî bêhtir nêzîkî zimanê Avestayê ye jî. Lê ziman diguherît, mirov neşêt bibêjît kîjan devok rasttir e. Bi fikra min devokê me yê Badînî ji ber sedemên cografîk nêzî soraanî ye jî nêzî farisî ye jî, em dişên delîlan jî rêz biken. Mînak eger tu li Hekarî bi taybetî li Şemzînanê bigerî tu dê bibînî ku gelek tesîra soranî li ser vê herêmê heye, her wisa tu biçî Urmiyeyê(badînî ne) tu dê bibînî ku tesîreke dîtbar ya farisî li ser kurmanciya herêmê heye. Ji bo peyvan ez dişêm vê bibêjim ku ji bo me peyva standard peyva biçavkanî ye, eger di pirtûkên klasîk de tenê hebît, ew peyv standard e. Eger wêjevan û zimanzanên nûjen bi delîl di pirtûkên xwe de peyvek dî wek standard nîşan biden, ew peyv standard e. Ji ber vê ez dibêjim ziman zindî ye. Nifşên nû belkû peyvên me qebûl neken û li gor delîlan peyvên nû bipejirînin.Li gel silavan Mohajeer (gotûbêj) 12:54, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Wek din dixwazim vê jî bibêjim ku wîkîferheng di rêzbûna dinyayê de dibe ku bikeve asta 10ê [4], em bihevra hişyar bin û hevalên nû tevlî vir bikin Mohajeer (gotûbêj) 13:00, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Mohajeer: Ez kirmancî u soranî wek du zimanên cida dibînim. Ez naxwazim ku em soranî u kirmancî bikîne zimanekî ("zimanê hewbeş"), çunkî jixwe çênabit ji ber ku ew du zimanên cida ne. Mîna swêdî u danmarkî, ew jî du zimanên cida ne. Ereb jî ji bo standardê erebiya Quranê bi kar tînin. Ez jî dizanim ku ziman zindî ye u diguherit. Meselen paşgira "-it" e kirmancî. Em dikarîn vê paşgirê wek "-i", "-e", "-î", "ît" hwd bixwînîn, lê divêt em wek "-it" binivîsîn. paşgira "-t"yê ya zimanê frensî jî pir caran nayête xwendin, lê tête nivîsîn. Wekî din çi bêjim, ez nizanim, lê gotina te jî rast e. Divêt em bifikirîn... Hakîmo (gotûbêj) 13:25, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: bi rastî ji bo peyva kurdî ez jî li gel te me ku zimaneke wisa tine ye, zimanên kurda hene.Ji bo vê ez neşêm tiştekî bibêjim. Wek din bawer bike ez ji te bêhtir dixwazim ku badinî bibe kurmanciya standard lê divê mirov hinekî realîst be, nifûsa zêde çawa diaxive, standardîzebûn jî li gorî wan çêdibe. Ji bo tevahiya Kurdistanê jî ev wisa ye ku tu dibînî li Başûr zimanê serdest Soranî ye, malbata barzaniyan kirmanc e lê neşiyan zimanê xwe bikin zimanê serdest, çûnkî rastî li pêş çav in. Soran ji wan bêhtir in. Li vir jî divê aliyek înadê berde û tevlî aliyê din be ji bo standarîzasyona kurmancî. Tenê ji we dixwazim hevdu neêşînin, bi rehetî, dilgermî em bihevra biaxivin, çi tişt nîne ku bi axiftinê çareser nebît. Silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 15:14, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Mohajeer: Min negot, em badînî bikinî standard. Meselen ez naxwazim "hûn" bibite "hün" yan "hwîn", mîna badînî. Spas ji bo nêrîna te u rêzgirtina te. Xwedê ji te razî bit. Mixabin hin kes bi min ra tehl deng dikin. -- Hakîmo (gotûbêj) 15:58, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav û dembaş hevalno. Ez hinekî dereng ji niqaşa agahdar bûm, min jî xwest çend tiştan bibêjim. Li berî her tiştî, jixwe li vir em çend kes in ku bo Wîkîferhengê dixebitin û dixwazin naveroka wê baştir bikin. Loma, hewceya me bi xebat û keda herkesî heye. Lêbelê, gerek ew xebat û tevkarî li gor standart û rêbazan bin. Wek mînak, gotarên ku ji zû de ye di bin sernavekî de hatine çêkirin, gerek ji dû niqaş û lihevkirinan re, bên guheztin guhertoyeka din. Min hinekî çav li guherandinên kek @Hakîmo: gerand û ew guhertinan gerek ji dû niqaşan re bên kirin. Wek mînak, em jî devoka xwe de "payîz"ê wek "peyîz" bi lêv dikin. Lê nivîsandina "payîz" hema bêje êdî bûye standart. Loma sernava bingehîn "payîz" û "peyîz" li wê bê beralîkirin baştir e. Ji ber ku ew baştir e. Eger em dixwazin Kurmancî di Wîkîferhengê de êdî wek Kirmanc binivîsin, gerek ew ji dû niqaşan re bibe rêbaz. Ew bo "xûn/xwîn", "biheşt/bihuşt", "hilatin/hilhatin" jî wiha ye. Bo van guhertinan, gerek yek bi yek niqaş bên kirin û ji dû re guhertin bên çêkirin. Jixwe standarta wîkî'yan jî destnîşana vê rebazê dike. --Cyrus the virus (gotûbêj) 19:20, 26 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Collaboration with en.wiktionary biguhêre

Good day, all. I read an article in a newspaper about Kurdish Wiktionary recently, and was surprised to see how active the website is. Good for you! I also was editing English Wiktionary and found [5], which contains 339 entries made by a translating bot about 10 years ago. Can some of you look at these? --Elvinrust (gotûbêj) 11:02, 4 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Elvinrust: Thank you for your effort to Kurdish language, and Kurdistani peoples. Can you adress we that article please, we wonder about that. Also, we will check that bots articles, in a short time. Thank you. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:24, 4 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
The article is at https://www.kurdistan24.net/en/news/eebaab17-1f83-4c7b-8907-9026bf9d81e7 --Elvinrust (gotûbêj) 19:36, 4 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Hin rûpelên bi problem biguhêre

