Xêrhatin biguhêre

Merheba bikarhênera/ê me ya/ê hêja: Key Mîrza,

Bi xêr hatî ferhenga kurdî-kurdî WÎKÎFERHENGê  

Em hêvîdar in ku tu jî di avakirina vê ferhengê de alîkariya me bikî.

Eger pirsên te hebin, xêra xwe ji me re binivîse.

Xebatxweş.

--Balyozxane (gotûbêj) 00:03, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Sipas dikim Birêz Balyozxane. Tu her hebî Key Mîrza (gotûbêj) 21:37, 30 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Tu jî :) --Balyozxane (gotûbêj) 13:55, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Çavkanî biguhêre

Dîsa silav! Min li guherandinên te nêrî gelek ji wan pir baş in. Destxweş! Lê hin ji wan bêçavkanî bûn. Li vir peyvên bêçavkanî nayên qebûlkirin. Divê ji bo her peyvê 3 çavkanî hebin. Kesên zêde peyvên bêçavkanî lê zêde dikin tên astengkirin loma ji niha pê ve hay ji vê rewşê hebe. Herwiha li ser peyvên devokî yên ku bêçavkanî ne lê belê li hin deveran tên bikaranîn dengdanek heye. Tu jî dikarî fikrên xwe bibêjî Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Revîzyona rêbaznameyê--Balyozxane (gotûbêj) 16:00, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Disan silav. Bawerîya min de tiştek heye. Kurdê ku ji bilî/xeynê zimanê xwe, zimanê ciranê xwe jî nizanîbe nikare bibe zimanzanê rasterast. Ez Tirkî-Erebî-Inglîzî baş û Elmanî-Farsi ji kêm dizanim. Lê ez ji xwe re nabêjim zimanzan. Û dîsan, ez sedî ji sed baş dizanim ku di Kurmancîya me de gelek gotinên Erebî hene û ew jî xwe di Wiktionary de dîyar dide. Ew jî tişteki qet ne baş e.

Min bibore, tu Erebi dizanî? Hemû nivîsên minên ku min livir danîye bi Kurdî ya resen ne. Mixabîn te nivîsên min rakir. Nivîsên ko te "revert" kir êdî sedî 90 bûn Erebî û Erebî man. Bo nimûne: Fatûre, Talûke, Xeter. Hemi Erebî ne. Gotinên Pasaport, Nebula, Ambulance jî Kurdî nînin.

Gelo çavkanîyên te/we bo Fatûre, Talûke, Xetere, Pasaport, Ambulans, Nebula heye? Gelo bo zimanê Kurdîya resen tu hewce heye bo çavkanî?

Min ferhenga Saad Sadallah jî xwendîye. Digel min jî nusxeyek heye. Ferhenga wî ji %80 şaşe/ne rast e. Ez dikarim bipeyîtînim/isbat bikim.

Rast e, livir nivîsên min de, yek şaşî yê min heye ew jî "berder" e, divê digel peyva "berbanik=veranda" bihata nivîsandin.

Heger berdilê te/we bo bêje yên ne-Kurdî (Erebî-Inglîzî-Fransî hwd) heye. Kerem kin livir binivîsînin. Lê ger tune ye, ji te tika/rica dikim dest bi nivîsê minên Kurdî ne de.

Çiqas mafê bêjeyên ne Kurdî Erebî/Inglîzî/Latînî hwd. livir di Wiktionary hebe bawer dikim mafê nivîsên min ên Kurdîyê pak jî henin.

Ger tu dibêjî na, wî çaxê, ezê Wiktionary'ya Kurdî radestê te û yên wekê te difikirin bihêlim. Sipas. Key Mîrza (gotûbêj) 17:50, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Mafên te ji bo her tiştî li vir heye lê ji bo lêzêdekirina peyvên bêçavkanî tune ye. Ev ne gotina min e, gotina bikarhênerên Wîkîferhengê ne bnr. Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêbazname. Li gorî vê dengdanê kurdiya resen li ser Wîkîferhengê wisa ye: Di sê berhemên cuda yên danerên ne-anonîm yên cihê de hatiye dîtin. Çi bi kurdî be, çi ji soranî/tirkî/inglîzî/erebî/farisî yan jî ji toxaşî hatibe ku di sê berheman de ji aliyê kurdekî ve hatibe bikaranîn hingê ew pevy kurdiya resen in.--Balyozxane (gotûbêj) 18:09, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
PS. Madem peyvên ku te nivîsîne kurdiya resen in hingê bibêje li kû derê tên bikaranîn? Kî ji bo pasaportê dibêje benderbaz? Te bixwe ew peyv çêkiriye an li deverekî wisa tê gotin?--Balyozxane (gotûbêj) 18:09, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Xuya ye hun negehêştine nivîsa mina jor.

