bîr: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B sererastkirin
Rêz 86:
===== Ji =====
{{jierebi}} {{ku-Arab|[[بئر]]}} (bîir), [[hevreh]]a [[ܒܐܪܐ]] (bîira) ya aramî, [[בְאֵר]]) (biêr) ya îbranî û [[bir]] ya maltayî.
 
 
===== dUrxaneya Cellikanî =====
 
Peyve `bîr`ê a bi wateya çala avê bi rastî di erebî de jî `bîr` .Lewma zimanzanê ev xala ferhengê nivîsandî tavilê bi hêsanî biryarê dide ku ev peyva kurdî ji erebî hatiye. Baş e! Em nika li hinek zimanên din binêrin ka bîr di wan zimanan de çawa ye? Gava em li zimanên xwîşk û birayên kurdî dinêrin,dibînin ku di wan zimanan de peyva `bîr`ê bi hinek guhartin hê jiyana xwe didomînin. Bo embaz îngîlkî de `bourne`,zê an çem e,``brook`` ,çem û robar e,almankî `burnnen` kanî ye.Di proto hind û ewropî de ango di arî de jî reh û riçala vê peyvê heye ku ew jî ``bhreue`` ye. Wateya wê a ewilîn kelîn,fûrîn û bilqîn e. Ger mirov wê bi pîtên kurdî binivîsîne wisa dixuye `brû`. peyva bîr û `brû` heman yek in. Gelek nêzî hevûdu ne. Xêr ji wê jî nimûneyên din ên zimanê hind û ewropî hene ku bi dide pejirandin ku rîçala peyva bîrê di gelek zimanên hevrehên kurdî de jî hîn li kar û li dar in. Sermesla sanskirîtî bhurnih bi wateya tund û tûjiyê bi wateya peyva kurdî `birh`ê ku bi bîrê ve hemreh in.Pehva yewnanî phrear (ango `frîr` tê xwendinê) bi wateya kanî ye.Peyva latînkî `fervere` jî ji heman rehê bîra kurdî ye ku wateya wê a nika fûrîn e. Peyva rûsî bruja bi maneya herk û cereyanê ye. Hê ser de jî peyvinên kurdî hene ku mirov yekser dibîne ku bi peyva bîrê ve xizm û lêzimên hev in an jî ji heman rehî piraştine. Bo wekok jî ez dikanim peyvên `bêrm` ango gol,birk ango curn û hewzê avê,behr jî derya ye. Behr,bêrm,birk û bîr ma ev peyv ne xizm û lêzmên hev in ?
 
Kifş e ku ev peyveke resen a kurdî ye û erebî ev peyv jî kurdî wergirtiye. Di vir de du lawaziyên nivîskarê vê xalê derdikevin hemberê me ku ev du nexweşiyên bindestî ên gelê kurd in jî . Yek ji wan keslanî û tiralî ye ku em zehmet nakin ku li ser karekî bixebitin. A duyemîn jî ew e ku em kurdî biçûk û xore dibînin û erebî û hemû zimanên din mezin dibînin. Em ji pêş de qebûl dikin ku kurdî ne zimanekî resen û xwerû û bingehîn e.
 
Ez van tişten heman fêhm dikim lê tiştek mêjiyê min hilnagire,ew jî ew ku çawa gengaz dibe ku ew kesê ku di binhişên wan de xoretî û biçûktiya kurdî û kurdbûnê hene li ser kurdî û kurdbûnê dibin pispor,dibin zimanzan dibin rehnas hwd. Aha ev e a ku min ji dîn û ayînê derdixe!
 
===== Bi zaravayên kurdî=====