@Ghybu: @Balyozxane: @Bikarhêner: yek ji we karê problemên va rûpela çêkê? Guherto (gotûbêj) 18:13, 7 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Ew lînka pastebin naxebite.--Balyozxane (gotûbêj) 18:32, 7 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Gelek ecêb. Tu karê vê lînkê biceribênê? Guherto (gotûbêj) 18:37, 7 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Li tevlî pirsgirêkên vira bikinê   Min tiştik fêm nekir: te çima ew nivîsa li ser Wîkîferhengê nanivîsînî?
Nivîsa lînkê:

Rûpelên xirab go ber werin jêbirin: افلام سكس هندي
Rûpelên go problem bi "=" ya di wan de hene: nêgir, godfather, erection, Saudi Arabia, shemale, businesswoman, nejîr, ebarîq, qut, efraz, despot, qurre, Ton, umwickeln, Gebäude, Küche, gefasst, wişandin, اجراءات, الحادي, الغما, القوة, النقة, پێڕابون
Rûpelên bi werger-ser lê bê werger-bin: reşo, cîhadî, Hek, tüş, qül, qülî, îşporta, ostrojen, dîldo

--Ghybu (gotûbêj) 18:39, 7 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Di nav wa peyvan de heneke go ez ne xwestim bi hesaba xwe li vir binivîsenim hebûn (ji bonî go hin tiştê ne xweş hene), ji bonî wê min wa xiste pastebîn/ghostbîn-ekî go piştî 14 roja wê ê jêbirin. Guherto (gotûbêj) 18:42, 7 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalno, hûn karin li va rûpela jî mêzênin? watene -- Monitor -- pêtav Guherto (gotûbêj) 10:46, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Tu çawa wan rûpelên çewt dibînî? --Balyozxane (gotûbêj) 12:18, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Min programekî çekiriye go wikitextên ji https://dumps.wikimedia.org/ dixwênê û duvre li problema di wan de digerê. Yek karê lînkên xirabûyî, sernavên bi kêm yan jî gelek "=", sernavên go bi "=" destpê dikin lê na êne girtin (=== sernav bi dêla === sernav ===), sernavên bê nivîs (vala), sernavên xelet (bo nimûne "Wergerr" bi dêla "Werger"), werger-serên bê werger-bin û hin tiştên dî bibînê. Guherto (gotûbêj) 12:45, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: A gelek baş e. Destxweş!--Balyozxane (gotûbêj) 13:47, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Pirsekî min ji tere heye, ti kurdîya min fêm dikê? Ez ne ne berî gelek wextî destpêkirim bi kurdî binivîsênim (berî 6-7 meh wilo) Guherto (gotûbêj) 13:52, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Erê fêm dikim :) Hin peyvan tu bi devokî dinivîsî lê ne gelek giring e. --Balyozxane (gotûbêj) 13:55, 10 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Kesek karê li van rûpelan mêzênê? Ez farisî nizanim û ji bonî wê naxwazim tiştên xelet binivîsînim. Rûpelên go şablonên kevn (=fa=) bi kar tênin:ملامت -- پدرانه -- پدرزن -- پدرشوهر -- بیمار شدن -- دلگیری -- بی‌معنی پسرخاله -- پسردائی -- پسرعمه -- پسرعمو -- نرینه -- نرینه - مادینه -- مادینه -- چاشتگاه -- جفت گشتن -- مالدار -- گلخن Guherto (gotûbêj) 22:48, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
lîste--Ghybu (gotûbêj) 23:01, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Xilas. Min ew şablon jî jêbir.
@Balyozxane: Na şablonê jê mebe ji ber ku şabloneke kevn e û ji bo dîroka gotaran pewîst e (mînak [6]: nivîsên kevn rind dernakevin).--Ghybu (gotûbêj) 23:16, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Temam! --Balyozxane (gotûbêj) 23:18, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Go şablon nebê jî yek karê zimanê wê peyvê bibînê. 521 şablonên go qet na ên bi kar anîn (li gora programa/bernameya min) min eciz dikin... -- Guherto (gotûbêj) 23:20, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Lêker (hevedudanî) û navdêrên kurdî biguhêre


@Şêr, Balyozxane, û Bikarhêner:. Formên navdêr û lêker bi vî awayî lê zêde bikinê (nd: [8] / l: [9])?

  • {{lêker|ku|c=h-gh|nd=hez kirin}}hez kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz (forma navdêr hezkirin)
  • {{navdêr|ku|z=m|l=hez kirin}}hezkirin

--Ghybu (gotûbêj) 20:07, 8 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu: 1 van jî jê bibin? --Balyozxane (gotûbêj) 20:14, 8 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: bi min vitira (bnr-l / bnr-n --> bnr-h) çêtir e.--Ghybu (gotûbêj) 20:17, 8 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
An jî her dû jî bisekinin?--Ghybu (gotûbêj) 20:22, 8 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Em yek ji van bi kar bînin lo, hewce nake ku em karê xwe zêdetir bikin.--Balyozxane (gotûbêj) 20:30, 8 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, Ghybu, Mohajeer, û Şêr: @Bibliophile, Gomada, Cyrus the virus, û Dr. Oremar: @Eyyubfirat, Ferhad Kurdi, Guherto, û Hakîmo: @Herman astiyag, IbrahimKocher Duhok, Jiju, û Pispor: @Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Zimanhebûne: Hevalino, min hinekî li ya îngilîzî nêrt, ka gelo ew çawa dikin di vê mijarê de. Bi qasî ku min jê fam kir, di wîkiya îngilîzî de ji bo lêkeran formên wextan wek "third-person singular simple present loves, present participle loving, simple past and past participle loved"; ji bo navdêran agahiyên wek "countable and uncountable, plural loves" datînin. Û ew "bnr"yên li jor jî ji bo "peyvên ku nivîsîna wan nêzîk in" bi kar tînin. Lê di ya wan de cudahiyek wek "hezkirin" û "hez kirin" tine, lewma em nikarin ya wan muqayese bikin.
Sîstema bnr-yên li jor wek jî gelek baş e, em wan ranekin wê baş be. Awayê din yê ku hêja Bikarhêner:Ghybu pêşniyar kir jî zirarek wê nîn e, bi wî awayî jî dibe lê ger ku em qerar bidin ku bnr-yên li jor jê bibin û tenê awayê nû ango li cem lêkeran forma navdêrî nîşan bidin jî wê ev yek me hinekî mijûl bike û wext bigire. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:05, 9 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Sîstema wîkiya îngilîzî û yê mê yek nînin: ew bi gotina te çêdikin em jî li aliyê rast agahiyan di nav tablo de çêdikinê (bnr. ku: ami#Lêker / en: ami#Verb; take#Lêker)... Çima tablo? ji ber ku bi min tablo pedegojîk e (agahî rindtir tên dîtin)...--Ghybu (gotûbêj) 01:19, 9 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner û Ghybu: Bi ya min jî ji bo kurdî tablo çêtir in. Lê ez dibêjim em têne "bnr"yên li jor bi kar bînin.
  • {{navdêr|ku|z=m|l=hez kirin}}hezkirin

