Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî şêr şêr şêr
Îzafe şêra şêrê şêrên
Çemandî şêrê şêrî şêran
Nîşandera çemandî şêrê şêrî wan şêran
Bangkirin şêrê şêro şêrino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî şêrek şêrek şêrin
Îzafe şêreke şêrekî şêrine
Çemandî şêrekê şêrekî şêrinan
 
Şêrekî nêr.
 
Şêreke .

şêr mê û nêr, bi gelemperî nêr

  1. (guhandar) Kitikek kûvîgir e û bi taybetî li Afrîkayê dijî.
  2. (mecazî) dilêr, wêrek, çeleng, fêris, bicesaret, biwêr
    • Şêx Ubeydullah jî di karê dîplomsiyê de serî danî ser van her du dewletên Ewropayê. Di nav van her duyan de jî, li gor wî "terefdariya şêrê ji ya roviyê baştir e". Diyar e ev jî ji gotinên pêşiyan ên Kurdan dihat ku dibêje: "Bila ez şikestê şêrê bim ne xweriyê roviyê". Li ba Kurdan şêr remzê camêrî û rovî remzê fêlbaziyê ye. Ji şêrê jî mebasta wî Rûs û ji roviyê jî Îngiliz bû. — (Salih Mihemed Emîn (wergêr Ziya Avci (ji soranî)), Kurd û Ecem, Dîroka siyasî ya kurdên Îranê, Nûbihar, 2017, r. 243, ISBN 978-605-9413-12-1)
    • Kamuran ku hata hingê bi dîqet li Amojna Sitî guhdarî dike, xwe ranagire û gotina wê dibire,
      — Amojnê, tu dibêjî "şêr û piling û teyr". Ma meriv qet dibin şêr û piling û teyr? Şêr heywan e însan, însan e...
      Celat û Amojna Sitî bi gotinên Kamuran pir dikenin.[...]
      — Kamoyê min, aqilfahmê min, gotina te ye, lê eger te bapîrê xwe bidîta, te dê hingê şêr nas bikira. Ew rêberê kurdan, şêrê welatê Kurdistan bû.
       — (Mehmed UzunBîra Qederê, Ithaki, Stembol, 2005, r. 57, ISBN 978-975-273-368-8)
    • Rast û çep dê bêxitin sed sed bi mizraq û qeseb
      Ristem û Cimşîd û Xalid, Hemze yan şêrê 'Elî
      Aferîn ya şehsiwarê tirk û rimbazê 'ereb
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Gotinên pêşiyan biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Hevmane biguhêre

biguhêre

Navên zelaman

Nêzîk biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-îranî, hevreha soranî شێر(şêr), zazakî şêr, tajikî шер (šer, şêr), farisî شیر(şîr), pehlewî şegr, pertî şerẍ, xwarezmî ş'rẍ, sogdî ş'rẍu-, sanskrîtî सिंह (siṃha). Herwiha ihtimal e ku têkilî peyva şiyan e (rehê dema niha -şê-) anku "şêr = yê ku dişê / dikare / bihêz e".

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2 biguhêre

şêr nêr

  1. Guhartoyeke şer.

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

şêr nêr

  1. (guhandar) şêr