çol
Bilêvkirin
biguhêreNavdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | çol | çol |
Îzafe | çola | çolên |
Çemandî | çolê | çolan |
Nîşandera çemandî | wê çolê | wan çolan |
Bangkirin | çolê | çolino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | çolek | çolin |
Îzafe | çoleke | çoline |
Çemandî | çolekê | çolinan |
çol mê
- Devera ku mirov lê najîn.
- (...) ku tiştek bi te bê ez dê dîn bibim, bikevime çolê. — (Sîma Semend, Xezal, Weşanên Nûdem, 1996)
- Devera ku însanan neguherandine lê siriştî maye.
- Çi xweş bû wan çola, / Ser derav û gola (...) — (Fêrîkê Ûsiv, Pampa Min, Lîmûş, YÊRÊVAN, 2009, ISBN 978-9939-805-98-6)
- (erdnîgarî) Devera ku gelek hişk û ziwa ya ku kêm riwek lê şên dibin.
- Ez bawer dikim, ez li derekî weke çolê bûm. Li pêşiya min ji qûmê deryayeke bê ser (...) hebû. — (Mehmed Uzun, Mirina Kalekî Rind, Weşanxana Orfeus, 1987)
- Cihê ku ti rêyên avakirî naçinê.
- Tim li nav çol û erdan / Kevir û kuç vedidan — (Çîroka Malbata Evdo, Firat Cewerî, Weşanên Nûdem)
- Cihê vala, cihê ku ti tişt lê nîne / tine ye.
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
Bi alfabeyên din
biguhêreJê
biguhêreBide ber
biguhêreQafiye
biguhêreEtîmolojî
biguhêreHevreha soranî چۆڵ (çoł) (vala, xalî), hewramî çoł, farisî چول (çûl: çol), hemû jî ji mêj ve hatine wergirtin ji tirkî çöl yan ji zimanekî din yê tirkîkî: bi azerî û tirkmenistanî çöl, kirgîzî чөл (çöl), oyxurî چۆل (chöl) (çöl), ozbekî choʻl (bixwîne: çöl), teterî чүл (çül), qazaxî шөл (şöl), mongolî цөл (tsöl), başkîrî û bûryatî сүл (sül)...
Peyv di zimanên din yên îranî û hindûewropî de peyda nabe lê di hemû zimanên tirkîkî û zimanê mongolî de peyda dibe. Loma ti guman jê nîne ku kurdî ew ji tirkî wergirtiye û ne berovajî.
Lê wek ku ji Dîwana Melayê Cizîrî jî diyar dibe, bi sedan salan e ku di kurdî de tê bikaranîn û li seranserî Kurdistanê tê zanîn û herî dereng li sedsala 17an bi nivîskî hatiye qeydkirin. Di farisî de sedsala 13an bi nivîskî hatiye qeydkirin.
Li aliyekî din, hevwateya wê ya tirkî yaban ji zimanên îranî biyaban hatiye wergirtin.
Di soranî de wateya peyvê berfireh bûye û niha چۆڵ (çoł) bi wateya her cihê ji mirovan valabûyî/valakirî tê bikaranîn.
- Çavkanî:
- Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
- لغتنامه دهخدا [Ferhenga Dihxoda] (farisî-farisî): [1]
- Nişanyan, Sevan: Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Niha] (bi tirkî)
- Tsabolov, R. L., Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
Werger
biguhêre- Almanî: Einöde → de m, Landschaft → de m, Steppe → de m, Wildnis → de n, Wildmark, Wüste → de m, Wüstenei → de
- Erebî: برية (beriyye)
- Farisî: بیابان → fa, صحرا → fa, کویر → fa
- Fînî: erämaa → fi, kaira → fi, korpi → fi
- Fransî: région inhabitée, région forestière inhabitée, désert → fr, forêt vierge → fr, région solitaire
- Holendî: woestijn → nl
- Îngilîzî: wilderness → en, desert → en, countryside → en, wilds → en, wasteland → en, wastes → en, rural → en, thwaite → en, waste land → en, wildland → en
- Îtalî: foresta selvaggia, zona vergine, deserto → it
- Polonî: pustynia → pl
- Rusî: пустыня → ru (pustynja), необитаемая местность (neobitajemaja mestnostʹ), пуща → ru (pušča)
- Spanî: tierra virgen, bosques vírgenes, tierras salvajes, regiones salvajes, páramo → es, yermo → es
- Swêdî: ödemark → sv, vildmark → sv, öken → sv
- Tirkî: çöl → tr, kır → tr, taşra → tr, yaban → tr, sahra → tr, bozkır → tr, step → tr