Ev peyvan tevlihevtir dike. Ne hewce ye. --Balyozxane (gotûbêj) 09:08, 9 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li şûna wan em dikarin navdêran wekî hevedudanî, dariştî, an xwerû kategorîze bikin. Gelo dikarî şablonek ji bo wan çêkî?--Balyozxane (gotûbêj) 09:09, 9 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Mafê jêbirina rûpelan biguhêre

@Ghybu, Bikarhêner, û Şêr: ez dixwazim karibim rûpelên wisa 1, 2 jê bibim. Çawa dikarim?--Balyozxane (gotûbêj) 16:54, 9 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Wîkîferheng:Rêveber#Mafên rêveberan çi ne?. Xwestin: Wîkîferheng:Rêveber/Balyozxane (Mînak: [10])--Ghybu (gotûbêj) 16:59, 9 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ghybu. Spas!--Balyozxane (gotûbêj) 17:11, 9 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ferhenga Musa anter biguhêre

Ew ferheng
Musa AnterFerhanga Khurdî-Tirki, Kürtçe-Türkçe Sözlük [arşîv], 1967 Ev peyama bêîmze ya Dr. Oremar (gotûbêjbeşdarî) e. 16:19, 14 gulan 2020‎

@Dr. Oremar: Spas!--Ghybu (gotûbêj) 17:04, 14 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Li vêderê ferhengên dî jî hene: http://tirsik.net/danegeh/ferheng/ Guherto (gotûbêj) 20:31, 17 gulan 2020‎ (UTC)[bersiv bide]

CommonVoice bi kurmancî biguhêre

Silav hevalno, hûn karîn e-peyamekê ji CommonVoiceê re bişînin deqena yek karibê bi kurmancî jî beşdarî bike? Tenê soranî heye.. (https://voice.mozilla.org/en/languages). Yek nikarê di malpera wan de kurmancî bixwazibê û ji bonî wê em hewcêne e-peyamekê bişînin commonvoice@mozilla.com --Guherto (gotûbêj) 15:40, 23 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Min niha dît û ji bo kurmancî jî xwest :D --Balyozxane (gotûbêj) 13:46, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Spas! Nivîsîna min berê çiqasî xirab bû   -- Guherto (gotûbêj) 13:50, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ewqas jî normal e   --Balyozxane (gotûbêj) 13:52, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Cejna Remezanê biguhêre

Sibeha we bi xêr hevalno, cejna we ya remezanê pîroz bê! --Guherto (gotûbêj) 09:02, 24 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:
Hevalino Cejna we ya Remezanê pîroz be. Xwedê Teala taetên me qebûl bike. Bi hêviya rojên xweştir û geştir. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:58, 24 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Cejna we hemûyan pîroz be Mohajeer (gotûbêj) 10:09, 24 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas, cejna we hemûyan pîroz û rojên xweş li benda we bûn. -- Şêr (gotûbêj) 12:44, 24 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Îda we bimbarek bit! Hûn pir îdan bibînin, îşela! Hakîmo (gotûbêj) 20:40, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Astengkirina hin bikarhêneran biguhêre

@Ghybu, Bikarhêner, Mohajeer, û Şêr: Wek ku li 1 xuya dibe li vir du heval hene gelek caran peyvên bêçavkanî lê zêde dikin û dema rêveberek bersiv ji wan dixwaze bersiv nadin. Gelek caran jî bêîmze li ser gotûbêjan dinivîsîn. Ez dibêjim em wan hişyar bikin ew tiştê ku ew dikin ne li gorî polîtîkayên wîkîferhengê ne. (Wiktionary:Blocking policy). Hûn çi dibêjin? --Balyozxane (gotûbêj) 00:34, 5 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Min jî gelek caran bersiv jê xwest lê nadin. Ez dibêjim nizanin bersiv û îmze bidin. Ji bo çavkanî jî tu dikarî mînak bidî, ji bo kîjan rûpelê çavkanî ? Mohajeer (gotûbêj) 06:46, 5 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Asteng kirin bi min ne hewce ye jixwe tenê (pirranî) di nav gotûbêjan de dinivîsî.--Ghybu (gotûbêj) 07:26, 5 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Mohajeer, Şêr, Gomada, û Balyozxane: Ez jî li ser fikrê Balyozxane me. Helbet divê astengkirin nebe "çare"ya yekem. Ji ber ku astengbûn dikare însanan aciz bike. Lê min bixwe çend caran jê re nivîsandiye derbarê hin sererastkirin & guherandinên wan de. Lê cewab nedane min. Bi min wek hişyariyeke em wan asteng bikin, ji ber ku bi awayê din me piştguh dikin. Sedemeke din jî ev e ku gelek beşdariyan dikin, û kesên ku gelek beşdar bibin teqez divê bi koordîne bixebitin bi me re, nexwe sererastkirina wan zehmet dibe & acizî dide mirov. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:46, 5 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Mohajeer, Şêr, Gomada, û Bikarhêner: Silav Mohajeer. Hin peyvên bêçavkanî 1, 2, 3, 4, 5 ma ew ne bes in? Divê her tim em herin beşdariyên wan û wan guhertinan jê bibin. Ku bi rastî jî van peyvan li herêmên xwe tên bikaranîn, formata nû hîn bibin û li gorî wê peyvên nû çêkin (Ghybu şablona {{dever}} ji bo herêman çêkiribû û ew gelek xweş e ji bo peyvên devokî. @Ghybu: Ez dibêjim pêşî em li ser gotûbêjên her du bikarhêneran binivîsin: Yan çavkaniyên van peyvan lê zêde bikin yan jî li gorî herêmên xwe biguherînin nexwe em ê jê bibin. Ku di hefteyekê de bersiv nedin, dîsa hişyar bikin bibêjin Em ê van peyvan piştî hefteyekê jê bibin. Ku dîsa bersiv nedin û peyvên bêçavkanî dîsa lê zêde bikin, em wana li gorî polîtîkayên wîkîferhengê weke hişyarî ji bo çend rojan asteng bikin. Ma kes dikare ewqas peyvên inglîzî yên bêçavkanî li wiktionary-ê zêde bike? Ku wisa bidomîne, ez dibêjim astengkirina bêdawî jî hewce dike.--Balyozxane (gotûbêj) 12:41, 5 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Berî nîv salî wilo hinek li vir (inglîzî) nivîsandin wek bê IbrahimKocher Duhok nivîskarê Wîkîferheng ê go herî gelek peyvan çê dikê ye. Min jî wextekî wilo difikirî lê berî 2 heyv wilo min beşdarîyên wî dît û fikirê min hate guhertin. Ew li vir jî heye vîdyoya kurdî vîdyoya inglîzî -- Guherto (gotûbêj) 09:48, 6 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Di wê nûçeyê de gelek agahiyên şaş hene, û wekî ku ew herdu avakarê Wîkîferhengê bin nûçe hatiye hazirkirin. Kollektîviya Wîkîferhengê piştguh kirine û neheqî kirine li beşdarên din ên Wîkîferhengê. -- Bikarhêner (gotûbêj) 13:31, 6 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Erê raste, ez tenê carekê nûçeyekî ji wê malperê xwendim û duvre min li deverekî xwend bê tiştên xelet hene û ji bonî wê ez hew dixwênim. Di nûçeya wan de bi rastî jî gelek agahiyên xelet hene... -- Guherto (gotûbêj) 16:07, 6 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi ya min, di vê gotûbêjê de kêmasiyek heye. Kesên ku hûn behsa wan dikin, li vir nehatine agahdarkirin. Herwiha, astengkirin ji bo hevkariya li ser Wîkîferhengê ne karekî baş e, loma divê bibe çareya dawî. Bimînin di xweşiyê de!—Gomadapeyam 10:39, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Yewnanî an Yûnanî biguhêre