Berîyê, min pirs kir: Çavkanîya Xetere, Talûke, Fatûre çi ye? Ez ji te re bêjim, Erebî ye (خطر التَّهْلُكَةِ , فاتورة) evana çawa bûn Kurdî?

1- Li ser internetê gotina "metirsî" bigere. Ka heye an na? Û ez pirs dikim? Gotina "bihanîşe" Kurdî ye yan "Fatûre"?

2- Yê referans/çavkanî tinebî dê çawa be? Emê her tim bi zimanê bîyanîyan/ecnebîyan bi kar bînin? Tu baş duzanî her roj peyvên nû di hemû zimanan de derdikevin ser holê. Hun dê çawa bikin? Mesela bo çi hun gotina "Pasaport" wisa qebul dikin? Min ji xwe rave ya xwe nivîsandibû. Çinê wî nekete serê te, an hevalê te?

Ne pisrgirek e. Hun û havelên xwe livir bixebitin. Ez bi we re nînim. Serkeftin. P.S.: Bo we yeki ku Erebî dizanî pêwîst e. 1/3 gotinên we ji eslê xwe bi Erebî ye. Key Mîrza (gotûbêj) 18:42, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

1-Li ser internetê gotina "bihanîşe" bigere. Ka heye an na?
2-Dema ez behsa "çavkaniyê" dikim ez dibêjim di kîjan malper/kovar/pirtûkê de hatiye bikaranîn, behsa erebî/tirkîbûna wan nakim. Peyvên çêkirî heta di sê berheman de neyên bikaranîn nayên qebûlkirin. Çinê wî nekete serê te?
Ne pisrgirek e. Tu û kêfa xwe. Serkeftin ji te re! P.S.: Bo we yeki ku Erebî dizanî pêwîst nîne. Ji bo etîmolojiyê ya/yê ku erebî dizane pêwîst e. Esil bi erebî ye. --Balyozxane (gotûbêj) 18:54, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav bo te --Balyozxane min biborîne, bawerdikim ez hinek bi awayek dilînî/dilzîzî axaftim. Ez her bi we re me. Ezê dîsan binivîsînîm, ger we nivîsa min çewt/şaş dît, min rast bikin. Key Mîrza (gotûbêj) 13:53, 7 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Key Mîrza. Gelek kêfxweş bûm ku tu vegeriya. Dîsa bi xêr hatî :) --Balyozxane (gotûbêj) 15:29, 7 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Format biguhêre

Silav Mîrza, spas bo hemû keda te. Xêra xwe dema rûpeleke nû çêdikî beşên ku bi kar nayînî jê bibe, Mînak [1]. Qewet be! Balyozxane (gotûbêj) 13:49, 20 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

DiscussionTools biguhêre

Here vê rûpelê Taybet:Tercîh#mw-prefsection-betafeatures Amûrên gotûbêjê heye, wê çalak bike, bersivdayîn di gotûbêjan de hêsantir dibe. Dembaş! Balyozxane (gotûbêj) 16:37, 27 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Beşên nû biguhêre

Silav Key Mîrza,

Beşên nû tevlî bin rûpelê bike, bnr. [2] Ghybu (gotûbêj) 23:20, 19 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Kopîkirina ji en.wikt biguhêre

Silav, dema tiştek ji en.wikt kopî dikî tu dikarî kodeke biçûk bi kar bînî ji bo ku şablonên en.wikt bibin kurdî. Mînak [3]. Heke dixwazî bi kar bînî koda li jêr li vê rûpelê Bikarhêner:Key Mîrza/common.js zêde bike:

