Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xeber xeber
Îzafe xebera xeberên
Çemandî xeberê xeberan
Nîşandera çemandî xeberê wan xeberan
Bangkirin xeberê xeberino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xeberek xeberin
Îzafe xebereke xeberine
Çemandî xeberekê xeberinan

xeber

  1. aga, hay, zanîn, haydarî, agadarî, serwextî
    Xeber jî nîne.
  2. peyam, mesaj
    "Xeberek hat, go: Temer miriye!" (Ji stiranek gelêrî)
  3. nûçe, dengûbas, bûyerên
    Çi xeber hene?
  4. axiftin, peyivîn, qise, gotin, peyv
    Ez nizanim bi tirkî xeber bidim.
  5. çêr, dijûn, dijmîn, sixêf, zêf, zêv, siqêf, mirqî, kufrî,
    gotinên pirr xirab yên kesek di derbareyî kesekî de dibêje
  6. (mecazî) wek, mîna
    xebera te ye

Bi alfabeyên din biguhêre

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Qedrê Mewlûdê bizanin hûn kebîr
    Hem ji bo Bekr û 'Umer hat ev xeber
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî خبر(xeber). Lê di ti zimanên din de "xeber" bi maneya "dijûn/sixêf" bi kar nayê, tenê di hin devokên kurdî de wisa ye. Loma ihtimal heye ku "xeber"a kurdî ya bi maneya "dijûn/sixêf" ne ji "xeber" ya erebî lê metateza "xirab" be anku "xeber = gotinên xirab". Di hin zaravayên kurdî yên başûrî de jî "xiraw" (xirab) bi maneya "gotinên xirab = xeber" li kar e. Lê wek din "xeber" ji erebî خبر‎ (xeber) e. Bê guman "xirab" bi xwe jî ji erebî ye û cihê bed ya kurdî-îranî girtiye.

Werger biguhêre