Gotûbêja bikarhêner:Guherto/Ferhengok

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliye Guherto ve

@Guherto: decode deşîfre kirin? mouse mişkok? :D --Balyozxane (gotûbêj) 09:18, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Em ji heywanê re dibêjin mişk û ji bonî wê min wilo nivîsand. Tu tenê ji ya kompûterê re "mişkok" dibêjê yan heywanê re jî? Spas ji bonî "deşîfre", min wê li "decrypt" nivîsand :) -- Guherto (gotûbêj) 09:23, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Bira, ez kurmancî dûre hîn bûm loma ez çi dibihîzim wisa diaxivim. Hevaleke min a mamosteya kurdî tim mişkok digot ji amûra kombersê, loma min wek pêşniyazek got. Lê li ser înternetê rûpelên bi botê hatine çêkirin mişkok bi kar tînin :D Decode di zimannasiyê de deşîfrekirin e ji bo transkripsiyona dengan. Nizanim di kombersvaniyê de çi ye :D --Balyozxane (gotûbêj) 09:33, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
"Encrypting" wextê go tu bi şîfreyek ("password") re tiştekî digire deqena kesek nikaribê bê şîfreyê wê vekê. "Encoding" (bo nimûne Base64) wextê go ti tiştek ji formek dikê formeke dî deqena li cihên ku ew nikarê baş werê nîşandan werê nivîsîn. Bo nimûne di wêneyan de gelek tîp û sembolên ku ne ji bonî xwendinê hene, kompûterê nikarin wan nîşan bidin. -- Guherto (gotûbêj) 09:36, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Haya te ji van hevalan heye? 1 Vekodandin dibêjin ji bo decode :) Hêla rastê de ferhengek heye--Balyozxane (gotûbêj) 09:46, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Spas hevalo, lê bi dêla go ez ya niha (bi çavkanî) jê bibim ez ê ya wan (bêçavkanî) lê zêde kim. -- Guherto (gotûbêj) 11:35, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Xuya dikê min ji bîr kiribû "dekodkirin" lê zêde bikim, min niha kir :) -- Guherto (gotûbêj) 11:37, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Return to the user page of "Guherto/Ferhengok".