Kurmancî biguhêre

Lêker biguhêre

pengizîn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -pengiz-
RP.
Niha
ez dipengizim
tu dipengizî
ew dipengize
em, hûn, ew dipengizin
Fermanî Yekjimar bipengize
Pirjimar bipengizin
Rehê dema borî: -pengizî-
RP.
Boriya
sade
ez pengizîm
tu pengizî
ew pengizî
em, hûn, ew pengizîn
Formên din:  Tewandin:pengizîn

pengizîn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. pijikîn, pelate bûn, belav bûn, hatin berdan, werbûn, hatin avêtin
    • ...ha te dît wek cinê şûşeyan gunehkariyekê wîya berê ji wir bipengize derve. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 15, ISBN 978-605-2246-80-1)
    • Mirov digot a wextî çavên wî ji nava serê wî bipengizin. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
    • Mêrxasê ki dengê dergîstîya xwe bihîst gûh neda lavakirinê wê. Pahnîyek din jî li mehîna xwe xist. Hespa xwe hîn bi xişmek din berbi Sîyabend ve ajot. Nêzîkwî bu û hespa xwe li paş Sîyabend ve da sekinandin. Serê rima xweyî çil kertik sparte pişta Sîyabend. Sîyabend bi rakirina serê xwe û bi zîvirandina paş, çi bibîne! Sûwarekî mêrxas ku hatîye xezebê li paş wî sekinîye. Sîyabend ji cîhê xwe pengizî, bi destekî xwe dada simê hêştirê, bi destê dinê ve jî bi rima di destê siwarîde zeliqî û siwarî ber bi xwe ve kişand. Penahî xwedê bu û çikas hêza ji erd û ezmana stendibu hebu bi wê hêzê simê hêştirê bi tenîşta mêrxas ve danî. Bi wê derba ku li mêrxas ket, te digot qey zinar helîya û dar hişk bû. — (Asurxan Özçelik: Siyabend û Xecê, Xelkedondurma.com 4/2001)
  2. bi lez rabûn
  3. li cihekî ketin û ber guhertin
    kevir (ji dîwar) pengizî

Bi alfabeyên din biguhêre

Têkildar biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji pengiz +‎ -în.

biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pengizîn pengizîn
Îzafe pengizîna pengizînên
Çemandî pengizînê pengizînan
Nîşandera çemandî pengizînê wan pengizînan
Bangkirin pengizînê pengizînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pengizînek pengizînin
Îzafe pengizîneke pengizînine
Çemandî pengizînekê pengizîninan

pengizîn

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger biguhêre