Gotûbêj:kurmancî

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Kirmancî an Kurmancî de

Kurmandschi (kurdisch Kurmancî, Kurdmancî, Kirmancî) ist das am weitesten verbreitete Hauptdialekt der kurdischen Sprache, die in der Türkei, Syrien, Irak und in Iran, sowie in Armenien, Libanon und in einigen ehemaligen Sowjetrepubliken, also im so genannten kurdischen Vorderen Orient/"Heimat der Kurden", gesprochen wird. Unter den Kurdologen ist für Kurmandschi auch die Bezeichnung Nordkurdisch geläufig. Das nordwestkurdische Dialekt der Zaza- bzw. Dimilî-Kurden, auch Kurdmandschkî (Kirmanckî) genannt, wird im Nordwesten Kurdistans Türkei gesprochen.

Kurmandschi mit Zaza (oder Zazakî, dimilkî, kirmanckî oder kirdmanckî), Sorani (auch Babanî geannt) mit Bahdînanî (Zentralkurdisch) und Südkurdisch (Lorî, Hawramanî, ...etc.) bilden die wichtigsten Dialekte der kurdischen Sprache. Unter diesen Sprachdialekten bestehen regionale wie auch stammesbedingte Unterschiede in Aussprache, Wortschatz und Grammatik.

Kurdisch wird in lateinischem Alphabet (Türkei, Syrien, Libanon, "Sowjetunion") ebenso mit arabischen Schriftzeichen (Irak, Iran, "Islamische Gelehrte") geschrieben.

Kritik: Der WikiPedia-Artikel "Kurmandschi" spricht von mehreren kurdischen Sprachen!? Das ist falsch und schlecht - einer Enzyklopedia nicht würdig. Es sei denn sie rede dann generell von vielen deutschen, türkischen, arabischen,...etc. Sprachen! Da macht sie es aber nicht! Also: Es gibt eine kurdische Sprache mit vielen Dialekten und Mundarten!

© Abdallah Osman, syrisch-kurdischer Publizist, Berlin-Spandau, 2007.


Kirmancî an Kurmancî biguhêre

@Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Ghybu, Hakîmo, û Pispor:

Bikarhênerê me yê Hakîmo her tim wek kirmancî dinivîse lê xuya ye Kurmancî zêdetir tê bikaranîn:

Li ser google-ê:

