Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şano şano
Îzafe şanoya şanoyên
Çemandî şano şanoyan
Nîşandera çemandî şano wan şanoyan
Bangkirin şano şanoyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şanoyek şanoyin
Îzafe şanoyeke şanoyine
Çemandî şanoyekê şanoyinan
 
Tiyatroyeke ku şano lê tên pêşkêşkirin.

şano

  1. piyes, zarvekirin, berhema tiyatroyê,
    berhema zarvekirinê ya ku lîstikvan bi xwe li pêş temaşevanan lîstika xwe pêşkêş dikin.
    William Shakespeare gelek şanoyên navdar nivîsîne. Bijareya min Hamlet e.
    Şagirdan şanoyek xweş pêşkêş kir.
  2. Tiyatro, şanogeh, cihê ku ew zarvekirin lê têt pêşkêşkirin.
    Gelek şano li vî bajarî hene.

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Deyn ji soranî شانۆ(şano), ji tirkî şano ji îtalî scena /ˈʃɛː.na/ (şêna: bûyergeh) yan kurtkirina scenario ji latînî scaena yan scaenarium ji yûnanî σκηνή (skiní) (skênê: çadir, kon; sehne) ji rehekî samî, ihtimalen ji fenîkî [Peyv?], bide ber îbranî שכנ (ş-k-n-) û erebî سكن‎ (s-k-n-: sekinîn, man, li cihekî jiyan) ku herwiha serekaniya peyvên sekinîn, sekinandin, sakin, mesken û miskîn e jî. Heman peyv wek senaryo jî ketiye kurdî. Bi îngilîzî jî scene û scenario ji eynî peyvê peyda bûne. Wek din jî piraniya peyvên têkilî hunera pêşkêşkirinê ji îtalî hatine: tiyatro, soprano, piyano, çelo, alegro. Di tirkî de şano ya ji îtalî niha cihê xwe daye piyes ya ji fransî ku ew jî bi rêya tirkî ketiye kurdî jî.

Werger biguhêre

Tirkî biguhêre

Navdêr biguhêre

şano

  1. sehne, dîk
    • Bir sevdiğim şanoda şarkı söyler
      Biri yanıbaşımda
      İçer içer, ötekini kıskanır.
       — (O. V. Kanık)
      (Wergera kurmancî hewce ye) (biguhêre)

Etîmolojî biguhêre

Deyn ji îtalî scena.