Kurmancî biguhêre

Paşgir biguhêre

-a

  1. Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendmê dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt: keça wê, jina Elî, pirtûka kevn, guleka sor, dareka stûr
  2. Dikeve dû hin peyvan û maneya "wê..., ya ku" didiyê: cara, dema, bîska, gava, kêlîka, sala, wexta: Dema ez şiyar bûm, ew hinda bûbû 'Wê demê, ya ku ez şiyar bûm, ew hinda bûbû.'
  3. Di zimanê devkî de paşgira pirrjimariyê ye dema peyv serbixwe be (ango ti nomîn li dû wê neyên): Du pirtûka bîne lê pênûsa li wir bihêle 'Du pirtûkan bîne lê pênûsan li wir bihêle.'
    bn -an.
  4. Di zimanê devkî de paşgira pirrjimariyê ya dikeve pey cînavên diyarker dema ew li pêş peyvên pirrjimar yên tewandî bin: eva sêva yan va sêva 'van sêvan', ewa xoxa yan wa xoxa 'wan xoxan'
    bn -an.
  5. Di hin devokan de dikeve dû peyva zayendmê ya li pey cînava "ev": Ev pirtûka xweş e 'Ev pirtûk xweş e.' Li gor hin devokan heman riste dikare wiha jî bêt got: Ev pirtûke xweş e / Ev pirtûka han xweş e / Ev pirtûka ha xweş e / Ev pirtûka he xweş e / Ev pirtûka hanê xweş e / Ev pirtûka henê xweş e.

  6. Paşgirek e hin peyvên nû pê hatine çêkirin ku maneya "ya / yê (pirr baş) tiştekî dizane" dide: beza, fehma, xwenda, zana. Bo maneya van peyvan, di ferhengê de li wan bigerre.
  7. Pê hin navên jinan ji yên zelaman tên çêkirin.
    Fehîm > Fehîma, Hisên > Hisna, Kerîm > Kerîma û hwd

Bide ber biguhêre

biguhêre

Esperantoyî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  • IPA: /a/
  • Kîtekirin: a

Paşgir biguhêre

-a

  1. Paşgira rengdêrkirinê ye.
    bela xweş, bona baş, longa dirêj, sama heman


Îngilîzî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Paşgir biguhêre

-a

  1. Paşgiregeke ingilîzî ye ku bi peyvên esil-latînî re tê bikaranîn û bi giştî pirjimariya van herdû paşgiran çêdike.
  1. Paşgireke ingilîzî ye ku ji latînî hatiye û made an jî bûjenan dike.

oksîdmagnesia

  • paşgirek e ku şûna paşgira -er ya fermî digire

• "me fatha was a corka burna doon the shipyard — “My father was a corker burner at the shipyard.”