Alîkarî > Çavkanî

Ev yek ji rûpelên Rêbaznameya Wîkîferhenga kurmancî ye. Tê de rêzik, rênîş an pratîkên hevpar tên danasîn û ravekirin.
Têgih: PÎVEK - RÊNIVÎS - NORM - RÛPELSAZÎ - STANDARDKIRIN - JÊGIRTIN - DENGDAN - JÊBIRIN

Ev rûpel ji bo gotarên wîkîferhengê çawa Çavkanî tê dayîn rave dike.

Çavkanî biguhêre

Bi koda <ref></ref> hûn dikarin çavkanî ji bo ravekirina peyvan, beşa etîmolojî û werger bi kar bînin. Koda <ref></ref> li herî dawîya rûpelê dixuye. Loma hewce ye ku hûn li herî jêr beşa çavkanî jî çêkin:

== Çavkanî ==
{{çavkanî}}

Çavkaniyeke ku di koda <ref></ref> de tê dayîn tenê carekê dixuye.

Çavkanî ji bo ravekirina peyvê an beşên din biguhêre

Nivîs Encam
# Wateyê li vira binivîsin<ref>{{kovar|kovar=Kurmancî|sernav=Anatomiya Mirov|nivîskar=Memo YETKÎN|hejmar=3|sal=1988|rûpel=15|ziman=ku}}</ref>
{{çavkanî}}
1. Wateyê li vira binivîsin[1]
  1. KurmancîAnatomiya Mirov, Memo YETKÎN, hj. 31988, r. 15

Çavkanî ji bo jêgirtinên ji pirtûkan biguhêre

Nivîs Encam
#* {{jêder-kovar|ku|jêgirtin=Mînakeke bikaranîna peyvê bidin|kovar=Kurmancî|sernav=Anatomiya Mirov|nivîskar=Memo YETKÎN|hejmar=3|sal=1988|rûpel=15}}
Mînakeke bikaranîna peyvê bidin Divê |1= "koda zimanî", |2= "çavkanî", |jg= "nivîsa jêgirtinê", |url= "lînka çavkaniyê" be! — (KurmancîAnatomiya Mirov, Memo YETKÎN, hj. 31988, r. 15)

Bikaranîna heman çavkaniyê ji yekê zêdetir caran biguhêre

Bi koda ref name hûn dikarin çavkaniyekê di heman rûpelê de du an zêdetir caran bi kar bînin. Dema cara pêşîn vê kodê bi kar tînin divê bi vî awayî binivîsin:

<ref name="navêkurt">Çavkaniya we</ref>

Piştre di heman rûpelê de li kû dixwazin vê kodê binivîsin:

<ref name="navêkurt" />

Li şûna navêkurt hûn dikarin çi dixwazin binivîsin lê divê ew tiştekî kurt be û heman agahî di çavkaniyê de jî hebe daku peydakirina wê ji aliyê kesan din ve hêsantir be. Lê belê nabe ku "navêkurt" tenê ji hejmaran pêk were. Mînakên baş navê kovarê û sala weşandinê: "Kurmancî2015" an paşnavê nivîskar û sala weşandinê: "Uzun2002"


Nivîs Encam
{{W|en|about}}<ref name="manchester2002">''LibreOffice for Starters'', First Edition, Flexible Minds, Manchester, 2002, p. 18</ref> {{W|en|concerning}},<ref name="manchester2002" /> {{W|en|with respect to}}<ref name="manchester2002" />
{{çavkanî}}
about → en[1] concerning → en,[1] with respect to → en[1]
  1. a b c LibreOffice for Starters, First Edition, Flexible Minds, Manchester, 2002, p. 18


Binêre herwiha biguhêre