Hevalno li ser Modul:ziman/dane el wek yewnanî, grc ek yûnaniya kevn hatiye nivîsîn. Herwiha peyva yewnan beralî dike yunan, yûnanî beralî dike yewnanî. Kîjan standarda me be? @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Pispor, û Guherto:--Balyozxane (gotûbêj) 23:36, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane û Ghybu: Merheba. Di Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî de li beşa welatan, welatê wan wek "Yûnanistan" derbas dibe (Rêbera Rastnivîsînê, Komxebata Kurmancî, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Çapa Yekem, Kanûna Paşîn, 2019, Stenbol, r. 37), navê neteweya wan wek "yûnan", navê zimanê wan wek "yûnanî" derbas dibe (eynî çavkanî, r. 38).
Ji xeynî wê di kitêba Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din de awayê standard ê vê peyvê wek "yûnanî" hatiye diyarkirin (Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, M. Malmîsanij û yên din, Weşanên Rûpel, Çapa Yekem, Stenbol, 2012, r. 302).
Di Ferhenga Îngilîzî - Kurdî ya Musa Altun de peyva "Greece" ya îngilîzî wek "Yewnanistan", peyva "Greek" jî wek "Grek, Yewnan, Yûnan" hatiye diyarkirin (Ferhenga Îngilîzî - Kurdî, Musa Altun, Weşanên Sîtav, Çapa Yekem, Rêbendan 2020, r. 310).
Di Ferhenga Kurdî (Zazakî) - Tirkî ya Roşan Lezgîn de tercumeya peyva "Yunanca" ya tirkî bi kurdî wek "yunankî" hatiye diyarkirin (Ferheng Kurdî (Zazakî) - Tirkî, Roşan Lezgîn, Weşanên Roşna, Çapa Yekem, Diyarbekir 2013, r. 355). -- Bikarhêner (gotûbêj) 00:11, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Mala te ava. Chyet (Chyet, Michael L. (2020): Ferhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2..) yonanî beralî dike yewnanî. Û tê de yûnanî tune ye. Zana farqînî yûnanî, yewnanî û yûnankî her sê jî rave dike. Di hejmarên Kovara kurmancî yên di navbera 1 û 49an de gelek caran yûnanî tê bikaranîn. Yewnanî têne carekê derbas dibe. --Balyozxane (gotûbêj) 00:28, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav. Ez bi xwe gelek ihtimamê didim ferhenga Malmîsanij. Bi min heta ferhengeke baştir derket em vê ferhengê wekî standarda wîkîferhengê qebûl bikin. Lewma bi min peyva yûnanî çêtir e ji yewnanî.--Bibliophile (gotûbêj) 21:04, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Peyvên ne-kurmancî biguhêre

