Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çeng çeng
Îzafe çengê çengên
Çemandî çengî çengan
Nîşandera çemandî çengî wan çengan
Bangkirin çengo çengino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çengek çengin
Îzafe çengekî çengine
Çemandî çengekî çenginan
 
Qûya li çepê çengên xwe vekirine, ya li rastê na.

çeng nêr

  1. bask, perr, destên firindeyan
    (yên ku tên hejandin daku bifirrin)
  2. mil, dest, kulm, lep, mist
    çengek birinc bi minde

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf
    Çengekî axê ji wê qebra şerîf
    Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji zimanên îranî, hevreha farisî چنگ‎ (çeng), herwiha hevrehên din yên kurdî çengil, çembil, çimbil

Bikaranîn biguhêre

biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çeng çeng
Îzafe çenga çengên
Çemandî çengê çengan
Nîşandera çemandî çengê wan çengan
Bangkirin çengê çengino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çengek çengin
Îzafe çengeke çengine
Çemandî çengekê çenginan

çeng

 
çeng
  1. lîr, arp, harp
    amûreke muzîkê ya têldar e

Etîmolojî biguhêre

Hevreha farisî چنگ‎ (çeng), pehlewî çeng, parsî şeng, ji zimanên îranî. Ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî: ermenî ճանկ (čank), gurcî ჩანგი (č’angi), azerî çəng, erebî صنج‎ (ṣenc)...

biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr 3 biguhêre

çeng nêr

 
  1. Qeta piştî dest ya laşê mirov

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

çeng

  1. mist, kulm, lep