Gotûbêja kategoriyê:Erebî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 95:
:::{{r|Guherto}} Spas! Te lîsteyan li gorî çavkaniyan çêkiriye mixabin di nav wan de gotarên ku Cyrusbot çênekiriye jî heye. Bo mînak, [[best]], [[qaqil]], ...--[[Bikarhêner:Ghybu|Ghybu]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Ghybu|gotûbêj]]) 21:08, 26 îlon 2020 (UTC)
::::Rûpel çêkirin û mane çêkirin ne eynî tişt in. Bnr [https://ku.wiktionary.org/w/index.php?title=best&type=revision&diff=1207325&oldid=1166670], Cyrusbot wê lê zêde kirîye. Heke problemeke mezin be ez dikarim yên ku di dîrokê de Cyrusbot nîne ji lîsteya jê bibim. -- [[Bikarhêner:Guherto|Guherto]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Guherto|gotûbêj]]) 21:11, 26 îlon 2020 (UTC)
 
 
 
:::::
::::Li vir îstatîstîkên Wîkîferhengê hene, [https://stats.wikimedia.org/wiktionary/EN/TablesWikipediaKU.htm#wikipedians] û ew ji sala 2018'an vir ve nehatine nû kirin. Li gor wan îstatîstîkan 400.000 gotar ji hêla Cyrusbot ve hatine çêkirin. Ji ber ku nêzî du salan e îstatîstîk nehatine nû kirin, ez dikarim bêjim nêzî 500.000 rûpel ji hêla Cyrusbot ve hatine çêkirin. Gelo hûn dikin wan hemûyan jê bibin? Gava min Cyrusbotê dest bi lêzêdekirina peyvan kir, di Wîkîferhengê de nêzî 55.000 peyv hebûn û nizanim hînga di nava projeyên Wîkiyê de di rêza çendan de bû. Wê demê tu bêje ji %90 peyv ji hêla hêja [[Bikarhêner:Ferhengvan|Ferhengvan]] ve li Wîkîferhengê hatibûn zêde kirin. Jixwe wî jî peyv bi şiklekî tematîk ji hin ferhengan girtibûn. Wê demê kesê tenê yê ku aktîf dixebitî Ferhengvan bû. Hûn li wan îstatîstîkan dîsa dikarin bibînin ku gotarên bi destên merivan, ango ên ji xeynî robotan, hatine çêkirin encax digihîjin 60 hezarî û ji 60 hezarî, 50 hezar ji hêla Ferhengvan ve hatine çêkirin. Gelo bi vî şiklî Wîkîferheng ê kîçax bigihîşta 100.000 peyvî? Çend kesên ku rûnin bi şiklekî xwebexşane bo Wîkîferhengê bixebitin û bi peyvên xwe gotaran çêkin hene? Halê zimanê Kurdî ji herkesî re eyan e, bi zimanên din ve qiyas nabe. Kesên bo wî dixebitin jixwe çend kes in, bêyî jêgirtina ferhengan jixwe tu projeyên Wîkîferhengê yên niha bi vî halî jî dernediketin holê. Hûn dikarin Ji Ferhengvan jî bipirsin ku wî jî bi şiklekî tematîk ji ferhengan digirt û li Wîkîferhengê zêde dikir. Nêzî 30-35hezar peyvên Almanî min di dema wergerên ez dikim de bi destên xwe çêkirine û li WîkÎferhengê zêde kirine. Lê yên din bi piranî hin kesan ji min re şandine û li Wîkîferhengê zêde kirine. Husein Muhammed peyvên ferhenga xwe ya Fînî-Kurdî bixwe ji min re şandine ku ez li Wîkîferhengê zêde bikim wek van: [https://ku.wiktionary.org/wiki/ikkunaverho]. Jixwe ew zêdekirina bi gotinê hêsan e, zehmetên bo wan min kişandine ez zanim Xwedê dizane..
 
::::Kesên bo Kurdî dixebitin bi awayekî xwebexşane dixebitin. Tukesî ku ji tu kîtaban qiruşek pere qezenc dike nîne. Min bixwe çar pirtûk ji Almanî wergerandine Kurdî, kîtabek bi navî xwe çap kiriye û ji wan qiruşek pere qezenc nekiriye. Bi vî awayî meriv qala mafê telîfê bike çi neke çi? Umîd Demîrhan gelo qiruşek ji ferhenga xwe qezenc kiriye, Kamêran Botî an yekî din? Kesên bo Kurdî dixebitin tenê bi awayekî xwebexşane dixebitin. Bazar jixwe kesad e û ew kesadî bi jêgirtinên Wîkîferhengê nebûye. Li aliyê din, wek min berê jî gotiye, me pirtûkeka wan nebiriye bi navekî din çap nekiriye, me peyvên jêgirtî bi referansa wan lê zêde kiriye. Jixwe wiki'yên din dikarin şert û mercên rîjîd daînin pêş xwe, qala mafên telîfê bikin. Lê em bo Kurdî vê bikin çenb peyv di ferhengê de dimînin, gelo hêja Husein Mihemed (Ferhengvan) nebe, çend peyv lê heta niha li Wîkîferhengê zêde bibûna?Ha dîsa jî hûn dixwazine vê xirabkeriyê li Wîkîferhengê bikin de fermo... Hûn bi kêfî xwe ne --[[Bikarhêner:Cyrus the virus|Cyrus the virus]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Cyrus the virus|gotûbêj]]) 21:14, 26 îlon 2020 (UTC)
 
==== Lîsteya gotaran ====
Vegere rûpela "Erebî".