Merheba @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Pispor, û Guherto: ; Hevalên hêja, hnek hevalên zaza û soran dixwazin peyvên zaravayên xwe tomar bikin. Yek ji wan destpê kir. Hevalê Zanasoran peyva xwe ya yekemîn تكايه tomar kiriye. Di wate de; rêzika yekemîn bi zaravayê xwe pênase kiriye, rêzika duyemîn jî bi kurmancî hatiye lêzêdekirin. Wek din peyvên kurmancî hemû wek kurdî hatine tomar kirin. Divê em li şûna kurdî, kurmancî binivîsin. Fikra we çiye ? Mohajeer (gotûbêj) 14:47, 12 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Mohajeer û Zanasoran: Hevalno Peyvên soranî û kurmancî tevlî hev nekin jkx. Avakerên Wîkîferhengê gotine Wîkîferheng bi kurmancî ye. bnr. 1 Heta niha jî li vir her tim kurmancî wek kurdî hatiye qebûlkirin. bnr. beşa ziman ya formata nivîsînê. Ku hûn dixwazin peyvên soranî lê zêde bikin, şablona wê cûda ye. bnr. bullet#ئینگلیزی (Modul:ziwan/data / {{ziwan}} /{{ز}} / {{و}} --> ئازاد‎). Herwiha hûn dikarin alîkariya Wîkîferhenga bi soranî jî li vir bikin: Wîkîferhenga Soranî.--Balyozxane (gotûbêj) 15:48, 12 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Mohajeer, ne raste be hemû peyvên kurmancî wek "Kurdî" hatine nivîsandin. Mînak na, ev peyv di gelek zaravayan de heye û ji bonî wê kurmancî wek "Kurmancî" hatiye nivîsandin. Peyvên din wek zebeş go tenê di ferhengê de bi kurmancî hene wek "Kurdî" têne nivîsandin. Piçekî ecêb ez zanim lê zehmet e yek hemû "Kurdî"-yan bikê "Kurmancî" ji bonî go bot cênabin wilqasî zû rûpela biguherin û gelek rûpelên go tenê dibêjin "Kurdî" hene.. @Zanasoran: ji kerema xwe re şêwaza nû bi kar bêne, "Wate" kevin e. -- Guherto (gotûbêj) 15:52, 12 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane û Guherto: Hevalên hêja elbete ez nabêjim bila evder bi sê-çar zimanî be ku her zarava li gorî xwe binivîse. Wisa nabe elbete. Çawa em peyvên ingilîzî tomar dikin, her wisa em peyvên soranî, zazakî jî tomar bikin. Her wekû formata zimanên din. Bikaranîna kurdî-kurmancî pêşniyarek bû lê şert nîne. Di bin wate de, bila rêzikek kurmancî be, ya dinê jî soranî be ku soranîziman û zazakîziman fêm bikin. Bi vî şeklî ferhenga mezintirîn ya kurdî ava dibe, her wisa kurmancî jî dikeve navenda hemû zimanên kurdî. Mohajeer (gotûbêj) 17:31, 12 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Mohajeer û Guherto: Bira rêzikek kurmancî rêzikek soranî nabe. Hûn dikarin bi vî awayî گڵ çêkin lê bi awayekî din gelek tevlihev bibe. --Balyozxane (gotûbêj) 17:50, 12 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bila alîkariya wîkîferhengên dimilkî û soranî bikin, wana jî werin vekirin: incubator:Wt/ckb, incubator:Wt/diq. Herwiha Wîkîpediyaya kurdiya başûrî: incubator:Wp/sdh--Ghybu (gotûbêj) 18:09, 12 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Sîstema nû ji bo peyvên bêçavkanî biguhêre

Ji bo peyvên bêçavkanî me sîstemeke nû amade kir. Edî li ser Wîkîferheng:Daxwazên peyitandinê herkes dikare wate an peyvên bêçavkanî nîşan bide û li ser wan gotûbêj bike û ji wan re çavkanî lê zêde bike. Me şablonên {{peyitandin}} û {{p-wate}} çêkirin. Hûn dikarin şablona peyitandin ji bo rûpeleke ku bêçavkanî ye bi kar bînin mînak azinte. Şablona p-wate tenê ji bo wateyeke gotarê ye mînak wateya peyva aloq ya yekem. Heke di mehekê de kes nikare sê çavkanî ji bo peyva azinte bide, hemû gotar dê were jêbirin. Lê di peyva aloq de tenê beşa Navdêr 1 were jê birin ji ber ku çavkaniyên Navdêr 2 heye. Herwiha şablona peyitandin û bêçavkanî eynî ne {{peyitandin}} beralî dike ji bo {{bêçavkanî}}. Her du jî dikarin bi kar bînin. Piştî li rûpelekê şablona peyitandin an p-wate zêde kir, ji bîr nekin pêlî bişkoka (+) bikin û vê rûpelê li ser Wîkîferheng:Daxwazên peyitandinê bi îmzeya xwe qeyd bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 11:55, 14 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Guherto û Ferhengvan: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Bikarhêner, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:--Balyozxane (gotûbêj) 11:55, 14 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Rûyê nû biguhêre

Bnr. mw:Reading/Web/Desktop Improvements. Ji bo ceribandinê: Taybet:Preferences#mw-prefsection-renderingUse Legacy Vector →Tomar bike--Ghybu (gotûbêj) 01:51, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Min qet hejê nekir, weke malpera mobîl e xuya dikê. Ne xweş e bê wilqas gelek valahî heye li alîyê çepê û rastê. Înşaellah ti carî "Legacy Vector" jê nebin. -- Guherto (gotûbêj) 08:18, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
Erê! Tabloyên tewandinan, wêne û infobox li aliyê rast in, bi vî awayî şûnd namînî ji bo nivîsan...--Ghybu (gotûbêj) 08:45, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Cejna Qurbanê biguhêre

@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Balyozxane, Ferhengvan, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Bikarhêner, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:

Cejna we ya qurbanê pîroz bê hevalên hêja :)

-- Guherto (gotûbêj) 09:18, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: A te jî birayê delal :) --Balyozxane (gotûbêj) 09:19, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder: @Guherto: Cejna we tevan pîroz û bimbarek be hevalno. -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:12, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Peyvên pirjimarî bê guhertoya yekjimarî biguhêre

