Pêvek:Rastnivîsî/Lêker/Dema borî ya sade

Lêker: Dema nihaDema bêDema borî ya sade
Lêker peyvên kirinê yan bûnê ne.

Lêker 3: Dema borî ya sade biguhêre

"Dema borî ya sade" (simple past) ji me re diyar dike ka çi hat kirin yan qewimî yan jî nehat kirin yan jî neqewimî.

Pêşqerta f biguhêre

Di dema borî ya sade de di rewşa erênî de, berevajî dema niha, ti pêşqertaf nînin:

  • ez hatim, tu çûyî, ew vegerî, me got, wan zanî.

Pêşqertafa neyîniyê ya dema borî ya sade "ne-" ye:

  • nehatim, neçûyî, nebû, nekirin, neşiya

Lê pêşqertafa neyînî ya lêkera "karîn/kanîn" û ya "zanîn"ê "ni-" ye:

  • Min nikarî, te nikanî, wî nizanî.

Eger rehê lêkerê jî bi herfa "e" dest pê bike, divê "-" di navbera "e" ya dawiya qertafê û "e" ya destpêka rehê lêkerê de were danîn: ne-eciband, ne-ezimandin, ne-enirrî.[1] Ji ber zelaliyê divê ev xetik (-) were bikaranîn ji ber ku "ne" û "e" kîteyên ji hev cuda ne: Ew ne we *nee-zi-mand lê wek ne-e-zi-mand tê xwendin. Ne+enirrî jî ne wek *nee-e-ni-rrî- lê wek ne-e-ni-rrî tê gotin.

Lêkerên negerguhêz (intransitîv) biguhêre

Lêkerên negerguhêz ew lêker in ku mirov dikare bi xwe tiştek be yan tiştekî bike lê bandora wê li ser kes û tiştên din nîne. Lêkerên wisan in ku mirov nikare bibêje "Ez te filan-lêkerê".

Dema borî ya sade ji lêkera rader - (i)n + paşqertafa kesandinê:

  • hatin > hat-in > hat > (ez) hatim
  • çûn > çû-n > çû > (tu) çûyî
  • kenîn > kenî-n > kenî > (ew) kenî

Paşqertafên kesandinê wek yên dema niha ne lê tenê kesê yekem yê yekjimar bê qertaf e:

  • ez ...(i)m
  • tu ...(y)î/(î)
  • ew ...
  • em ...(i)n
  • hûn ...(i)n
  • ew ...(i)n.

- ez çû-m, tu tu bû-yî, ew hat-, em gerî-n, hûn zivirî-n, ew rûnişt-in.

Bi lêkerên negerguhêz re hertim divê cînav û navdêrên netewandî werin xebitandin:

  • Ez çûm[2]. Jiyan nehat. Ehmed vegerî. [3]

Lêkerên gerguhêz (transitîv) biguhêre

Lêkerên gerguhêz ew in ku pê kirde dikare bandorê/tesîrê li kesekî din yan lit iştekî bike. Bi lêkerên gerguhêz re ne tenê kirde (kesê ku tiştekî dike) lê herwiha bireser jî (kesê yan tiştê kut iştek lê tê kirin) jî heye yan dikare hebe.

Di demên borî de lêkerên gerguhêz ne li gor kirdeyê (kesê ku dike) lê li gor bireserê (tiştê ku tê kirin yan kesê ku bandor lê tê kirin) paşqertafa kesandinê digire:

Dema niha

  • Ez te dikujim.
  • Tu min dikujî.

Dema borî ya sade

  • Min tu kuştî.[4]

Balê bidiyê ku kirde (kesê ku tiştekî dike - li vê derê dikuje) anku di hevoka yekem ya dema borî de „min“ û di ya duyem de „te“ tewandî ye. Lê tiştê ku tê kirin yan kesa/ê ku tesîr lê dibe (di hevoka yekem ya dema borî de „tu“ û di ya duyem de jî „ez“ netewandî ne.

Herdem divê ku yek ji herduyan tewandî be (di dema niha de bireser û di ya borî de jî kirde). Paşqertafa kesandinê jî herdem li gor ya netewandî ye. Di dema borî de herwiha ji qerafa kesandina lêkerê (ne ji bireserê) diyar dibe ka bireser yekjimar yan jî pirrjimar e:

Dema niha

  • Ez wê/wî dibînim.
  • Ez wan dibînim.

