Gotûbêj:qanser

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Awayê standard de

Awayê standard biguhêre

Merheba @Guherto: Te awayê standard kiriye "qansêr", lê hêj tam nebûye. Ji bo vê peyvê bi piranî ev awa li kar in: "kanser", "kansêr", "qanser", "qansêr". Yek ji van divê bibe ya standard û yên din divê bêne beralîkirin. Te tenê du ji wan hesab kiriye, lê vê gavê li ser Wîkîferhengê hem awayê "kanser" hem jî awayê "qanser" wek standard heye, lê divê tenê yek heb wek ya standard cih bigire.

Di ferhenga Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din de awayê standard ê vê peyvê wek "kanser" hatiye diyarkirin (Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, M. Malmîsanij û yên din, Weşanên Rûpel, Çapa Yekem, Stenbol, 2012, r. 146). Awayên din ên nestandard wisa hatine diyarkirin: "kansêr", "qanser".

Di Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî de qaîdeyeke wek "[k]ya bêjeyên biyanî neke [q] derbas dibe". Li wir tê diyar kirin ku hin peyvên esilbiyanî yên ku di eslê ya xerîb de [k] ne qaîdeten divê di kurdî de jî bibin [k], nebin [q]. Mîsalen, "Amerîka", ne "Amerîqa"; "bakterî", lê ne "baqterî"; "bank", lê ne "banq"; "banknot", lê ne "banqnot"; "bloke", lê be "bloqe"; "demokrasî", lê ne "demoqrasî"; "emlak", lê ne "emlaq" hwd. Ev peyv jî wisa ye, di eslê xwe ya biyanî de bi [k]yê tê xwendin (wek kensir). Lewra li gor vê kitêbê jî divê awayê standard ya vê peyvê bibe wek "kanser". (Rêbera Rastnivîsînê, Komxebata Kurmancî, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Çapa Yekem, Kanûna Paşîn, 2019, Stenbol, r. 77 - 80). @Cyrus the virus û Ferhengvan: -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:09, 14 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide

@Bikarhêner: Hemû mînakên go te got ez bi "q" dibêjim. Min nizanîbû be ev li gora hineka xelet e. Go tu bixwazibe tu karê biguherê. -- Guherto (gotûbêj) 10:43, 15 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Merheba bira. Di diyarkirina awayên standard ên peyvan de proseyeke me yê jiberêdediyarkirî tine ye, lê dîsa em li dû hin esasan diçin:
1 - Em dinêrin çavkaniyên nivîskî û devkî ka li wan deran çawa derbas dibe ev peyv? Derbarê peyveke de çiqas zêde çavkaniyên nivîskî hebe ewqas baş e, lê yekane isûla me ya diyarkirina awayê standard ne hejmara çavkaniyan e. Ji van çavkaniyên nivîskî yên rastnivîsînê ji yên din muhîmtir tên dîtin û li pêştir tên girtin, ji ber ku tam ji bo vê têne hazirkirin.
2 - Bilêvkirina însanên me yên berê û yên vê gavê.
Em van tevan bi hev re dinirxînin. Û fikrên bikarhênerên me yên fikirek diyar kiribin li ber çavan digirin û wisa qerar digirin, ger em li hev nekin em ji bo diyarkirina awayê standard dengdaneke li dar dixin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:04, 15 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "qanser".