@Ghybu, Bikarhêner, Balyozxane, Şêr, û Rewiye tine: Silav hevalên hêja, min îro bernameya bi kar anî û li gora wê 34755 (karê hindikî kêmtir bê ji bonî danegeh 10 roj kevn e) rûpelên peyvên pirjimarî hene go rûpela wa ya yekjimarî nîne. Ev tiştekî ne baş e û weke gelek problemên dî yên di Wîkîferhengê de ji bota hatine çêkirin. Ez dibêjim ber hemû werin jêbirin û duvre wextê go rûpelên yekjimarî hatin çêkirin yek karê ên pirjimarî jî çêkê. Hûn çi difikirin? -- Guherto (gotûbêj) 12:23, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Hewce nake em jê bibin. Dikarî lîsteyekê çêkî? Em yeko yeko yekjimarên wan jî çêkin.--Balyozxane (gotûbêj) 12:33, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Erê lîste bi min re heye lê ez rûpela wê li ku derê çêkim? "Wîkîferheng:Pirjimar bê yekjimar"? -- Guherto (gotûbêj) 12:40, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Erê çima na? :D --Balyozxane (gotûbêj) 12:47, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Çêbû :) Ez ê heyvê carek wilo nû kim go ji bîra min neçê. -- Guherto (gotûbêj) 12:52, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Destxweş! Li şûna jêbirina 34 hezar rûpelan em ê 34 hezar peyv çêkin. Ji bo ferhengê çêtir e :D --Balyozxane (gotûbêj) 12:55, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hemû bê yekjimar nînin.--Ghybu (gotûbêj) 12:58, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav, problemeke biçûk bi regexê re hebû (peyvên wek [[peyv|tiştekî dî]] fêm nedikir), ez niha lîsteya nu çêdikim. Piçek wext digirê. -- Guherto (gotûbêj) 13:00, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Dema me pirr e, ne pirsgirêk e  . Spas--Ghybu (gotûbêj) 13:03, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Çêbû, hejmara nû 34692. Go ti problemên dî hûn bibînin ji min re bêjin. -- Guherto (gotûbêj) 13:04, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Merheba. Prolemek heye. Nimûneten peyva di rêza 34.689 de "wise men", yekjimara vê "wise man" e. Û yekjimara wê jixwe hebû, lê wekî ku tine be di wê lîsteyê de cih digire. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:58, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Bikarhêner, ti problem nînin, min gotibû (karê hindikî kêmtir bê ji bonî danegeh 10 roj kevn e) û ew peyv 26ê heyva çûyî hate çêkirin. Danegeh ji 20ê heyva çûyî ye, ez nikarim her go ez bixwazim ez wê nû bikim, heyvê carekê yan du cara nû dibê. -- Guherto (gotûbêj) 21:50, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Lîste tenê navê rûpela pirjimarî şanî dikê, go tu bixwazibê ez karim navê ya yekjimarî jî lê zêde bikim lê bi ya min ne hewce ye. -- Guherto (gotûbêj) 21:53, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Şêr:, piştî 8 sala, xebata te çawa diçê? -- Guherto (gotûbêj) 20:35, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Sererastkirina "logo"ya Wîkîferhengê biguhêre