//[[Bikarhêner:Balyozxane/templateScript.js]]
mw.loader.load('//ku.wiktionary.org/w/index.php?title=Bikarhêner:Balyozxane/templateScript.js&action=raw&ctype=text/javascript');

Piştî kopî kir, pê li CTRL+R bike, dûre dema rûpelekê diguherînî, li aliyê çepê (sidebar) piştî beşa "Bi zimanên din" tu yê bibinî dibêje "TemplateScript" û dûre jî "RegexEditor" û "bikeKurdî". Dema pê li "bikeKurdî" (yan jî ALT+A) bikî, ew ê şablonên inglîzî bike kurdî. Lê pêwîst e hin sererastkirinên din tu bi destê xwe bikî. Qewet be! Balyozxane (gotûbêj) 13:05, 20 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Baş e. Sipas Balyozxane. Min hewl kir. Hinek astengî derketin. Divê ez vîdyoyek derbarê ve meseleyê bibînim. Sipas. (gotûbêj) 15:33, 1 gulan 2021 (UTC)
Silav, te hemû rûpelê kopî kiriye. Ewqas ne hewce ye. Rûpela Bikarhêner:Key Mîrza/common.js paqij bike û tenê nivîsa li jêr li wir zêde bike:
//[[Bikarhêner:Balyozxane/templateScript.js]]
mw.loader.load('//ku.wiktionary.org/w/index.php?title=Bikarhêner:Balyozxane/templateScript.js&action=raw&ctype=text/javascript');
--Balyozxane (gotûbêj) 17:55, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Sipas Balyozxane. Ez serfiraz bûm. Key Mîrza (gotûbêj) 18:33, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Spas xweş! Dikarî Wîkîferheng:ceribandin li vir biceribînî. Qewet be! Balyozxane (gotûbêj) 18:36, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Deng biguhêre

Silav, ji bo peyvên ku lê zêde dikî, tu dikarî dengên wan jî tomar bikî. Ji bo tomarkirina dengan rûpela Lingua libre dikarî bi kar bînî. Ji bo alîkariyê binêre https://lingualibre.org/wiki/Help:RecordWizard_manual. Heta niha Kategorî:Deng bi kurdî 566 peyv hatine lê zêdekirin. Qewet be! Balyozxane (gotûbêj) 22:39, 30 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Balyozxane, Yê ku ji deste min tê, ezê bikim. Sipas bo rê nîşanê. Key Mîrza (gotûbêj) 22:45, 30 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Birêz Balyozxane, Bo numune min peyva Evdile saz kir. Gelo, tu dikarî kêmasî û rast çêkirina dengan nîşanê min bidî? Sipas.Key Mîrza (gotûbêj) 15:42, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Gelek spas! Bi navê herêmê baştir dibe :)--Ghybu (gotûbêj) 16:52, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Erê tenê navê herêmê xwe jî binivîse, bes e. Wek mînak binêre aloq. Herwiha te rûpela test ji bo ceribandinê çêkir? Heke em ê bi kar neyînin, jêbirinê bixwazin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:54, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Silav û Rêz. Sipas Ghybu. Ev peyama bêîmze ya Key Mîrza (gotûbêjbeşdarî) ye.
Herwiha "'a staggione" havîn e?--Ghybu (gotûbêj) 21:59, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Li vira nav biguherîne (li ser rûpelê, li aliyê rast): Bêhtir --> Move --> Enter the new name--Ghybu (gotûbêj) 22:02, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Birêz Ghybu, Min daxwaza rastkirina koda napolîtanî ji Wîkîpedya kir, lê ez nizanim tê kengê vegerin. Nayê bîra min ko wergera Inglîzî min kirîye an na. Lê, Google translate bi inglîzî dibêjî "'per season" tê bi wateya "Her sezon" an "Her mewsîm/demsal".Key Mîrza (gotûbêj) 22:30, 1 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide


