Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
→‎Xatirxwestin: beşeke nû
Rêz 41:
== Dengdana Rêbaznameya Wîkîferhengê ==
{{silav|Biyolojiyabikurdi}}. Dengdaneke li ser [[Wîkîferheng:Rêbazname|Rêbaznameya Wîkîferhengê]] heye. Ji kerema xwe re here dengdanê [[Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêbazname]] û fikrên xwe bibêje. --[[Bikarhêner:Balyozxane|Balyozxane]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Balyozxane|gotûbêj]]) 21:31, 9 hezîran 2020 (UTC)
 
== Xatirxwestin ==
 
{{r|Guherto|Ghybu|Şêr}} {{r|Ferhengvan|Pispor|Cyrus the virus|CathFR}} {{r|Alainkhalil|Bibliophile|DYARI M.SHAREEF}} {{r|Dilyaramude|Dûrzan|Fawaz rengzerî|Ferhad Kurdi}} {{r|Gomada|Hakîmo|IbrahimKocher Duhok|Joseph Hemê}} {{r|Kamuran Çapan|Mamoste Dilovan|Pîranê gundî|Rewiye tine}} {{r|Serchia|SilemanPolat|Xelilof|Zinar-1974}} {{r|Ş.Pêşeng|Şîyar LEVENT|MihemedCan|Calq}}
 
Silav ji hemû kedkar û dildarên kurdî re, li we hemûyan aşîkare ko hin bikaranêr û rêveberên wîkîferhengê ji boy zêdekirina peyvan li ser wîkîferhengê de, krîterên nû pêşniyarkirin û pêjîrandin. Bi eslê xwe krîter ne li gor rewşa kurdî hatîbûn amadekirin, hema wergera krîterên vikisozluk a tirkî hatibû pêşwazîkirin.[[https://tr.wiktionary.org/wiki/Vikis%C3%B6zl%C3%BCk:Kabul_edilme_kriterleri]] .Kurdîhezên hêja, ma zimanê me û yê tirkî xwediyê heman derfetê ne? Tirk bi sedan salane bi zimanê xwe perwerdeya zarokên xwe dikin. Loma hejmara çavkaniyên wan jî zêdeye. Lê dîsa jî, tirk ji boy peyvên zanistê hin îstîsnayan pejîrandine û gotine ko “ ''Bilimsel terimler ve edebiyat terimlerini cümle içerisinde kullanımına rastlanmayabilir. Bu tür terimlerde cümle içerisinde kullanma şartı aranmaz''.” ango ji boy peyvên zanîst û wêjeyê ne şert e ko peyv di nav sê hevokan de hatibe bikaranîn.
Lê mixabîn rêvebirên wîkîferhengê dema wergera kurdî de vê beşê paşguh kirine. Ango ji ber îstîstanyê aniha li ser ferhenga tirkan zêdekirina peyvek nû ya zanistê ji ya wîkîferhenga kurdî hesantir e. Tirk jî dizanin ko zimanê zanistê taybet e dibe ko bikarhêner bi têra xwe çavkanî bi dest nexin.
Ez nizanim kesê/a ko kriterên ferhenga tirkî wergerandiye kurdî bi çi niyetê wê karê kiriye? Gelo çima îstisnaya ji boy peyvên zanistê piştguh kiriye? Gelo rastiya zimanê kurdî nizane? Tiştê ez dizanim bi krîterên nû yên ne li gor rewşa zimanê me, rê li ber min hatiye girtin û ez nikarim tu xebatek li ser wîkîferhengê zêde bikim. Mixabîn bav û kalên me li ser zanistê pirtûk nenivîsî ne loma di destê min de makaleyên zanistî yên bi kurdî nivîsî tune. Xebata min a dawî li ser peyva tîşko [[https://ku.wiktionary.org/wiki/t%C3%AE%C5%9Fko]] bû, bi tevahî min 3 saet xerc kir ji boy amadekirina peyvê û kurdîkirina wêneyê. Min çavkanî jî lê zêde kir. Lê camêrek ji rêveberan ji min re nivîsiye û gotiye ku wî vê peyvê hîç nebihîstîye, jixwe ferhengên kurdî jî wekî çavkanî nayên pejirandin.
Di vê rewşê de li ser wîkîferhengê de domandina xebatê ne mûmkûn e. Ez mirovek kal im (temendirêj im) nikarim dema xwe bîlesebeb xerc bikim. Ezê ji niha şûn ve xebatên xwe li ser ferhengên din ( wictionary, wikidata, glosbe, vikisozlûk hvd) zêde bikim. Heke temenê min têr bike û rêveberên wîkîferhengê krîterên nû yên guncav bipêjîrînin, ezê disa wegerim ser xebata wîkîferhengê. Bimînin nav xêr û xweşiyê de.--[[Bikarhêner:Biyolojiyabikurdi|Biyolojiyabikurdi]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Biyolojiyabikurdi#top|gotûbêj]]) 08:18, 20 tebax 2020 (UTC)