encama lêgerînê ya "kirmancî" 19,800

encama lêgerînê ya "kurmancî" 2,650,000

Li gor we em jê re kirmancî bibêjin an kurmancî?--Balyozxane (gotûbêj) 12:01, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu, Mohajeer, Pispor, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, û IbrahimKocher Duhok: Merheba, Balyozxane, li peyva "kirm" jî binêre, u paşê here ser google-ê u lê bigere. Çi derdikevit? "kurm" ji "kirm" zêdetir hatiye bikaranîn, lê standarda xwe "kirm" e. Kirmancên navendê u rojavayê pir caran "i" yê di navbera "k" u "rm"ê da dikite "u", herwiha di edebiyata klasîk da jî "kirmancî" ye. Ko kes razî nebit ko bibite kurmancî, hingê divêt kirmancî wek guhartoyeke alternatîv bit. Hakîmo (gotûbêj) 12:03, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Hevalên ezîz ev gengeşî çi feydeyê nade wîkîferhengê, eger delîlên we yên dîrokî hebin hûn dikarin pirtûkekê li ser binivîsîn, eger kurd bi giştî peyva hûn dibêjin bikarbîne delîlên xwe bibêjin. Her çi nebe jî herkes bila peyva xwe bikarbîne heta em digehin encamekê. Li ser peyvên wiha rûniştî gengeşî feydeyê nade wîkîferhengê. Hêrs nebin, kirmanc jî peyva me ye kurmanc jî Mohajeer (gotûbêj) 12:10, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Erê, te dît. Hîn standard nebûye. Helbet kirmancî dikarit bête nivîsîn. Ez ê guhertinên min ên ku te betal kirine vegerînim. Hakîmo (gotûbêj) 12:13, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Hakîmo: Na, Mohajeer nabêje standard nebûye. Ji te re dibêje heke dixwazî kirmancî bibe standard pirtûkekê binivîse. Ez ê dîsa betal bikim.--Balyozxane (gotûbêj) 12:23, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Her çi nebe jî herkes bila peyva xwe bikarbîne heta em digehin encamekê Mohajeer. Hakîmo (gotûbêj) 12:26, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Hakîmo: Nabe.--Balyozxane (gotûbêj) 12:29, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Li gorî TE nabit. Hakîmo (gotûbêj) 12:29, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Li gorî mentiqê nabe. Heke herkes bi awayekî binivîse, wîkîferheng dê xera bibe.--Balyozxane (gotûbêj) 12:31, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Hevalino hişê we li serê we ye? "Kurmancî" va ye bi dehan sal e navê standard e di berhemên nivîskî de. Û ji piraniya piraniyê, ji nêvî pir zêdetir kurmanc dibêjin "kurmancî", îja we xêr e? Heke di klasîkan de "kirmancî" nivîsandibin ew ji ber devoka wan e. Îro standarda kurmancî ne devokek bi tenê ye. Wek min gotibû piraniya piraniyê dibêje "KURMANCÎ" ew tiştê hûn bi serhişkî diparêzin nivîsa "berê" bû. Çû. Ya nûjan ne ew e. Ya standard ne ew e. Hinekî maqûltî ji kerema xwe ve. Em zêde tiştekî naxwazin. Bi alfabeya latînî û rastnivîsiya nû ya standard re, zimanê piraniyê bû serdest. Vê bibînin. Em ji hemû devokan re rêz digrin. Lê em standardê nakin ne qurbana devoka xwe, ne jî ya yeka dinê. Bixwazin nexwazin kurmancî xwedî standardeke defacto ye. Banga min li rêvebiran e, ji bo yên li dijî standard û qaîdeyên Wîkîferhenga kurdî tev digerin, çi hewce be bikin. Heqê kesî tune vê platformê tevlîhev bike. @Ghybu, Şêr, û Bikarhêner:Pispor (gotûbêj) 12:47, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Pispor: Madem wisa ye, divêt em kurm bikin standard ji ber ko ew pirtir têt bikaranîn. Hakîmo (gotûbêj) 12:52, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
