Gotûbêja kategoriyê:Gotarên bê beşa mane

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Guherandina sernavê de

Guherandina sernavê biguhêre

@Bikarhêner: Wateya "bêwate" ya "wate nehatiye nivîsîn" tune ye. Loma divê em navê vê rûpelê biguherînin. Pêşniyazek heye? --Balyozxane (gotûbêj) 09:26, 20 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Rast dibêjî ev kategorî carinan şaş tê famkirin. Em dikarin bikin "Gotarên ku maneyên wan nehatine dayîn" / "Gotarên ku maneyên wan nehatine pêşkêşkirin" an "Gotarên ku maneyên wan nehatine nivîsîn". -- Bikarhêner (gotûbêj) 15:45, 20 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Ez jî wilo dibêjim ("me'n"). -- Guherto (gotûbêj) 15:52, 20 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Welleh di kurmancî de ji berê de "mane" tê bikaranîn. Wate belkî ji soranî hatibe. Lê ez dibêjim mane. Di praktîkê de jî tenê mane tê gotin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 15:54, 20 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Tu rast dibêjê. -- Guherto (gotûbêj) 18:14, 20 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner û Guherto: Hevalno, hem wate hem jî mane peyvên kurdî ne, erê mane zêdetir tê bikaranîn lê ew hevwate/hevmane ne. Loma tiştek ferq nake em wate an mane binivîsin, tabîkî ji xeynî navên beşên herwiha/hevwate ji bo standardkirina wîkîferhengê, yanî nabe ku em hem hevmane hem jî hevwate wek navên beşan bi kar bînin lê di nava gotar û kategoriyan de em dikarin hem mane hem jî wate bi kar bînin. Ez jî dikim Kategoriyê wek "Gotarên ku maneyên wan nehatine nivîsîn" diguherînim, ku pirsên te tunebe. --Balyozxane (gotûbêj) 16:19, 21 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Bi min tevlîhev çêdibê ku yek mane û wate bi kar bînê, yan hemû ber wate bin yan jî hemû ber mane bin. -- Guherto (gotûbêj) 16:22, 21 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Birastî, min ji peyva wate pir hez nekiriye, çunkî min tenê ji kurmancên başûrê bihîstiye. Li bakur jî tenê ên xwenda bi kar tînin, wekî din nayê bikaranîn... -- Hakîmo (gotûbêj) 16:28, 21 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Na, çima tevlîhev çêbin? Peyvên hevwate ne, ne guhertoyên peyvekê ne. @Hakîmo: Ez jî gelek caran wate bi kar tînim, wek tu dibêjî ji xeynî yên xwendê kes fêm nakin, dûre ez diguherînim dikim mane. Lê ku hûn her du dibêjin em navên beşa "hevwate" wek "hevmane" biguherînin, ji bo min pirsgirêk tune ye. Em dikarin biguherînin. Gelo hevalên Bikarhêner (g · b · a) û Ghybu (g · b · a) li ser vê çi dibêjin? --Balyozxane (gotûbêj) 16:34, 21 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, Hakîmo, Guherto, û Ghybu: Ez alîgirê peyvên rûniştî ên wek "mane", "kitêb", "tesîr", "tercîh", "ders", "hesab", "saet", "qelem", "nimûne", "wext", "tarîx", "edebiyat", "erd", "xelk", "şexsiyet", "mekteb", "edalet", "herf", "esas", "hal", "xeberdan", "ihtîmal", "zirar", "dewam", "texmîn", "ihtîyac" yim. Ev peyv riherebî ne, lewma hin kes ji van acizî dikin û dibêjin ne kurdî ne û bi kar naynin. Helbet nerîneke xelet e ev. Ji xeynî vê ji bo hin peyvên rihîngilîzî jî ev yek tê kirin. Nimûneten "sîstem", "gramer", "metod", "modern", "diyalekt", "kultur", "kompleks", "materyal", "kaos" hwd. Fikrê min ê derbarê vê meseleyê de wisa ye, lê ji ber ku heya vêga wek sernavê beşa "meaning" li temamiya ferhengê peyva "wate" hatiye bikaranîn, li beşa din jî em dewam bikin bikaranîna "wate"yê çêtir e ji bo ku nestandardî rû nede. Lê were guhertin jî dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:01, 21 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Bira Gotarên ku maneyên wan nehatine dayîn hinek dirêj e gelo "Gotarên bê beşa maneyê" çawa dibe?--Balyozxane (gotûbêj) 14:02, 26 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ji bo ku çêtir were famkirin, awayê dirêj çêtir e, lê bi awayê din jî nabe problem. -- Bikarhêner (gotûbêj) 15:47, 26 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Gotarên bê beşa mane".