Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî karwan karwan
Îzafe karwanê karwanên
Çemandî karwanî karwanan
Nîşandera çemandî karwanî wan karwanan
Bangkirin karwano karwanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî karwanek karwanin
Îzafe karwanekî karwanine
Çemandî karwanekî karwaninan
 
Karwanekî hêştiran.

karwan nêr

  1. konvoy, çend kesên ku bi hev re bi rêyekê ve dimeşin (bi taybetî kesên bi dewar û bar)
    • Se direwin, karwan diborin.
    • Karwanê me wê big'hêje war û meqsedê ye
      Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e
       — (Seydayê Tîrêj: Bilbilê Dilşadî)
  2. çend wesayitên ku bi hev re bi rê ve diçin
  3. (mecazî) bizav, tevger, hereket, liv

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Têkilî biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî کاروان(karwan), farisî کاروان(karvan), pertî kʾrwʾn, pehlewî karewan, hexamenişî 𐎣𐎠𐎼 (k-e-r-, kare-: leşker, mirov), sanskrîtî कुल (kula: ref, revde, kom), lîtwanî kãras (ceng, şer), latviyayî karš (ceng, şer), yûnaniya kevn κοίρανος (koíranos: fermander, serleşker), gotî 𐌷𐌰𐍂𐌾𐌹𐍃 (harjis: artêş), swêdî här (leşker), danmarkî hær (leşker), almanî Heer (leşker), holendî heer, îngilîzî here (dijmin), îrlendî cuire (ref, kom)... hemû ji proto-hindûewropî *kor-os, *kory-os (artêş, leşker). Anku maneya bingehîn ya peyvê pêşî "leşker" bû, paşî bûye "leşkerên bi rê ve", paşî her koma ku bi rêyek dûr ve diçe.

Ev peyv ji zimanên îranî li seranserî dinyayê belav bûye: ermenî կարաւան (karawan), osmanî كاروان‎‎ (karvan), tirkî kervan, azerî karvan / карван, tirkmenî kerwen / керуен, qazaxî керуен (kerwen), gurcî ქარავანი (karavani), yûnanî καραβάνι (karaváni), albanî karvan, bulgarî керван (kervan) û карван (karvan), hindî कारवाँ (karvan), îtalî carovana û caravana, portugalî û spanî caravana, almanî Karawane, fransî caravane, îngilîzî caravan, holendî karavane, swêdî karavan, karavaani... û bi dehan zimanên din.

Heman peyv bi forma karavan wek navê "xaniyê seyar" yan tirimpêla tê de nivistinê/raketinê" ji îngilîzî vegeriye kurdî û zimanên din jî yên îranî.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.