Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çol çol
Îzafe çola çolên
Çemandî çolê çolan
Nîşandera çemandî çolê wan çolan
Bangkirin çolê çolino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çolek çolin
Îzafe çoleke çoline
Çemandî çolekê çolinan
 
Dîmenek ji çolê. (1, 2)
 
Çola Sahara. (3)

çol

  1. Devera ku mirov lê najîn.
    • (...) ku tiştek bi te bê ez dê dîn bibim, bikevime çolê. — (Sîma SemendXezal, Weşanên Nûdem1996)
  2. Devera ku însanan neguherandinesiriştî maye.
  3. (erdnîgarî) Devera ku gelek hişk û ziwa ya ku kêm riwek lê şên dibin.
  4. Cihê ku ti rêyên avakirî naçinê.
  5. Cihê vala, cihê ku ti tişt lê nîne / tine ye.

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Qafiye biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî چۆڵ(çoł) (vala, xalî), hewramî çoł, farisî چول‎ (çûl: çol), hemû jî ji mêj ve hatine wergirtin ji tirkî çöl yan ji zimanekî din yê tirkîkî: bi azerî û tirkmenistanî çöl, kirgîzî чөл (çöl), oyxurî چۆل‎(chöl‎) (çöl), ozbekî choʻl (bixwîne: çöl), teterî чүл (çül), qazaxî шөл (şöl), mongolî цөл (tsöl), başkîrî û bûryatî сүл (sül)...

Peyv di zimanên din yên îranî û hindûewropî de peyda nabe lê di hemû zimanên tirkîkî û zimanê mongolî de peyda dibe. Loma ti guman jê nîne ku kurdî ew ji tirkî wergirtiye û ne berovajî.

Lê wek ku ji Dîwana Melayê Cizîrî jî diyar dibe, bi sedan salan e ku di kurdî de tê bikaranîn û li seranserî Kurdistanê tê zanîn û herî dereng li sedsala 17an bi nivîskî hatiye qeydkirin. Di farisî de sedsala 13an bi nivîskî hatiye qeydkirin.

Li aliyekî din, hevwateya wê ya tirkî yaban ji zimanên îranî biyaban hatiye wergirtin.

Di soranî de wateya peyvê berfireh bûye û niha چۆڵ(çoł) bi wateya her cihê ji mirovan valabûyî/valakirî tê bikaranîn.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • لغتنامه دهخدا [Ferhenga Dihxoda] (farisî-farisî): [1]
  • Nişanyan, Sevan: Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Niha] (bi tirkî)
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Werger biguhêre