:@Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Ghybu, Hakîmo, û Pispor: Ev mineqeşeyeke bêmane ye. Di kurmanciya nivîskî ya latînî de peyva kurmanc wekî kurmanc tê nivîsîn. Wîkîpediya ne cihê sepandina tercîhên şexsî ne. Ne cîhê tevlihevkirinê ye. Ev kar bi hevkariyê dimeşe, lê şertên hevkariyê hene. Yek jî ew e ku bi edetên heyî ya rastnivîsînê dewamkirin e. Heke di nav wan de tiştin hebin ên ku hûn pê qeyîl nabin, herin di gotûbêjan de binivîsînin da ku mineqeşe bi xweşî û çaralî ve were kirin. Wê yekî rabe bibêje kirmanc, ê din rabe bibêje kurdmanc, yekî din jî wê kird tercîh bike! Zimanê kurdî ya nivîskî ji van merhaleyan derbas bûye û tu hewceya me tuneye ku Wîkîpediya bikin meydana mineqeşeyên vî şiklî. Bila bikarhênerên me yên delal û hêja di gotaran de wekî herkesî tev bidin, lê heke pêdivî hebe, bila her car jî nerazîbûna xwe rê herkesî bike, ev ya dilxweşiyê ye. Lê ne zêdetirî vî karî.
Dixwazim ev mesela klasîkan jî çend tiştan bibêjim. Êdî me'ada min jê dixele. Bila herkes zanibe ku alfabeya Celadet Alî Bedirxan ne xebatekê translîterasyonê ye! Çima hûn dizanin? Ji ber ku heta salên 1900î de, ji xwe alfabeyeke kurdî ya erebî ya ku yekgirtî tunebû! Bi bê-lihevkirinekê, bi ya zanebûn û tercîhên nivîskaran dihate nivîsîn. Gorbehişt Celadet, rabûye hinin peyv berê herfên erebî û piştre bi herfên latînî nivîsîne. Ji bo ceribandinê. Piştre jî rabûye bo çêkirina alfabeyeke latînî dest bi xebatan kiriye. Ne hewce ye ku ez çîroka çêkirina alfabeya kurdî bikim. Lê li vir dixwazim bala we bikişînim du tiştî:
1. Alfabeya kurdî ya latînî ne translîterasyona herfên erebî ye, ew bi xwe bi ceribandinan hatiye tayînkirin. Ev tê vê maneyê, edetên rastnivîsîna latînî û ya erebî her dem nikarin li hev bên. Li vir tiştê ku min li jor gotibû, bînin bîra xwe: ma edetekî yekgirtî ya rstnivîsa herfên erebî hebûn di kurdî de? Bi ser de, ji xwe re bipirsin gelo "bi rastî jî" alfabeyeke kurdî ya erebî hebû? Ev cihê mineqeşê ye. Loma jî nabe ku ji bo rastnivîsa peyvek latînî em rabin xwe têxin nav berhemên klasîkan û xwe bikin delîl-bînerek nedîtî.
2. Ji wan hevalên dengnas û zimannas û... re taybetiyeke pir muhîm a alfabeya kurdî ya latînî bibêjim: F O N E T Î K. Ev tê maneyê: di kurdî çi deng hebin (ji xêncî çend îstîsna û pirsgirêkan) herfek wê heye. Ji ber wê divê mirov here xelkên DIJÎ (yên niha di jiyanê de ne) binêre ka gelo peyvek çawa dibêje/bi lêv dike. Ev jî me dibe vî tiştî: TU KARÊ ME BI DÎROKÊ RE TUNEYE BO RASTNIVÎSA PEYVEK NIHA YA KU DIJÎ. Ev karê etîmologan e, fonologên ku bala wan li ser ya dîrokê ye hwd. Ducarekirin ferz e. Lê heke hewcedarî hebe, ji kerema xwe min mention bikin.
Ji ber van sebeban heke ez pêrgî peyvek derrastnivîsa heyî ya gelemperî bêm, ez ê wan têxim forma gelemper. Di nav xweşiyê de bin, her hebin hevalên ezîz.--Jiju (gotûbêj) 12:59, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Jiju: Gelek spas ji bo vegotinê, hevalê min. Ez ne tenê li tarîxê dinêrim lê ez berê xwe didime fonetikê jî - jixwe ew karê min e. HEMÎ kirmancên rojhilatê dibêjin "kirmanc", u ger wisa bit em dikarin "kirmanc" jî binivîsin wek alternatîv. Hakîmo (gotûbêj) 13:10, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Niha avakirina gotarek bi navê kirmancî rast e, ji ber ku divê kîjan kurd bixwaze peyvek li Wîkiyê bigere, divê peyvên xwe yên herêmê tê de bibîne. Lê belê ev nayê wê maneyê ku bikarhêner rabe li hîwayê an jî li şûnê peyva devokî binivîse. Ev ne alternatîvî ye, rasterast tevlihevkirin û xerakirina standarda kurdî ye û ferzkirina devoka xwe ye. Li vir tu zanibî ku niha standarda rastnivîsa kurmancî ya herfên latînî hene. Kesek nabêje, di devoka min de wiha ye, bila wiha be. Heke her kurd rabe dawa