Kurmancî biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

 
qîr

qîr

  1. Tiştek reş, çir, ron û don e.
    • (...) derkevin ser riyeke qîr û zift, hûn ê ji wir jî dakevin jêr (...) — (Dara Hinarê, Yaşar Kemal, Weşanên Nûdem)
    • Kîjek 'ereban e lêvdeqandî
      Ser ta bi piyan reş e wekî qîr
      Ne la'iqê behs û xwestina mîr«
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    Hevmane: qetran

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji akadî [skrîpt hewce ye] (qîru).

Werger biguhêre

Rengdêr biguhêre

qîr

  1. wek qîrê reş, pir reş
  2. qîrreş, ango pir reş e,
    Mirîşkek qîreş li naviya gund peyda bû.

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qîr qîr
Îzafe qîra qîrên
Çemandî qîrê qîran
Nîşandera çemandî qîrê wan qîran
Bangkirin qîrê qîrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qîrek qîrin
Îzafe qîreke qîrine
Çemandî qîrekê qîrinan

qîr

  1. qîrîn, qîjîn, hewar, gazî, fîxan, dengê bilind

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji aramî ܩܪܐ(q-r-a-, gazî kirin, bang kirin, qîrîn, bi dengê bilind xwandin), hevreha îbranî קריאה‎ (qirîa: qîrîn, xwandin), erebî قرء‎ (q-r-e-: [bi dengê bilind] xwandin). Ji eynî rehî: Qur'an, qiraet.

Werger biguhêre