@Balyozxane, Bikarhêner, Ghybu, û CathFR: Silav hevalên hêja, di "logo"ya niha ya Wîkîferhengê de hin xeletî hene. Hê di sala 2006 de Erdal Ronahî li ser vê nivîsandibû. Di kurmancî de "rr" nayê nivîsandin û IPAya wê (li gora peyva Wîkîferheng) ne rast e. Kesek karê bêjê ma IPAya Wîkîferheng rast e? Heke hûn jî weke min bifikirin bê xeletî tê de hene, ez karim "logo"ya niha sererast bikim lê divê hûn wê biguherin. -- Guherto (gotûbêj) 12:06, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Guherto, Ghybu, û CathFR: Min bi vê şaşiyê nehesiyabû, ger hebe em sererast bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:25, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hûn li Gotûbêj:zarrokistan jî behsa rr kiribûn û kes negotibû bila em rr bi kar bînin. Loma ez dibêjim em hem logoya me hem jî hemû rr-yan biguherînin. Jixwe li ser beşa rênivîs ya rêbaznameya me de jî tê gotin ku Eger di hevokê de ihtimala fehmkirina şaş hebe, dengê req yê ”r” dikare wek ”rr” were nivîsîn. û di pratikê de jî Şêr (g · b · a) wan tim diguherîne. --Balyozxane (gotûbêj) 15:49, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Baş e naxwe, lê hûn zanin ma IPAya Wîkîferheng rast e? Min pirrzimanî kire pirzimanî di wêneyê xwe de, hêvî dikim wexte go xilas hûn ya niha biguherin. Ez bixwe weke "wiːkʰiːfɛɾˈhɛŋɡ" yan jî "wiːkiːfɛɾˈhɛŋɡ" bi lêv dikim. -- Guherto (gotûbêj) 17:11, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ti kes nizanê ma IPA rast e? @Balyozxane, Bikarhêner, Hakîmo, Ghybu, û Mohajeer: -- Guherto (gotûbêj) 12:44, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
IPAya rastî an çewtî tine ye, her kes li gorî herêma xwe bilêv dike. Min li vira û vira jî nivîsandibû dengên herêmên xwe bar kin û Modul:ku-bilêvkirin tenê ji bo alîkariyê hatiyê çêkirin, dengekî standard bi min tine ye.--Ghybu (gotûbêj) 13:02, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Standard hebê nebê bi min dengê IPA i di kurdî de nîne, tenê i: heye, qet nizanim ew j di "logo"yê de çi ye û -ng weke ŋg tê xwendin.. -- Guherto (gotûbêj) 13:09, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: qet nizanim ew j di "logo"yê de çi ye: bnr. w:en:Palatalization (sound change)--Ghybu (gotûbêj) 13:22, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Di kurdî de birastî ev deng heye? Tu ti mînakan zanê? -- Guherto (gotûbêj) 13:27, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ez ji meseleyên IPAyê zahf fam nakim. Lê ku hûn ji ser nimûneyên praktîkî biçin dikarim fikrên xwe bêjim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:16, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Tu zanê ma kîjan IPA rast e? -- Guherto (gotûbêj) 17:45, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Erê, ez salekê du salan li ser IPAya kurdî xebitîme. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:48, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Baş e, lê te ne got kîjan rast e. -- Guherto (gotûbêj) 17:49, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Di rûpela min keve, tê hîngê bizanî ka kîjan ê rast e. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:51, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Li ber çavê min ev ne rast in, ti kes IPAya kurdî wilo nanivîsê..? "I" ji kengî ve dibê "ɘ"? Ew çi xal in bin tîpan? -- Guherto (gotûbêj) 17:54, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Binêre, di kurmancî da ti kes nabê "ɪ" ew ya inglîzan e; ya me jî "ɘ" ye. Ez inglîzî jî baş dizanim u lê tême ferqê ku "i"ya kurmancî ne ê mîna ê inglîzî ye. Mixabin, kurmancên me êdin vî "ɪ"yî wek ê rast dibînin. Herwiha eva transkrîpsiyona min e, ku tu razî nebûyî xerê, hîngê guh medê, heval. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:59, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Min li hemû deverî "ɪ" xwendîye, birastî ez dibêjim li ser vê IPAyê "logo" ti carî nayê sererastkirin. -- Guherto (gotûbêj) 18:01, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: "Logo"ya çi? Min bes serast kiriye, heval, ti kesî ji xêrî min hîn heta niha serast nekiriye. -- Hakîmo (gotûbêj) 18:04, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: "Logo"ya (wêneyê, sûretê) Wîkîferhengê dibêjê "wikjifɛr'hɛŋ". Ev rast xuya nakê, min xwestibû rast bikim lê xuya dikê yan tenê Xwedê zanê ya rast kîjan e yan jî bêhtir ji yek yên rast hene yan jî yeke rast heye lê ti kes li hev nakê. -- Guherto (gotûbêj) 18:12, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Hhh, temam temam, min niha fam kir, [wi̠ːki̠ːfɜɾˈhɜŋg] ya rast e. -- Hakîmo (gotûbêj) 18:18, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Baş e, ev tişt nêzîktirî xilasbûnê ye vêce. Xet di bin (IPA) "i:" de hewce ye, tu ti gotar go ez karim bixwênim li ser vê zanê? Bi min (IPA) "ɜ" bêhtir weke dengê (tîp) "i" ye, ya rast ne (IPA) "ɛ" e? -- Guherto (gotûbêj) 18:45, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Balyozxane, û Bikarhêner: Heta niha me qerar daye ku wê pirrzimanî bê pirzimanî. Li ser IPAyê ez dibêjim "wiːkiːfɛɾˈhɛŋɡ" û Hakîmo dibêjê "wi̠ːki̠ːfɜɾˈhɜŋg". Ev herdu jî nêzîkî hev in û qet ne weke IPAya niha ne. Ez li gora hemû nivîsên ku min li ser IPAya kurdî xwendîye dibêjim "wiːkiːfɛɾˈhɛŋɡ" rasttir e, hûn çi difikirin? Di înternetê de hûn karin guh bidin va dengan û fikirên xwe bêjin. ɛ ɜ. Mixabin min ti deng ji bonî "i̠ː" ne dît. -- Guherto (gotûbêj) 16:31, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez nikarim li ser fonetîka kurdî tiştek bibêjim. Biborin. --Balyozxane (gotûbêj) 16:37, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ez jî ji IPAyê fam nakim. Lê dengên ku te şandiye yek, dibêje "e", yê din "i". -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:41, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Erê, ez jî wilo difikirim, naxwe ya rast dibê "wiːkiːfɛɾˈhɛŋɡ". -- Guherto (gotûbêj) 18:43, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Silav, min wêneyeke nû çêkir û dixwazim şanî we bikim, lê Taybet:Bar_Bike na hêle ku ez wê bar bikim, ez çilo bikim? -- Guherto (gotûbêj) 20:08, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Mala te ava. Divê li wîkîpedîa commons bar bikî. Lînk li vir e 1--Balyozxane (gotûbêj) 20:14, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Birastî wêneyê min guhertineke wêneyê niha ye, lê commons dibêjê ku ez hewce me destûr ji çêker bistênim, tu zanê be kî ye? Belkî Ferhengvan be, lê ew dev ji Wîkîferhengê qera ye, nizanim ez ê çilo destûr stênim... -- Guherto (gotûbêj) 20:17, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Logoyên Wîkîferhengê li vira ne: commons:Category:Kurdish Wiktionary. Logoya niha (png): Wêne:Wiktionary-logo-ku.png. Logoya ku min çêkiribû (svg): Wêne:Wiktionary-logo-ku.svg.--Ghybu (gotûbêj) 20:31, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Spas -- Guherto (gotûbêj) 20:44, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Li vir bar bike pismam. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:38, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Ez dibêjim wê baştir bûbane heke min li devereke dî bar kiribane (heke hûn hezê nekin) lê min weke ku te got kir, bar kirim. -- Guherto (gotûbêj) 20:44, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bo agahdarî: Pêşta logoya Wîkîferhengê li vira (Wêne:Wiki.png) dihat guherandin, niha jî li ser Phabricatorê dû dengdayînê tê guherandin.
Bi vê kodê logoya xwe li ser /vector.css (mînak) biceribînin:
/* Logo */
#p-logo a, #p-logo a:hover {
background: url('https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/c/c5/Wiktionary-logo-ku.svg') 50% 50% no-repeat !important; 	
}
parametreyên din: background
--Ghybu (gotûbêj) 03:42, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Balyozxane, Bikarhêner, û Guherto: Hevalino, çikê li rûpela min binêrin berî hûn qerara xwe bidin, herwiha li vê derê. jî mêze kin - /ɜ/yê vê derê ne î mîna ê Wîkîpediyayê ye. Jonathan Dowse (jbdowse) li ser IPAyê pir xebitiye u pir baş pêşkêş kiriye; ez jî salekê du salan li ser bilêvkirina kurmancî xebitîme; min bilêvkirina hemî devokên kurmancî êxistine rûpela xwe. -- Hakîmo (gotûbêj) 09:29, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Guherto Gelo dikarî du weneyên din jî sererast bikî dûre em ji bo her sê jî dengdanek çêkin û ji phabricatorê bixwazin? Li jêrê rûpelê dibêje "a WIKIMEDIA project" û "Powered By MedaWiki". Wek "projeyeke WIKIMEDIA" û "Xebitandin MediaWiki" biguherînin çawa dibe?--Balyozxane (gotûbêj) 00:21, 7 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Balyozxane, min li Wîkîferhengên dî mêzand û di hemûyan de ew bi înglîzî ne, bahwer nakim yek karibe biguhere û yek karibe jî bahwer nakim bihêlin :) Hûn li ser logoyê çi difikirin? Ez dibêjim divê bêhtir valahî di neqeba tîpên IPAyê de hebê (gelekî nêzîkî hev in). -- Guherto (gotûbêj) 17:52, 7 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Hingê dev ji logoyên din berde. Logoya me jî ez dibêm baş e. Lê ku dixwazî tîşkekî biguherînî, ew jî dibe. Çawa dixwazî bike :) Kengî te amade kir vê gavê yan li ser rûpela Dengdanê dengdaneke gelemper çêke yan jî ji min re bêje, ez ê yekî çêkim. --Balyozxane (gotûbêj) 20:28, 7 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Peyvên bi tîpa ne rast "ĥ" biguhêre