  • Silav Key Mîrza. Bi ya min pêşta dengên peyvên ku tu bi kar tînî û yên serekî qeyd bike: Wekî kirin, hez kirin, ketin, firotin, bûn, hatin, çûn, rind, xweş, dar, gul, dest, lêv, sêv (sêva, sêvê, ...), gund, bajar, bajêr, ji, li, di, bi, re, ev, ez, min, te, hûn, a, b, c, ... Peyvên tewandî jî tên qeyd kirin wekî bike, nakim, meke, kirina, kirinên, ... Dîsa jî tu dizanî   Gelek spas!--Ghybu (gotûbêj) 22:37, 2 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
    Baş e. Ger Damezirînerê Gewre rê bide, ezê livir 2 meh alikarîyê we bikim. Key Mîrza (gotûbêj) 22:43, 2 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

WF:BILEZ biguhêre

Silav Key Mîrza, Ji bo çêkirina formên peyvan amûrek heye. Heke dixwazî bi kar bînî dikarî li beşa Amûr ya "Tercîhên min" çalak bikî. Pê li qutiya li cem 'WF:BILEZ — amûreke ji bo çêkirina formên peyvan bi nîv-otomatîkî. (belgekirin) bike. Qewet be! Balyozxane (gotûbêj) 00:25, 11 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Sipas. Çêbû. Key Mîrza (gotûbêj) 00:28, 11 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

