Reng bi taybetî wek rengdêr tên bikaranîn.

Rengdêr (sifet, adjective) ew peyv in ku navdêran (navên kes, tişt û cihan) yan cînavan (ez, tu, ew...) salix didin anku behsa çawaniya wan dikin. "Mezin, biçûk, sor, reş, şirîn, dirêj..." hin rengdêr in.

Rengdêr biguhêre

Radeya sade biguhêre

Di kurmancî de rengdêr li gor zayendê (mê yan nêr) yan jî mêjerê (yekjimar yan pirrjimar) natewin:

  • kitêba reş
  • çavê reş
  • kitêbên reş

Lê eger navdêr jê were avêtin, ev gotin dikarin wiha bin:

  • ya reş
  • yê reş
  • yên reş [1]

Di vê rewşê de jî rengdêr natewin lê pêşbendikên serbixwe yên li pêşiya wan diyar dikin ku gotina yekem mê, ya duyem nêr û ya sêyem jî pirrjimar e. Awayekî din jî yê gengaz lê kêmtir bikarînayî û devkîtir jî wiha ye

  • reşê (ya reş)
  • reşî (yê reş)
  • reşan [2] (yên reş)

Rengdêrên navdêrkirî biguhêre

Herwiha rengdêr dikarin wek navdêr werin bikaranîn:

  • mezin (mirovên mezin)
  • qenc (mirovên qenc)
  • lawaz (sewalên lawaz)

Di wê rewşê de ew bi temamî wek navdêran dikarin werin xebitandin:

  • Mezinên malê (dê û bab û kesên din yên ji 18-saliyê mezintir, ne zarok; yan jî "biryarderên malê")
  • Ev qehwexane tenê bo mezinan e. (li zarokan qedexe ye)
  • Kuştî hemû zarok bûn, mezinek tenê jî di nav de tine bû.

Du rengdêr bi hev re biguhêre

Carinan navdêr yan cînav ne tenê bi rengdêrekê lê bi du yan zêdetir rengdêran jî tên salixdan:

  • kitêba sor, stûr û giran (yan devkîtir: kitêba sor û stûr û giran)
  • serê reş û dirêj
  • kevirên gewr û mezin

Lê ji bilî "û", ew dikarin herwiha bi hin awayên din jî bi hev ve bên girêdan:

  • kitêba sor (y)a stûr (y)a giran
  • serê reş (yê) dirêj
  • kevirên gewr (y)ên mezin

Carinan li cihê "(y)ê" di navbera du rengdêrên ku navdêrekî nêr salix didin de "(y)î" tê bikaranîn:

  • serê reş î dirêj [3]

Li cihê "(y)a" di navbera du rengdêrên ku navdêreke mê salix didin de "(y)" tê bikaranîn:

  • kitêba sor e stûr e giran [4]

Lê ev herdu awa zêdetir devkî ne û bi taybetî "(y)e" ya bi navdêrên mê re gelek kêm tê bikaranîn.

Radeya berhevdanê biguhêre

Mirov dikare bi rengdêran ne tenê behsa rewşa navdêr û cînavan bike, lê herwiha wan bide ber hev jî:

  • Ez ji te biçûktir im.
  • Xecê ne ji Elî pîrtir e.

Li gel paşbendika "-tir" peyvika "hê" yan jî "hê jî" [5] dikare werin bikaranîn:

  • Ez hê jî ji te biçûktir im. (Tu biçûk lê ez hê jî zêdetir biçûk im.)
  • Tu ji min jî hê zûtir hatî. (Ez zû hatim lê tu hê zêdetir jî zû.)

Herwiha radeya berhevdanê jî dikare wek navdêr were bikaranîn:

  • Gelo Mercedes ji BMW baştir e > Gelo Mercedes ya baştir e > Gelo baştira wan Mercedes e?

Radeya raserî biguhêre

Me li jor du tişt yan kes bi rengdêran dan ber hev û ew li gor hev pîvandin. Lê mirov dikare bi rengdêran herwiha rewş û taybetmendiyên navdêrekê yan cînavekê li tenê li hember yeke din lê li hember hemûyan diyar bike.

  • Bihar û payiz du demsalên sar in lê zivistan sartirîn demsal e. (anku ne bihar, ne havîn û ne jî payiz bi qasî zivistanê sar e)

Heman hevok dikare bi van her sê awayên jêr jî were gotin lê ew piçekê devkîtir û belkî devokîtir in jî loma baş e ku awayê li jor were tercihkirin:

  • ... zivistan demsala sartirîn e.
  • ... zivistan demsala herî[6] sar e.
  • ... zivistan demsala ji hemûyan sartir e.

Herwiha radeya raserî jî dikare wek navdêr were bikaranîn:

  • Gelo Mercedes baştirîn tirimpêl e? > Gelo Mercedes ya baştirîn e > Baştirînê bikirre!

Têbînî biguhêre

[1] [2] [3] [4] [5] [6]

  1. a b Dikarin wek "a reş", "ê reş" û "ên reş" jî were nivîsîn lê wisa zêdetir devkî ne. Li gor devokan "yên reş" dikare wiha jî be: "yêd reş, yêt reş, êt reş, êd reş".
  2. a b "Reşan" hê devkîtir dikare wek "reşa" jî were gotin lê bi kêrî zimanê nivîskî nayê.
  3. a b Carinan ji hev cuda wek "reş î dirêj" û hin caran jî bi hev re wek "reşî dirêj"
  4. a b Carinan ji hev cuda wek "sor e stûr e giran" û hin caran jî bi hev re wek "sore stûre giran"
  5. a b Di zimanê axivînê de "hêj", di hin devokan de "hîna (jî)", "hîn (jî)", "hêja", "hêşta (jî)" lê ev hemû devokî ne û baştir e ku "hê" yan "hê jî" di zimanê nivîskî de were tercihkirin. Peyvika "deha" yan "daha", ku carinan di axivînê yan nivîsînê de tê dîtin, ji tirkî ye û divê ku di zimanê nivîskî de neyê bikaranîn.
  6. a b Li cihê "herî" kêm car "here" tê gotin û nivîsîn lê "herî" berbelavtir û naskirîtir e. Carinan bi şaşî "en" ya tirkî jî tê xebitandin lê bi kêrî nivîsîna kurdî nayê.