Gotûbêj:-ker

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliye Bikarhêner ve

Çi cudahîya -ker û -kar heye? Hin peyv -ker bi kar tênin û hin jî -kar, ev li gora çi wilo bûye? -- Guherto (gotûbêj) 09:41, 28 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

@Bikarhêner: -- Guherto (gotûbêj) 10:16, 7 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Merheba bira.
Daçeka "-ker" xwediyê çend taybetiyan e:
1 - Bi maneya "yê ku dike" tê bikaranîn. Nimûneten peyva "karker" yê ku kar dike. "Nimêjker" yê ku nimêj dike. "Micadeleker" yê ku micadele dike.
Daçeka "-kar" jî xwediyê van taybetiyan e:
1 - Bi maneya "yê ku dike" tê bikaranîn. Nimûneten peyva "cotkar" yê ku cot dike. "Kedkar" yê ku ked dike.
2 - Bi maneya yê ku karê wî/ê tiştek e tê bikaranîn. Nimûneten peyva "xwendekar" yê ku karê wî xwendin e.
Bi dîtina min wisa ye. Ango bi maneya xwe ya "kesê ku dike" têne eynî maneyê. Lê qertafa "-kar" bi maneya xwe ya "yê ku karê wî/ê tiştek e" ji qertafa "-ker" vediqete. Ji xeynî van herdukan qertafa "-er" jî heye ku zêdetir ji şibandina qertafa "-er" a îngilîzî an kombînkirina qertafa "-ker" ya kurdî û qertafa "-er" ya îngilîzî li kar e.

(added to verbs) A person or thing that does an action indicated by the root verb; used to form an agent noun.

Antonym: -ee
read + ‎-er → ‎reader
cook + ‎-er → ‎cooker
compute + ‎-er → ‎computer
run + ‎-er → ‎runner
toast + ‎-er → ‎toaster
do good + ‎-er → ‎do-gooder (Ji Wîkîferhenga îngilîzî)
Nimûneten "xwîner" yê ku dixwîne. "Şander" (bi îngilîzî "sender") yê ku dişîne. "Pêjer" yê ku dipijîne. "Bîner" yê ku dibîne. "Kontroler" (wek "kontrolker" jî li kar e, bi îngilîzî "checker" an "controller") yê ku kontrol dike. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:49, 7 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Herçiqas neyê gotin jî bi dîtina min tercîha di navbera qertafên "-ker" û "-kar"ê de yê bi maneya "kesê ku dike" di çendîn peyvan de ji bo rehetiya telafûza wan wisa hatiye kirin ku peyvên ku di kîteya wan a dawî de herfa "a" derbas bibe ji wan re qertafa "-ker" anîne, peyvên ku di kîteya wan a dawî de herfa "e" derbas bibe ji wan re jî qertafa "-kar" anîne. Mîsalen peyvên "kedkar" û "karker". Ji xeynî van peyvên ku di kîteya wan a dawî de herfên wek "o" stûr derbas bibe ji wan re jî qertafa "-kar" anîne, ji ber herfa "a"yê jî hinek qalind e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:57, 7 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Xwedê ji te razî be hevalê hêja, te gelekî baş şîrove kir. Lê min tenê tiştekî fêm nekir, go di peyvê de "a" û "e" hebê, hingî yek kîjanê dibêjê? (mînak rajekar/rajeker) -- Guherto (gotûbêj) 19:01, 7 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Bi vê mantiqê (bi dîtina min tercîha di navbera qertafên "-ker" û "-kar"ê de yê bi maneya "kesê ku dike" di çendîn peyvan de ji bo rehetiya telafûza wan wisa hatiye kirin ku peyvên ku di kîteya wan a dawî de herfa "a" derbas bibe ji wan re qertafa "-ker" anîne, peyvên ku di kîteya wan a dawî de herfa "e" derbas bibe ji wan re jî qertafa "-kar" anîne. Mîsalen peyvên "kedkar" û "karker". Ji xeynî van peyvên ku di kîteya wan a dawî de herfên wek "o" stûr derbas bibe ji wan re jî qertafa "-kar" anîne, ji ber herfa "a"yê jî hinek qalind e.) peyva "raveker" / "ravekar" dibe "ravekar" ji ber ku kîteya dawîn a vê peyvê de herfa "e"yê derbas dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:27, 7 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "-ker".