Dema borî ya sade

  • Min ew dît. (Min tenê kesek/tiştek dît.)
  • Min ew dîtin. (Min çend kes/tişt dîtin.)

Boriya sade + "-e"ya girêder biguhêre

Di kurdî de rêza peyvan di hevokan de bi giştî wiha ye:

kirde + bireser + lêker:

  • Ez te dibînim. Min tu dîtî.
  • Wî sêvek xwar.
  • Ew li malê ye.

Lê eger di hevokê de lêkerek bi maneya "livîna ber bi derekê ve" yan jî "ji tiştekî bûn tiştekî din" hebe lê ti daçek (prepozisyon) pê re tine bin, rêza peyvan wiha ye:

kirde + lêker + bireser:

  • Ez çûm malê. (Lê "Ez ber bi malê ve çûm." anku „kirde+bireser+lêker“ ji ber ku daçek heye)
  • Bibe wir. (Lê "Ji wir bîne" anku kirde+bireser+lêker)
  • Bû mamoste. (rewşa guherrîn anku dînamîk diyar dike lê "Mamoste bû." rewşa statîk dide xwiyakirin.)

Dema ku lêker li pêş bireserê tê, carinan "-e" yan "-ye" girêder li lêkerê tê zêdekirin:

  • Ew hate vê derê, wî nameyek aniye malê û daye min.

Lê pirsgirêkek di vî şêweyê nivîsîne de heye; nikare bê zanîn ka "aniye vê derê" û "daye min" forma dema borî ya sade ye (anku anî + malê) yan jî boriya dûdar[5] e (aniye + malê).

Anku forma boriya sade û boriya dûdar tevlihev dibin. Lê eger em van "e" û "ye"yên zêde nexebitînin, ev tevlihevî radibe:

Boriya sade

  • hat vê derê
  • anî malê
  • da min

Boriya dûdar:

  • hatiye vê derê
  • aniye malê
  • daye min

Têbînî biguhêre

[1] [2] [3] [4] [5]

  1. a b Carinan bi şaşî ev herdu "e" bi tenê “e"-yekê tên nivîsîn ("*necibandin, *nezimandin, *nenirand) lê ev ne li gor dengê van peyvan e û herwiha têgihiştinê jî dijwar dike ji ber ku xwendevan dê texmîn bike ku belkî *-ciband-", *-zimand- û *-nirand- e.
  2. a b Hin caran bi şaşî gotina “min çû" tê bikaranîn lê nabe.
  3. a b Di hin devokan de, eger lêkera negerguhêz bi herfa "...în" bi dawî were, ew dibe "-iya-": "Ew vegeriya, ez geriyam." Lê ev awa tenê di hin devokan de tê bikaranîn û di wan devokan de jî bo lêkerên gerguhêz nayê xebitandin (nayê gotin: "Min kirriya, min birriya"). Di lêkerên gerneguhêz de jî ew tenê bi peyvên bi "...(în)" bi dawî tên ve sinordar e loma di ti devokan nayê gotin "ez bûyam/çûyam/hatiyam...". Loma ev qayde pirr devokî ye û divê ku di zimanê nivîskî de neyê bikaranîn.
  4. a b Li gor hin devokan "Te min kuşt" e anku hem kirde (te) û hem jî bireser (min) tewandî ye û lêker jî bê paşqertafa kesandinê ye. Lê di zimanê nivîskî de nabe ku herdu werin tewandin ji ber ku eger ew awa bê bikaranîn, mirov nikare bizane ka "min kuşt" tê maneya "min kesek kuşt" (="ez bikuj/kujer im") yan jî "kesekî ez kuştim" (="ez kuştî me"). Herwiha divê ku paşqertafa kesandinê were diyarkirin ji ber ku bi wê bireser tê diyarkirin: "kuştim" (="ez hatim kuştim") lê "kuştî" (="tu hatî kuştin"). Bi taybetî jî ev di diyarkirina yekjimarî yan jî pirrjimariya peyva "ew" de giring e: "ew kuşt" (=kuştî yek e) lê "ew kuştin" (=kuştî du yan zêdetir in).
  5. a b Dema borî ya dûdar ê mijara derseke bê be.