Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Serenav biguhêre

 
Fransa li Ewropayê ye.
 
Ala Fransayê.
 
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser Fransa heye.

Fransa

  1. (dewlet) Welatek e li başûr-rojavaya Ewropayê.
    • Mîr Kamûran di sala 1947 an de li Fransayê bicîh bû, û heta 1970ê li Xwendegeha zimanên rojhilatî ya Zaningeha Parîsê Profesorîya ziman û çanda Kurdî kir. — (Kamuran A.Bedir KhanJosefe BertolinoKendal NezanInstitut Kurde De Paris Ferhenga Kurdî-FransizîAvesta2017, çapa 1em, r. XXXIX, ISBN 978-2-360134311)
    • Li gor amareke ajanseke selametiya xorakê, xelkê Fransa salane nêzîkî 4,000 ton Beqan dixwin, ku ew jî bi qasî goştê 40 nehengên şîn e. Ji bo dabînkirina pêwîstiya bazarê jî, li Fransayê kêlgeh û cihên taybet ên xwedîkirina Beqan hene. Beşek ji wêneyên di vê wênenûçeyê de, kêlgeha xwedîkirina Beqan li navçeyeke Fransayê ye, herwiha beşek ji wêneyan jî awayê patin û çêkirina xwarinê ji goştê Beqan di xwaringehan de û pêşkêşkirina wan bi mêvanan nîşan didin. — (ciwan ikbal, Fransî di salekê de 4,000 ton Beqan dixwin [arşîv], 10.10.2020)
    • Bale awayeke dansê ye. Babetek ji şanoya musîkal e. Ji bo dansa baleyê, divê meriv cansivik û nerm be. Loma jî bale gelekî antremanê dixwaze û divê meriv di temenekî biçûk de dest pê bike. Di baleyê de, meriv li gor livên diyarkirî dansê dike. Hinek ji wan tu di wêne de dibînî. Ji ber ku bale li Fransayê bi pêş ketiye, loma navên livên wê jî bi fransî ne. — (Amadekar: KomxebatAnsîklopediya ZarokanAPEC2004, r. 25, ISBN 91-89675-32-0)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Binêre herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Bi riya fransî France, ji latînî Francia.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Azerî biguhêre

Serenav biguhêre

Fransa

  1. (dewleta Ewropayê) Fransa

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên Fransa hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Tirkî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Serenav biguhêre

Fransa

  1. (dewleta Ewropayê) Fransa

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên Fransa hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]