? biguhêre

Hevalê hêja, ez fêm nakim tu çi dikî? Tu çima etîmolojiya peyvên kurdî wek ya inglîzî nîşan didî? Peyvên inglîzî wek kurdî nîşan didî? Hamîto-semîtîk dibe ku inglîzî de were bikaranîn lê di kurdî de tune ye. Etîmolojiya çadîk û kuşîtîk xelet e niha. Balyozxane (gotûbêj) 22:26, 15 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Balyozxane, gelo tu dizanî ku çavkanîyên Kurdî ewqas kêmin ku emdikarin bêjin qet tune ye. Başe, tu safî bike. Aha livir ( https://en.wiktionary.org/wiki/Special:Statistics?action=raw ) 6,651,201 peyvên Inglîzî. Gelo çareseriya te çawa ye ku tu wan wegerî Kurdî? Ez bixwe dizanim peyvên ku zimanek de tune ye mirov ji zimanên din werdigirî. Jixwe hemû zimanan de wusa ye. Ma, Kurdî jî wusa nîne? Bo nimûne: niha min deng bo peyva "ewropî" çêkir. Çavkanîya nivîser çî ye? An jî çavkanîya "Etîmolojî" çi ye? Gelo, bo safîkirina peyvên hevdem çareseriya te çi ye? Sipas. Key Mîrza (gotûbêj) 22:44, 15 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Ji bîr ve neke, ewê ku min wegerîye hemu navên taybet in. Tu dê wergera navên taybet çava safî bikî? Key Mîrza (gotûbêj) 22:49, 15 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Baş e. bo peyvên "çadîk" û "kuşîtîk" mirov dikare wek "çadî" û "kuşîtî" jî binivîse. Digel we zimanê Dewleta Çad'ê çi dîbêjin? Key Mîrza (gotûbêj) 22:57, 15 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Bo alîkarîyê: Wikipedia:Article_titles#English-language_titles / [5] (fr) / [6] (en) Ghybu (gotûbêj) 23:02, 15 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
https://translate.google.com/translate?hl=&sl=auto&tl=tr&u=https%3A%2F%2Fen.wikipedia.org%2Fwiki%2FWikipedia%3AArticle_titles&sandbox=1. Bînêre "Înglîzce Başliklar". Di tewahî de gotar dibêje ku bi pejirandina nivîseran meriv dikare peyvek nû biafirîne. Û dîbêje ku hemû peyvên Inglîzî bi eslê xwe ne inglîzî ne. Sipas. Key Mîrza (gotûbêj) 23:34, 15 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Karê Wîkîferhengê wergirtin û çêkirina peyvan nîne. Karê me tenê peyvên heyî yên kurdî bi awayekî baş û zanistî tomarkirin e. Dev ji peyvên ku di kurdî de tune ne berde, tenê li ser yên ku hene bixebite. Ji bo etîmolojiyê jî divê binivîsî ji îngilîzî yan zimanekî din hatiye deynkirin bi şablona Şablon:deyn, heke nizanî peyv yekser hatiye deynkirin lê belkî bi riya ji zimanekî din hatibe wergirtin hingê şablona şablon:ji bikaranîn. Pêşî yek ji van şablonan bi kar bîne, dûre here peyvsaziya peyvê ku hatiye wergirtin. Mînak ji bo Chadic di rûpela çadî de wisa dikarî binivîsî Deyn ji {{deyn|en|ku|Chadic}}, ji {{paş|en|Chad|-ic|nekat=1}}, wekheva {{paş|ku|Çad|-î}}. Hay jê hebe dema nîşanî peyvsaziya îngilîzî dikî |nekat=1 bi kar tînî ji ber ku em li rûpeleke kurdî de ne, em naxwazin ew peyv wek îngilîzî were kategorîkirin. Lê dema peyvsaziya peyva kurdî dinivîsî |nekat=1 nanivîsî, ji ber ku peyvek kurdî ye em dixwazin were kategorîkirin. Heke dixwazî li ser etîmolojiyê bixebitî vê rûpelê WF:Etîmolojî baş bixwîne. Qewet be. Balyozxane (gotûbêj) 23:03, 15 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Lê, gotara Inglîzî weka te nabêje ( https://translate.google.com/translate?hl=&sl=auto&tl=tr&u=https%3A%2F%2Fen.wikipedia.org%2Fwiki%2FWikipedia%3AArticle_titles&sandbox=1 ). Dikarî jêresernivîsa "İngilizce başlıklar" bixwînî. Tu dê peyva "çadî" ku yekê berîyê min nivîsandîye çekî? ( https://ku.wiktionary.org/wiki/%C3%87ad ). Sipas. Key Mîrza (gotûbêj) 00:04, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Ew rêbazên Wîkîpediyayê ne, min ew lînka tenê bo alîkarîyê da. Pêşta gotûbêjek li ser kurdîkirina navên gel û zimanan li ser Wîkîferhengê pêwîst e... Ghybu (gotûbêj) 00:10, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Baş e. Lê weka ku Balyozxane min fêm nake, ez jî yekcarna wî fêm nakim. Di nav rojên derbasbû hevalek peyvek nû afirand ku bêyî çavkanî bû. Min got her ki nivisandîye bila çavkanîyê xwe jî binivîse. Balyozxane got êdî bo afirandina peyvek nû, ne hewceye ku meriv çavkanî bide. Lê, îro jî, min peyvek bi didu çavkanî afirand (jêrmalbat) hêj nekete serê birêz Balyozxane. Ji min re got, divê 3 çavkanî hebin. Min jî got bila.
Herkes şaşitî dike. Lê tiştê esas ewe ko li ser peyvek nûçêkirî herkes ramanên xwe bibêje û bi gotina herkes peyva nûafirandin bê rastkirin, ne jêbirîn.
Min didu peyv afirand ku ya yekem bi inglîzî bi "Cushitic" tê nivîsandin û wek "kuşîtîk" tê dengdan ku bi tirkî jî "kuşitik" tê xwendin. ( https://tureng.com/tr/turkce-ingilizce/cushitic ), bo çi, bi Kurdî jî nebe "kuşîtî"? An peyva duyem ku bi inglîzî wek "Chadic" tê nivîsandin û di zimanê Tirkî de jî wek "çadça" ye; jixwe bi zimanê Kurdî wek "çadî" berîyê min yekî nivîsandiye ( https://ku.m.wiktionary.org/wiki/%C3%87adm) lê wate nedaniye. Bo çi, peyva ku min afirand ( https://ku.m.wiktionary.org/wiki/Chadic ) livir wek "çadî" bi cîh negrî? Sipas. Key Mîrza (gotûbêj) 01:32, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Te behsa gotûbêja li vir Gotûbêj:balevank dikî ne wisa? Te ez xelet fêm kirim. Min negot "çavkanî ne hewce ye". Min ji te re nîşan daye ka mirov çawa çavkanî dixwaze. Dûre ez li hêviya te bûm ji bo ku rûpelê li WF:Daxwazên peyitandinê zêde bikî, loma min lê zêde nekir, lê te jî nekir.
Te ji bo Chadic gotibû çadîk, peyveke wisa tune ye, ji xeynî min ti kes li ser înternetê bi kar neaniyê Lê çadî dîsa baştir e. Ji ber ku dema lê digerî mirov dibîne ku erê ew peyv tê bikaranîn. Mînakek [7]. Ji bo xelkê Çadê gelek çaran çadî [8], [9], [10] hatiye bikaranîn. Lê ji bo zimanê wan tenê ev çavkanî heye. Balyozxane (gotûbêj) 01:59, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Sipas. Di van rojan de hinek serê min diêşîya ezê çend roj bêhna xwe bidim. Key Mîrza (gotûbêj) 20:21, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Deng bi kurdî biguhêre

