Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şkeft şkeft
Îzafe şkefta şkeftên
Çemandî şkeftê şkeftan
Nîşandera çemandî şkeftê wan şkeftan
Bangkirin şkeftê şkeftino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şkeftek şkeftin
Îzafe şkefteke şkeftine
Çemandî şkeftekê şkeftinan
 
Deriyê şkeftekê.

şkeft

  1. qewax, zang, ziving, mixare, xar, qulqulî, kunên mezin li çiyayan ku ajel wek stargeha xwe bi kar tînin

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Bide Ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî *sek- (birîn, ker kirin, şeq kirin, jê kirin - anku "şkeft" beşeke şeqkirî ya çiyayî ye) > *skep-, hevrehên kurmancî şkestin, şeq û şkandin, soranî ئه‌شکه‌وت(eşkewt) (şkeft), شکان(şkan) (şkestin) û شکاندن(şkandin), zazakî eşkewt, farisî شکفت(şikeft) û شکافتن(şikaften, şeq kirin, ker kirin), latînî secare (birîn), slaviya kevn сѣщи (sêşti, jê kirin, şeq kirin), îngilîzî saw (birrek, mişar)...

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.