Rojbaş kekê hêja,

"wîşî" li Behdînan (û bi texmîna min) li nav Hekariyan jî tê bikaranîn. Herwiha agadar im ku li gelek deveran "guşî" ye jî. Bi silavên germ re. --Ferhengvan (Nîqaş) 06:16, 8 Pûşber 2012 (UTC)

Agadariyeke pirr giring biguhêre

Birêz Jobar Bouzan,

we rûpelên wek "aqil, aqilmend" û hinên din teqrîben virtîvala kirine. Divê hûn di zûtirîn demê de dev ji vî karî berdin yan mafê we yê guherandina rûpelan ê were betalkirin.

Em hemû dizanin ku "aqil" ji erebî hatiye û ew di rûpelê de bi zelalî hatiye diyarkirin jî. Lê ji peyva "aqil" bi sedan bêje û biwêj di kurdî de hatine çêkirin ku malê kurdan in û ne yê ereban in. Armanca me ew e ku em wan peyvan jî wek hemû peyvên zimanê kurdî di ferhengê de bi cih bikin. Lê hûn çûne we rûpel vala kiriye.

Rûpelên ku we vala kiribûn, me dîsa gelek ji dema xwe da wan û ew sererastkirin. Lê ev agadarkirina dawiyê ye. Em ji we hêvî dikin ku hûn dev ji vê kirina ziyandar berdin û bi dewlemendkirina ferhengê mijûl bibin, ne bi rûtkirina wê ve.

Jêbirina naveroka her rûpelê tenê bi gotûbêjên bi avakerê wê rûpelê û bi hevkarên din yên ferhengê re tê kirin. Ne mafê min, ne yê we û ne jî yê ti kesî heye ku were ked û xebata xêrxwazên zimanê kurdî jê bibe. Berê dijminên derveyî ev talan bi ser me de anîne û me kariye rê li wan bigirin. Em ê bikarin rê li ber êrişên ji hindir ve jî bigirin.

Silavên min --Ferhengvan (gotûbêj) 06:13, 10 tîrmeh 2012 (UTC)Bersiv bide

silav kekê Ferhengvan,

li min bibore min ne xwast ku ferheng rût bikim lê min xwast ku dubere û belavbûn hindik bibe.ji ber ku di rûpela hiş hevwate aqil e loma min nivîsand aqil binêre hiş. ez carek din wisa nekim --Jobar.bouzan (gotûbêj) 06:40, 10 tîrmeh 2012 (UTC)Bersiv bide

Gelek spas bo têgihiştina meselê. Hê bi dehan hezaran peyvên kurdî hene ku di ferhengê de cih negirtine. Hûn jî bi me re dema xwe bidin berhevkirin û belavkirina wan. Rûpelên çêkirî bila wisa bimînin yan jî hê werin berfirehtirkirin. Lê jêbirina nivîsên alîkar û hevkarên din dikare tenê bi gotûbêja bi wan re be. Bi hêviya xebateke berdewam ji we, bi silavên germ re.

--Ferhengvan (gotûbêj) 07:36, 10 tîrmeh 2012 (UTC)Bersiv bide

Jihevcudakirina "gewrî, stu, hefik"... biguhêre

Keko, ji ber ku te naveroka gelek rûpelan vala kiribû û gelek rûpelên li gor devokên din we bi ya devoka xwe guherandibûn (nimûne: we "rih tiraşîn" kiribû "rî tiraşîn"), em mecbûr man ku naveroka hemûyan vegerînin rewşa berê. Lê ev nayê wê maneyê ku nabe hûn rûpelan baştir bikin û maneyên peyvan deqîqtir bidin.

Lê rûpelsaziya Wîkîferhengê ne bi temamî wek ya Wîkîpediyayê ye. Di Wîkîferhengê de "redirect" qet nayê bikaranîn. Di Wîkîpediyayê de, bo nimûne, mirov dikare rûpelekê li ser "rî" çêke û rûpelên "rih, ri, rîş, ridên" bi "redirect" bîne ser wê. Herwiha di Wîkîpediyayê de rûpelên cuda ji "hiş" û "aqil" re ne hewce ne. Lê di Wîkîferhengê de divê ji peyvên hevwate (sînonîm) û formên cuda yên devokan re jî rûpelên xwe hebin daku bêje û biwêjên ji wan çêbûyî jî di wê rûpelê de cih bigirin.

Silav û spasî bo xebata we --Ferhengvan (gotûbêj) 10:04, 10 tîrmeh 2012 (UTC)Bersiv bide

biguhêre

Kekê hêja, bêguman bi maneya "li wê, li wî" ji "li+wê" hatiye. Me ew di beşa wê de diyar kiriye. Lê bi maneya "feqet, emma, inglîzî: but, almanî: aber) ji erebî hatiye.

Eynî peyv di zimanekî de dikare hem du maneyên bi temamî ji hev cuda bide û herwiha ji du çavkaniyên cuda hatibin. Bo nimûne: "kef" bi maneya "kefa avê/ sabûnê" ji proto-hindûewropî hatiye lê "kef" bi wateya "kefa destan" ji erebîu hatiye. Herwiha "şor" jî bi wateya "têrxwê" ji proto-hindûewropî ye lê "şor" bi maneya "axivîn, peyivîn" ji erebî ye. Divê mirov etîmolojiya her maneyê di beşa wê de diyar bike. Me jî wisa kiriye.

--Ferhengvan (gotûbêj) 14:34, 12 tîrmeh 2012 (UTC)Bersiv bide

a --> ê biguhêre

Keko, "lakin"a erebî pêşî di kurdî de bûye "lêkin" (niha jî di gelek devokan de heye) û paşî bûye "lê". Di hin peyvên din de jî "a"ya erebî dibe "ê": kitab > kitêb, bela > belê...

dîsa lê biguhêre

Keko, hûn çûne we lîsteyeke zimanên slavî aniye lê lînkeke navbera wan û peyva kurdî lazim e. Min li ti derê nedît ti zimannas bibêjin ku ew peyv ji rehekî hindûewropî ne heta ku ya kurdî jî lêzimî wan be. Yenê tesedifî ye. Herwiha divê hûn li sîtema guherîna dengan di zimanên HE de binasin.

Ez ne ji erebîheziya xwe dibêjim ku ji erebî ye lê ji rastîheziya xwe. --Ferhengvan (gotûbêj) 04:59, 15 tîrmeh 2012 (UTC)Bersiv bide