Silav hevalên hêja, li min biborin, ez va wexta gelekî li ser dîwanê dinivîsênim lê ez tenê ji bo qencîya Wîkîferhengê wilo dikim. Di Wîkîferhengê de hin (490) rûpel bi tîpa "ĥ" di sernavê wan de hene. Ev tîp ti carî di kurmancî de nînbû û nîne, tenê tiştekî go Ferhengvan çêkirîye ye. Em hemû dizanin go dengê "ḧ" (IPA ħ) di alfabeyê de nîne lê ew wextê go girîng (mînak di hin (kêm) ferhengan de) e wek "ḧ" tê nivîsandin, ne weke "ĥ". Ez dibêjim ber li hemû deverî (navên peyva (bê beralîkirin), naveroka rûpelan) de "ĥ" weke "ḧ" werê guhertin. Hûn çi difikirin? -- Guherto (gotûbêj) 12:20, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Merheba. Min li çend ji wan nêrt, li ser wan tevan jî beralîkirin hebû yên ku min nêrt. Tu dikarî lîsteyeke çêkî ji bo wan peyvan. -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:41, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Bikarhêner, Ferhengvan wê bi awayekî ecêb bi kar anîyê, ez dibêjim hemû rûpelên bi wê tîpê beralîkirin in û duvre di nava rûpela bê "ĥ" ew wele guhertoyek hatîye nivîsandin. Bi min ev ne rast, hin peyv bi dengê "ḧ" hene ku bi rastî "h" ne lê bi sîstema Ferhengvan hemû "ḧ/ĥ" weke guhertoyên "h" hatine çêkirin.. Min lîste li Wîkîferheng:Navên rûpelên bi tîpa ne rast çêkir. -- Guherto (gotûbêj) 12:48, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Gotûbêj:ĥawş / Gotûbêj:ĥ--Ghybu (gotûbêj) 13:06, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Spas ji bonî go tê gotûbêja "ĥ" anî bîra min, tê bîra min bê ez pirsîbûm lê min qetek ji bersivê (ya li ser guhertinê/jêbirinê) ji bîr kiribû..
Mixabin em nikarin ĥ di naveroka rûpela de biguherin ḧ bi bota re, di esperantoyî de heye...
Birastî ez nizanim ma em wan biguherin yan jî jê bibin. Heke em weke niha peyvên ḧ ber alî bikin ya bê ḧ divê bi awayekî baştir werê beralîkirin ("ji bo guhertoya tenê bi tîpên di alfabeyê de ...") yan jî go ya bi "h" rasttir be ("guhertoyeke ...").
Ez qet bahwer nakim kesek bixwazibê em peyvên birastî bi "ḧ" ji nivîsandina bi "h" ber alî bikin ya bi "ḧ". -- Guherto (gotûbêj) 15:56, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Bikarhêner: Beralî bikin an jê bibin hûn çi dibêjîn? Ez dibêm jê birin hêsantir e--Balyozxane (gotûbêj) 21:20, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Balyozxane: Gotarên şaş jê tên birin. Lê gotarên rast wek beralîkirî dimînin. Ji ber ku we jî gotibû ku ev şaş in, divê em van jê bibin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:23, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Tîp xelet e, deng ne xelet e. Ez dibêjim ber ĥ bi ya rast ḧ werê guhertin. -- Guherto (gotûbêj) 21:26, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Erê! Em ê hêdî hêdî bi destan wana sererast bikinê :)--Ghybu (gotûbêj) 21:27, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Min dest pê kiribû. Temam ez yên din move dikim :D --Balyozxane (gotûbêj) 21:28, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Lîsteya ên go te jê bir: ĥerf, ĥîle, suĥbet, soĥbet, siĥbet, beĥr, beĥir, meĥne, meĥna, guneĥ, gunaĥ, ĥeramzade, ĥeramzad, ĥeramza, ciĥennem, ciĥnem, ceĥennem, ceĥnem, caĥnem, ĥeq, miĥkeme, meĥkeme, maĥkeme, teĥl, teĥil, ĥal, ĥeywan, ĥeyşt, ĥeft em duvre karin bi awayekî rast çêkin heke em bixwazin. -- Guherto (gotûbêj) 21:33, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Cem min çewt xuya dike.maḧkeme wisa rast e?--Balyozxane (gotûbêj) 21:43, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Agahdariya gelemper li ser rûpelên nû hatine avakirin biguhêre

Ji bo standardkirina peyvên ku gelek awayê wan hene rûpela Daxwazên standardkirinê hatiye avakirin. Bi şablona {{standardkirin|awayê yekem|awayê duyem|...}} hûn dikarin rûpelên ku divê standardkirin nîşan bidin, dûre pêlî (+) bikin û peyva ku hûn dixwazin were standardkirin li rûpelê zêde bikin. Li ser rûpela standardkirinê nîqaşa wan peyvan bikin. Herwiha ji bo peyvên ku divê bên berfirehtirkirin/zelaltirkirin rûpela Daxwazên zelalkirinê hatiye avakirin. Şablona {{wdz}} jî ji bo vê armancê hatiye çêkirin. --Balyozxane (gotûbêj) 18:54, 12 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Pêşniyazeke ji bo beşên Herwiha û Hevwate biguhêre

Ez dibêjim em di peyvên ku ji yekî zêdetir wateyên wan hene de beşên herwiha û hevwate bi vî hawî çêkin 1. Çawa dibe?--Balyozxane (gotûbêj) 22:11, 15 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Guherto, Ghybu, û Şêr: @Mohajeer, Pispor, Ferhengvan, û Cyrus the virus: Bi ya min jî ev awa pêwîst e. Li ser wîkiya îngilîzî jî wisa dikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 13:16, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Rind dibe  . Jixwe awayê rast witira ye...--Ghybu (gotûbêj) 13:53, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Belê wiha baştir dibe --Cyrus the virus (gotûbêj) 05:13, 17 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bo agadarî: m:Requests for comment/Large scale language inaccuracies on the Scots Wikipedia--Ghybu (gotûbêj) 17:06, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu: Merheba Ghbyu. Ev derbarê çi de ye? @Guherto û Balyozxane: -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:16, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Nizanim, xuya dikê hinek li wîkîpedîyaya skotî tiştin xirab kirine û wextê ku difikirîn ku wê çilo wan tiştan vegerênin dîtine ku gelek gelek problem hene di malpera wan de. Weke go wîkîya wa tevlîhev e û gelek gotar ne bi skotî ne, ji xortekî emerîkî ku skotî nizane hatine nivîsîn û di wan de xeletî hene. Lê ez nizanim ma çima Ghybu vê li vir nivîsîye. -- Guherto (gotûbêj) 18:47, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

GIRING: Xebata sererastkirinê di 1ê îlonê de (Important: maintenance operation on September 1st) biguhêre