Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî yasa yasa
Îzafe yasaya
yasaya
yasayên
yasayên
Çemandî yasa
yasa
yasayan
yasayan
Nîşandera çemandî yasa
yasa
wan yasayan
wan yasayan
Bangkirin yasa
yasa
yasayino
yasayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî yasayek
yasayek
yasayin
yasayin
Îzafe yasayeke
yasayeke
yasayine
yasayine
Çemandî yasayekê
yasayekê
yasayinan
yasayinan

yasa

  1. rêgezek yan biryarek yan fermanek giştî ya dewletê
    (bi taybetî ya ji alî perlemanekê ve hatiye dan)
  2. Hemû biryarên giştî yên dewletê yên ku divê ti kes li dijî wan dernekeve.

Bi alfabeyên din biguhêre

Hevmane biguhêre

Bide ber biguhêre

Têbînî biguhêre

"Yasa" rêya tirkî "yasa" ji mongolî "yasag" e. Heman peyv serekaniya "yasak" (qedexe, mennû') ya tirkî ye (> kurdî "yasax"). Lê herwiha dayika peyva kurdî "asa" (norm, rêbaz, rêgez) e > asayî (normal) > asayîş (ewlehî, emniyet). Hin nimûneyên din jî yên kurdî ku ji tirkî hatine deynkirin û tê de herfa "y" ji destpêkê ketiye ev in: "ol" (ji "yol=rê"), aprax / îprex (ji tirkî yaprak "belg, belçim"), "erpîze" (ji "yelpaze), û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji "yavaş" ya tirkî). Hin ji van peyvan ne ji tirkiya niha ya standard lê belkî ji ziman û devokên din yên tirkîkî hatibin deynkirin.

Kurdan "qanûn" ji erebî wergirtiye lê ereban bi xwe jî ew ji yûnanî "κανών" (kanón) deyn kiriye. Yûnanan ew ji peyva "κάννα" (kanna: rûl, ç...îx, qamîş) çêkiriye. Lê wan jî peyva "κάννα" îcar ji akadî "𒄀 (qanû) deyn kiriye. Jixwe akadî jî ew ji sûmerî 𒄀𒈾 (gi.na) deyn kiriye... û dîroka peyvê belkî hê jî dûrtir diçe.

"Zagon" ji "закон" (zakon) ya rusî ye û ihtimal e ku bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî.

Herçi peyva "distûr" e, ew li Iraqê ne tenê di kurdî lê herwiha di erebî de jî bi maneya "qanûna bingehîn" (ing: constitution, tirkî: anayasa) tê bikaranîn. Lê ereban ew ji farisî yan kurdî deyn kiriye. Lê di kurdî de "destûr" bi giştî bi maneya "izin, ruxset, îcazet, rêdan" tê bikaranîn.

Peyva "qanûn" bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ku hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin.

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Deyn ji tirkî yasa, ji mongolî [skrîpt hewce ye] (yasag), hevreha asa û yasax.

Werger biguhêre

Tirkî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

yasa

  1. rêzik
    doğa yasaları rêzikên siruştê
  2. qanûn, zagon
    ceza yasası qanûnê cezayan
  3. zagon
    yer çekimi yasası qanûnê axkişînê
  4. qaîde
    ahlâk yasası qanûnê sincê
  5. zagon
    düşünme yasaları qanûnê ramînê