Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şerenîx şerenîx
Îzafe şerenîxa şerenîxên
Çemandî şerenîxê şerenîxan
Nîşandera çemandî şerenîxê wan şerenîxan
Bangkirin şerenîxê şerenîxino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şerenîxek şerenîxin
Îzafe şerenîxeke şerenîxine
Çemandî şerenîxekê şerenîxinan
 
şerenîx anku şerê seyan / kûçikan

şerenîx , r-ya req

  1. şerê seyan, pevçûna kûçikan
    • Bêjeya "şerenîx" ji bo şerê segan têt bi kar anîn. Dema ko gelek seg hevdu vedigevizînin jê re dibêjin "şerenîx". — (Arif Zêrevan: twitter.com/ArifZerevan/ 5/2014)
  2. (mecazî) cedelên dijwar, gengeşe, nîqaş, qerqeşe, debat, minaqeşe, şeredev
    suhbeta ku tê de du yan zêdetir kes li hev nakin û bi giranî dijî hev dipeyivin
    • Hezar hizir û bîran, di miştoxê wî da, şerenîx dikir. — (Xelîl DuhokîAntolojiya Çîroka Nû ya Kurmancên Başûr, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1994)
    • Carekê spêdeyekê şerrenîx û pevçûnek devkî di navbera wan de rû da. Tanya qorrî girî û revî odeya xwe. Ew ne hat firavînê bixwe û ne jî çayê vebixwe... — (Anton Çexov: Keşîşê Reş, wergerrandin: Husein Muhammed, Kovara Mehname, hj. 50, 3/2004)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

şer + -e- + *nîx. Şer ji erebî شر‎ (şerr: xirabî) + -e- ji zimanên îranî + *nîx ji ermenî շուն (šun) (şûn: se, kûçik) bi guherîna cihê dengan anku metatezê (şûn > *nûş) û guherîna dengan (*nûş > *-nîş > -nîx). Bo guherîna cihê dengan binêre: metatez. Bo guherîna Ş/X bide ber paşil / paxil. Bo guherîna Û/Î bide ber hemû / hemî. Di hin devokan de ji ber analojiyê Ş-ya destpêkê jî wek herfa dawiyê bûye X (şerenîx > xerrenîx). Bo forma devokî cerrenîx anku guherîna Ş bi C, bide ber şebeş / cebeş ("şebeş" bi xwe jî bi analojiyê ji zebeş/cebeş peyda bûye).

Werger biguhêre