devoka xwe bike, em nikarin tu tişt safî bikin. Divê tu ji devokperestiyê berdî û riya xwe bidî ser standardê. Heke, ez pêrgî werim, ez ê jî rê nedim van tevgerên şexsî. Bi silametî, her hebî. --Jiju (gotûbêj) 13:31, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Jiju: Ez bixwe jî wek "kurmanc" u "kurm" (devokî) bi lêv dikim ji ber ko ez ji rojavayê me. Tu jî ji navendê yî, u li navendê pir caran - wek min got - "i"ya di navbera "k" u "rm"ê da dibite "u", lê li rojhilatê tête parastin. -- Hakîmo (gotûbêj) 13:59, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Bila hevalên me yên ji rojhilatê jî dengê xwe bidin ji ber ko ewna "kirmanc" bi kar tînin. -- Hakîmo (gotûbêj) 14:02, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Berî her tiştî divê bibêjim ku devoka min tê de, tu devok ne xema min in, ya muhim zimanê standard a kurmancî ye. Ji ber wê navendî wiha dibêjin, rojhilatî wiha tercîh dikin, med wiha gotibûn, Ehmedê Xanî wiha nivîsiye, yek jî ne xema min in û zimanê xwe yê standard nakim qûrbana yekî jî. Li vir weke şexsî divê rexneya xwe li te bikim ku tu ehemmiyeta standard nizanî û pirsgirêka me ya herî mezin ev e. Divê bê zanîn ku ev biryardayîn nakeve ser milê Wîkiyê. Wîkî nikare bi ya dilê xwe, bi hevkariya çend kesan peyvan hilbijêre û hilbijartinên xwe di nav zimanê nivîskî bireşîne, biweşîne. Ji ber ku peywireke wiha tune ye bo Wîkiyê. Wîkî "di normalê de" peyv û ferhengên nivîskî dihewînin. Lê ji ber ku saziyeke me ya fermî tuneye û rêz û rêzika zimanê kurdî bi xweşî nehatiye tespîtkirin, em wekî însîyatîfekê peyvên guhertoyan jî tevlî vir dikin. Lê madem te got deng û hilbijartin, wê demê em ê wiha bikin: him li vir him jî di wîkiyên din de edet û rêbaz ev e ku heta ku mineqeşekirin temam nebe û encameke yekdengî dernekeve meydanê, kesek nikare mijara mineqeşeyê di Wîkiyê de bisepîne û xwe ferz bike. Ji ber wê ye ku divê tu dev ji sepandina taybetiyên devokan berde û bi ya standardê tev bide heta ku encamek derkeve. Û heke tu vê tevgera xwe bidomîne, wekî min lo jor got, ez ê wan rast bikim. Di nav xweşiyê de bimîne.--Jiju (gotûbêj) 14:32, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner: @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Ghybu, Pispor, û Balyozxane: Kî dixwazit "kirmanc" (ya heqîqî/resen) binivîsit yan "kurmanc" (ya ji "kirmanc" peyda bûye/devokî/tevlihevkirina "kurd" u "kirmanc"/kirmanciya rojavayî u navendî "i"ya di navbera "k" u "rm"ê da dikite "u") binivîsit bila wisa binivîsit, yanî herkes li vir serbest e. Ez nabêjim, em "kirmanc" ferz bikin. Ez jî êdî ji niha pê ve "kurmancî" nakime "kirmancî", lê ko hûn ya min ("kirmanc") "rast" kin, ez ê hingê vê ferhenga nedirist biterikînim. -- Hakîmo (gotûbêj) 15:18, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Kurmancî kurmancî ye. Heta ku rêvebîr min blok bike, ez ê destûr nedim ti kes bi bikaranîna kirmancî wîkîferhengê xera bike.--Balyozxane (gotûbêj) 15:25, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Hevalê hêja, heke niha em li vir bikevin pey heqîqetan wê her tişt bibe gilok û keda Wîkîvanên salan bibe cihê çopê. Niha tu bi xwe ferhenga me dike "nedirist", em bisebr û sebat meseleyê zelal dikin, lê tu bi eşqekê ne ya fêmkirinê teriya kirmancê girtiye. Berê her tiştê mirov divê li peyvên xwe miqete be. Em qala giringiya standardê dikin; tu xweşkirina tiştên kevn, devokî an jî tu her çi nav lê dikî, derstandariyê dikî, piştre jî radibî û dibêjî ev der nedirist e. Dil naxwaze, tu bixeyîdî. Lê belê li qisûra min nenêre, ev der ne cihê ceribandina "heqîqetên xeyalî" ye. Ev ne tu, her kî bike, heman tişt e, yanî wekî şexsî fêm neke. Înat û eksî ne pêdivî ye. "Nedirist"iyê neke, bes e. Di nav xweşiyê de bî.