Silav Key Mîrza! Tu çawan î, baş î? Te qeydên dengan sekinand?   Ghybu (gotûbêj) 02:35, 29 tîrmeh 2022 (UTC)Bersiv bide

Ezê dîsa dest pê bikim birê min. Gelo di gel te Lîsteya peyvên ku herî zêde tên bikaranîn heye? Sipas.Key Mîrza (gotûbêj) 06:32, 9 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Silav! Binêre: [11] // [12] // [13] Ghybu (gotûbêj) 15:12, 12 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Herwiha: {{lîste:meh/ku}} // {{lîste:hejmar/ku}} // {{lîste:rojên hefteyê/ku}} // {{lîste:aman/ku}}--Ghybu (gotûbêj) 15:49, 12 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Derbarey Nivîsên dî beşa "Etîmolojî" ya peyvên Wîkîferheng'ê de. biguhêre

Hevalên min ên Hêja, Di nivîsandina beşa "Etîmolojiya Peyvan" de ez dixwazim ku hûn bala xwe bidin xalekê. Her weha divê mirov ji bîr neke ko koka hemî zimanên îranî yek e. Dîroknasê Yewnanî Strabon di berhema xwe ya "Geographica, 15.8" dibêje ku "Med, Faris, Baktrî û Sogdî bi guhertoyên cuda yên heman yek-zimanî dipeyivîn. Her wiha dîroknasê Yewnanî yê din Herodot di berhema xwe ya bi nav "The Histories = Dîrokan" de dibêje, "Berê ji Medan re Arî dihate gotin. Lê gava jina Kolkî Medea ji Atînayê hat, wan (Medan) navên xwe guhertin” Em Kurd jî, Medan wek bav û kalên xwe dizanin.

Mebesta min ew e ku li gor zîmanzanên tirk û farisan hemû "Peyvên Îranî" dikarin bi bingehên xwe ve farisî(ya kevn) bibin, lê qet nabe bi Kurdî bibe. Li gor hinek rojhilatnasên siyasî jî, ev rewş wiha ye. Bi taybetî lî gor rojhilatnasên Îngilîz.

Çawa ku di lînka vir de ( https://ku.wikipedia.org/wiki/Ziman%C3%AAn_%C3%AEran%C3%AE ) bi zelalî tê gotin, gelek "Zimanên Îranî" hene. Îro, di destê me de tu dane û çavkanîyê dîrokî/zanistî nîne ku hemû "Zimanên Îranî" ji farisî derketine. Û kêmbûna belgeyên/çavkaniyên dîrokî yên bi kurdî hatine nivîsandin nayê wê wateyê ku peyvên "îranî" bi eslê xwe ve "kurdî" nînin an jî bi hemwate nînin. Ji ber vê sedemê ez ji we hemûyan daxwaz dikim ku bala xwe bidin daneyên ku hûn ê di beşa "Etîmolojiya Peyvê" de binivîsin. Ji kerema xwe ve "Farisî" ya şaş ne-nivîsînin. Û gava ku hûn rastî nivîsên "Farisî" hatin, jê bibin û şûnê de yan "Pehlewî" yan jî "Îraniya Kevn" binivîsin. Spas dikim. Silavên germ. Key Mîrza (gotûbêj) 09:53, 27 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Rêveberiya Wîkîpediyayê biguhêre

Silav hevalê hêja, Ez bûm namzed ji bo rêveberiya Wîkîpediyayê. Gelo dikarî dengê xwe li vir bidî min? Spas! :) Balyozxane (gotûbêj) 08:56, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide