Content deleted Content added
Rêz 90:
 
Loma divê ger "rr" bi giştî neyê bikaranîn jî, dîsan qet nebe bo "pirr" bêt bikaranîn.
 
 
===Dîsan "r" û "rr"===
 
Ger tu nexwazî li ser "r" û "rr" bidî û bistînî, bêguman ti kes nikare te neçar bike.
 
Lê dikarim ji te re piştrast bibêjim ku pirsgirêk ne teorîk e. Binere van çend nimûneyan:
 
* '''ker''' (donkey); '''kerr''' (deaf)
* '''ger''' (if); '''gerr''' (trip)
* '''gir''' (1. hill 2. large); '''girr''' (impulse)
* '''mir''' (died) '''mirr''' (dengek e)
 
Bi dehan peyvên mîna van hene...
 
Herwiha ger tenê "r"-yek bêt bikaranîn û xwendevan wê peyvê yekem car bibîne, bi ti awayî nizane ka divê ew wek r-ya nerm yan jî wek ya req bêt bikaranîn.
 
Dîsan bi te re ne hevbîr im ku d kurmancî de tenê r-yek tê bikaranîn. Bo nimûne, binere baştirîn ferhenga kurmancî ku bi kurmancî-inglîzî ye û di nav weşanên zanîngeha Yale'ê de ji alî ihtimal e baştirîn pisporê zimanê kurdî, Michael Chyet ve hatiye nivîsîn.
 
[[Bikarhêner:Ferhengvan|Ferhengvan]] 14:41, 6 January 2006 (UTC)