[[hevreh]]a pehlewî ''gund'' ([[kom]], [[ref]], [[grûp]]; [[leşker]], [[leşkergeh]]), farisî {{ku-Arabg|fa|[[غند]]}} (xund) / {{ku-Arab|[[غنده]]}} (xundê) anku [[gumtik]], [[gumtilk]], [[girik]]... {{jiari}}. Tê texmînkirin ku peyva erebî {{ku-Arabg|ar|[[جندي]]}} ([[cindî|cundî]] ku wek [[cindî]] ketiye kurdî jî) ji peyva îranî "gund" be. [[ܓܘܕܐ]] (gudda: [[leşker]], [[ref]]) ya aramî jî ji îranî ye. Bo hin nimûneyên din jî yên ku tê de "g" ya îranî di erebî de dibe "c" binere [[gûz]], [[gêzer]], [[gewher]]. Peyva "gund" di Serdema Navîn de di kurmancî de ser ji peyva [[dih]] stand ku êdî di kurmancî de pir kêm bi maneya "gund" tê bikaranîn lê hevrehê wê [[dê]] di soranî de, [[dew]] di zazakî de û ''dih'' di farisî de bi berbelavî li kar in lê di soranî de di heman demê de {{ku-Arab|[[گوند]]}} / ''gund'' jî tê gotin.