Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

çûn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -ç-
RP.
Niha
ez diçim
tu diçî
ew diçe
em, hûn, ew diçin
Fermanî Yekjimar biçe
Pirjimar biçin
Rehê dema borî: -çû-
RP.
Boriya
sade
ez çûm
tu çûyî
ew çû
em, hûn, ew çûn
Formên din:  Tewandin:çûn
 
Fîlek bi rê ve diçe.

çûn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. Ji derekê dûr ketin, cihek bi cih hêlan / bi cih hiştin, dûrî derekê bûn.
    Hevmane: herîn, rewtin, bi rê ketin
    • Çûn ji behrê me'rîfet ew hate der
      Qetre jêr werya bi ilham ew qeder
       — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)
  2. hinda bûn, neman, berze bûn, rabûn:
    • Taziyê uryan im ez
      Perde çû ez mame tazî
      Dil sera mehbûb dixwazî
       — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Dijmane biguhêre

Têkildar biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî *ḱey-. Guherîna *ḱ-ya proto-hindûewropî bi /ç/ di zimanên hindûîranî de diyardeyeke berbelav e, binêrin bo nimûne: çar, çav, çend, çi...

Hevreha soranî چوون(çûn), kurdiya başûrî çûn, şêxbizinî cigin, zazakî şiyayene, goranî/hewramî şiyay, osetî цӕуын (çæwyn), farisî شدن(berê /şuden/ bi wateya çûn, niha /şoden/ bi manaya bûn, bûn tiştek), tacikî шудан (şudan), pehlewî şuten, hexamenişî 𐎠𐏁𐎡𐎹𐎺𐎶 (š(i)yav-, /şiyev/), peştûyî شول(şwəl), avestayî ş(ii)aw- (/şyew-/), sanskrîtî च्य्अवते (cyavate) (cyávate: ketin), ermeniya kevn չուեմ (çʿuêm: çûn) û չու (çʿû: sefer), ermeniya niha չվել (çʿvêl: bar kirin, koç kirin), yûnaniya kevn σεύω (seúō) (seúō: dan pey, li pey çûn; lezîn) û κῐ́ω (kíō: çûn) û κῑνέω (kīnéō: livandin), latînî cieō (livandin), albanî qoj (bixwîne: /çoy/, hişyar kirin)...

Peyva yûnaniya kevn κῑνέω (kīnéō) (kīnéō: livandin) wek kîne- û sîne- ketiye gelek zimanan û kurdî jî, bo nimûne: kînetîk, sînema.

Çavkanî:
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Werger biguhêre

Formeke lêkerê biguhêre

çûn

  1. (ji "çûn") Binêre: çûn.

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çûn çûn
Îzafe çûna çûnên
Çemandî çûnê çûnan
Nîşandera çemandî çûnê wan çûnan
Bangkirin çûnê çûnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çûnek çûnin
Îzafe çûneke çûnine
Çemandî çûnekê çûninan

çûn

  1. birêketin, dûrketin, dûrbûn, royîştin, rewtin, seferkirin:
    Çûna we bixêr be!
    Hûn bixêr biçin!

Werger biguhêre

Hoker biguhêre

çûn

  1. Wek, mîna, şibî, nola, fena (li pey peyvan bi kar tê).
    mirov çûnwek mirovan

Etîmolojî biguhêre

Têkilî çawa.

Werger biguhêre

Soranî biguhêre

Lêker biguhêre

çûn

  1. çûn