--Jiju (gotûbêj) 17:28, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner: @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Ghybu, Pispor, û Balyozxane: @Jiju: Merheba hevalên hêja. Hûn nîqaşê piçekî bi tundî dikin. Birêz Bikarhêner:Balyozxane û Hêja Bikarhêner:Pispor ez bi nêrîna xwe gotinên we rast dibînim. Lê hûn piçekî bi hişkî xeber didin, ji kerema xwe bi zimaneke hinekî aramtir. (Ji xeynî van dixwazim vê yekê jî diyar bikim ku nîqaşên bi dûvdirêjî tenê li ser wîkiyên pêşketî pêk tên, lewra ev gotûbêj ji bo me fêdedar û fêdedêr in, divê em qîmeta van jî zanibin) Hêja Bikarhêner:Hakîmo, di îlmê zimanê de "rastbûn" nîqaşbar e, ev mesele piçekî kompleks e, çawa yanî? Wisa ku wekî ku min berê jî gotibû ger mirov "eslê peyvan" ji bo "rastbûn"ê wek krîter esas bigire, wê gavê mîsalen peyvên ku ji erebî hatine deyngirtin divê eynen mîna awayê erebî bêne bikaranîn, û piçekî jî mirov pêş ve biçe divê mirov alfabeya latînî ya kurdî jî biguherine û ji bo ku li awayê "eslî" ya erebî zêdetir were, divê mirov tevî şedde û herekeyên din ên zimanê erebî elfabeyeke nû ava bike. Ango di her tiştî de sînorek heye. Dîsa wekî ku min berê jî diyar kiribû, ziman ne sabît e, diguhere û hergav diguhere. Ango peyvek di temamiya berhemên klasîk de bi awayeke ji standarda îroyîn dûr bê bi kar anîn jî divê em pabendî standardên îroyîn bin di Wîkîferhengê de, ev jî ji ber vê sedemê ye ku Wîkîferheng ne xebateke şexsî, kollektîv e, û di xebatên kollektîv de jî biryar bi piranî têne girtin. Ez bixwe jî dixwazim awayên standard ên gelek peyvan ne wek yê li vir be, wekî ku ez dixwazim be. Lê nabe ku wisa be. Herwiha ji ber vê kollektîviya Wîkîferhengê, hin qaîdeyên Wîkîferhengê hene ku yek ji wan jî wekî ku li jor diyar kirine "heta ku mineqeşekirin temam nebe û encameke yekdengî dernekeve meydanê, kesek nikare mijara mineqeşeyê di Wîkiyê de bisepîne û xwe ferz bike". Tu difikirî ku tu vê peyvê li ti kesî ferz nakî lê ger tu vê peyvê li ser madeyên ku tu çêdikî wek awayê xwe bi kar bînî ev yek jî ji bo me dibe problem. Dîsa wekî ku min berê jî diyar kiribû divê her kesek li vir hev û du kontrol bike (bi maneya kontrolkirina sererastkirinên mirov û peyvên ku mirov nû çêdike). Ev heqê her kesî ye. Ger te jî dîtibe em awayekî devokî, nestandard an şaş bi kar tînin tu jî xwedî-heq î ku me guhertinên me bizivirînî an madeyên ku me çêkiriye sererast bikî û hişyar bikî. Guherandina awayê "kirmanc" yê peyva "kurmanc" şaş e, çimkî awayê "kirmanc" pir eşkere ye ku ne standard e. Ez jî tevlî fikrên Bikarhêner:Jiju dibim. Ev peyv berê wek "kirmanc" bû an "kurmanc" bû ev yek jî mijareke din e, lê em mecbûr in ku pabendî awayên standard bibin. Ji xeynî van hema bêje temamiya peyvên "kirmanc" ên ku di lêgerîna Google-ê de dertên jî bi kirmanckî ango dimilî (zazakî) ne, ne kurmancî ne divê vê yekê jî bi bîr bixim. Li ser peyva "kirmanc" kitêbeke lêkolînê binivîsî, xebateke wisa saz bikî wê ev yek baş be, û ger li ser kovar an malperan, an jî ger kitêbeke binivîsînî di kitêbên xwe de peyva "kurmanc" wek "kirmanc" bi kar bînî, helbet em nikarin serê xwe tevlî karên te bikin, lê ev der divê standard be. Ev tiştên ku min got bi eynî şiklî ji bo min û ji bo bikarhênerên din jî wisa ye, dîsa mala we ava. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:17, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "kurmancî".